Wek gelek deverên Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Seyîdsadiq jî kampanya komkirina alîkariyê hatiye destpêkirin. Standa kampanyayê ya li ser pira nav bazara bajarok hatiye danîn berdewame. Welatî berê xwe didin cihê kampanyayê û alîkariya xwe pêşkêş dikin.
Endamên kampanyayê jî gotin: “Em dixwazin di vê rewşa heyî de alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojava bikin. Em bang li welatiyan dikin ku bi anîna pêdawîstiyên wek xwarin, pere û cil û bergan alîkariya me bikin. Beşdarbûna kampanyayê gelek girînge. Werin kêm jî be barê xwişk û birayên me yên Rojava sivik bikin.”

