Yekşem, 18 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên çeteyan hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan gundekî derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin
Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûnên dijwar didomin
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin
Kurdistan

Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin

Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin û got, “Dixwazin vê erdnîgariyê ji mirovan xalî bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Talankirina xwezayê her roj hîn mezin dibe. Yek ji deverên ku herî zêde xweza lê tê talankirin Kurdistan e. Di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê de talankirina xwezayê bi bendavan, santralên hîndroelektrîk, santralên termîk, kalekol, kûleyên ewlekariyê, madenkarî û şewitandina daristanan dewam dike. Ev yek bandoreke cidî li rewşa ekolojîk, aborî û avaniya civakî ya herêmê dike. Ev proje ne tenê ji bo bikaranîna çavkaniyên xwezayî, her wiha li dijî gelê Kurd weke polîtîkaya şerê taybet tê bikaranîn.

Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Kapîtalîzma hov salên dawî bi rêbazên xwe yên şerê taybet ev cografya xist bin bandora xwe. Şer her tim li hemberî vê herêmê hate kirin. Ji ber ku ev herêm berhemdar e. Mirovên li vê derê bi saya çandiniyê berhemên ku têra wan bike diafirîne.

Gundên mirovên li vê erdnîgariyê têne valakirin. Ji bo ev xak ji mirovan bê xalîkirin gelekî hewl hate dayin. Dema ku bendavek an jî HES’ek tê çêkirin ne tenê gundî ji cih û warê xwe dibin, her wiha ekosîstema zindiyan hemûyan a li wê derê xera dibe. Dixwazin hiş û bîranîna mirovan a hezaran salî ya li wê erdnîgariyê tine bikin.

Sedemeke din a talanê jî daxwaza ji bo metakirina avê ye. Her wiha dixwazin vê erdnîgariyê parçe bikin, ji hev qut bikin. Bendên avê li herêmên cuda datînin, bi vî rengî hewl didin mirovan ji hev îzole bikin û têkiliya navbera wan bibirin.

Ya herî girîng jî di vî karî de armanca esasî hilberîna elektrîkê nîne. Li herêmên ku Çemê Dîcleyê jê derbas dibe cihek nema ku Santralên Hîdro Elektrîk (HES) lê nehatiye çêkirin. Herî dawî dihate plankirin ku ji Tejaneya Sarimê bendavekê çêbikin, lê belê bi biryara dadgehê vê gavê sekinî ye. Li gel vê yekê jî li erdnîgariya me gefa ji ber bendavan dewam dike.”

BI LÊGERÎNA LI MADENÊ RE XISAR GIHÎŞT ASTEKE CUDA

Zekî Kanay destnîşan kir ku bi lêgerîna li madenê re xisara li xwezaya Kurdistanê gihîştiye asteke cuda û got, “Li cografya Kurdistanê bi projeyên HES û bendavê talankirina xwezayê gihîştiye rewşa dawî. Êdî em bi xeteriyên hîn mezin re rû bi rû ne. Xisara li xwezayê bi taybetî ji ber lêgerîna li maden û petrolê gihîştiye asteke cuda.

Ji ber lêgerîna li madenê îro gef li ser dehan gundan heye. Bêyî ku destûr ji gundiyan bê xwestin, xaka wan tê desteserkirin, ev xak pêşkêşî şîrketan tê kirin. Gel nerazîbûnê nîşanî vê dide, lê belê şîrket hema bibêjin bûne mîna dewletê. Li Tirkiye û Kurdistanê karên lêgerîna li madenê bêyî hurmet ji mirovan û xwezayê re bê nîşandan bi hovane dewam dike.”

RÊXISTINÎ GIRÎNG E

Kanay li hemberî talankirina xwezayê bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê û got, “Gelê Kurdistanê gelekî welê ye ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike. Ji xwe di salên 1990’î de nêzî 3 hezar gund hatin valakirin, qada bejahî hema bibêje bi temamî hate tinekirin. Lê belê bi krîza aborî ya dema dawî re mirov ji nû ve li gundên xwe vegeriyan. Bi vê vegerê re jiyana li bejahiyê ji nû ve geş bû. Niha dixwazin vê jinûve geşbûnê bitepisînin û careke din gundiyan ji cih û warê wan bikin. Divê em her tim û li her cihî li ber vê yekê rabin. Di serî de rêxistinên civakî yên sivîl, divê her kes di bin sîwaneke hevpar de li hev kom bibin, xwe bi rêxistin bikin û li ber talankirina xwezayê rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokên KCDK-E’yê: Em yek ji hêzên esasî yên pêvajoyê ne
Nûçeya Pişt re Şehîd Tavîn Têkoşîn: Heta nefesa xwe ya dawî bi sekneke Apoyî şer kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket

Delegasyona navneteweyî ber bi qada merasîma gerîla ve bi rê ket.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êlihê bi hezaran kes li ber xwe didin

Bi hezaran kes li dijî xespkirina Şaredariya Êlihê, dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?