Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kara: Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyan weke ‘girtiyên xetere’ nîşan didin û kelepçe dikin
Rojane

Kara: Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyan weke ‘girtiyên xetere’ nîşan didin û kelepçe dikin

Îsmaîl Kara, diyar kir ku hevsera wî Naîme Emlîk ji ber ragihandina şert û mercên tecrîdê hatiye girtin û got ku, girtiyên ji Tîpa Y sewqî Tîpa F ya Edeneyê Kurkçuler hatine kirin weke "girtiyên xetere" hatine binavkirin û kelepçe kirine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Naîme Emlîk a 65 salî, yek ji wan 7 malbatên TAYAD’î ye ku ji ber di 6 Mijdara 2024’an de rewşên tecrîda dermirovî yên li girtîgehên Tîpên Y, S, R aniye ziman û ji girtiyên siyasî re name nivîsandiye, bi awayekî kêfî hatiye girtin.

Îsmaîl Kara yê hevjînê Naîme Emlîk a ku tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên giran jî ev du meh in li Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) rehîn tê girtin û bavê Fîkret Kara yê ku li Gîrtîgeha Kurkçuler a Tîpa F a Edeneyê rehîn tê girtin, ji ANF’ê re axivî.

Kara diyar kir ku girtîgeh veguherîne zulumxaneyekê û anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku ji ber greva birçîbûnê ji girtîgehên Tîpa Y ji bo girtîgehên Tîpa F tên sewqkirin, weke ‘girtiyên bitalûke’’ tên demxekirin û 40 rojan bi awayekî kelepçekirî diçin serdana malbat, parêzer û revîrê.

‘DEMA EZ JI SERDANA KURÊ XWE HATIM BI SER MALA MIN DE GIRTIN’

Îsmaîl Kara da diyar kirin ku dema ew ji serdana kurê xwe Fîkret Kara ku li Gîrtîgeha Kurkçuler a Tîpa F a Edeneyê rehîn tê girtin, vedigerî mala xwe ya li Stenbolê pê hesiyaye ku polîsan bi ser mala wî de girtine û diyar ki ku polîsan zirareke mezin dane xaniyê wî û polîsan gef li cînarê wî yê ku polîsan weke çavdêr aniye, xwarine. Kara anî ziman ku dema ew vedigeriya Stenbolê di rê de ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin û got: ‘’Polîsek kete otobûsê û ji min û hevjîna min nasnameyên me xwest û Naîme birin. Her kesî li me dinêrî. Bi rastî jî rewşeke trajîkomîk bû. Li nasnameyên me nêrîn û rasterast hevjîna min Naîme birin Navenda Polîsan Vatan a Şaxa TEM’ê.’’

BI TELÎMATA POLÎSAN HATIN GIRTIN

Kara ragihand ku dema diçe Edliyeya Çaglayanê ku hevjîna wî û malbatên din ên TAYAD’î li wir derxistin dadgehê, bihîstiye ku polîsekî bi xwe telîmat daye dozgerê dadgehê ku biryara girtinê were dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Ez ez li wir ez bûm şahidê axaftina polîsekî. Polîsekî ji polîsên din re got ku ‘Ez bi dozgerî re axivîm, wê hemû werin girtin.’ Dema ku polîsan ev yek dianî ziman ez li pişt wan bûm.  Dema yekî ez dîtim dengê xwe bilind kir û got ku ‘Çi karê te heye li vir?’ Dema min ji wan re got ku min xwarin aniye wî polîsî ji polîsên din re got ku ‘Gelo axaftina min bihîst?’ Polîsê din jî got ku ‘Erê bihîst.’ Yanî girtina însanan evqasî hêsan e.’’

EŞKEREKIRINA TECRÎD Û NIVÎSANDINA NAMEYAN SÛC E…

Kara di dewama axaftina xwe de diyar kir nivîsandina nameyên ji girtiyan re ji bo girtinê weke hincet tê nîşandan û got: ‘’Bangên ji bo girtiyên nexweş yên li ser medyaya dijîtal, eşkerekirina şertên tecrîda li girtîgehên Tîpên Y, S, R û nivîsandina nameyan weke sûcên rêxistinê hatine nîşandan. Jixwe daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê polîsan ve bi awayekî kêfî û bi binçavkirinan tên astengkirin. Li ser vê yekê xwestin van binpêkirinên mafan li ser medaya dijîtal bidin ragihandin. Ma wisa nebe, em ê çawa raya giştî bidin agahdarkirin û dengê xwe bidin bihîstin?’’

‘ZAROKÊN ME LI VAN HUCREYAN TÊN RAGIRTIN!’

Kara, destnîşan kir ku girtîgehên Tîpa S, Y, R yên bi taybet hatine çêkirin, cihên dijî rûmet û tenduristiya mirovahiyê ye û got ku ev girtîgeh mîna hucreyên mirinê ne. Kara, bi bîr xist ku ji bo girtina van girtîgehên ku rûmeta mirovan tine dihesibîne, kampanya dane destpêkirin.

Kara, diyar kir ku girtîgehên bi vî rengî li Emerîka hatiye çêkirin, lê belê li ser nerazîbûnan piştî 40 rojan hatiye girtin û wiha domand, “Ev girtîgehên li Tirkiyeyê beriya 4-5 salan hatine çêkirin û bi giştî yên sirgûnî vir tên kirin, girtiyên siyasî ne. Bi gotineke din zarokên me li van hucreyan tên ragirtin.”

Kara, da xuyakirin ku zext û êşkence bi van pêkanînan re ne sînordar e û destnîşan kir ku girtiyên siyasî yên li dijî van şert û mercên tecrîdê yên girankirî ketine greva birçîbûnê û sirgûnî girtîgehên Tîpa F hatine kirin weke “girtiyên xetere” hatine nîşankirin û got ku li ser vê girtî 2 mehan bi awayekî kelepçekirî derdixin hevdîtina malbatê û dibin nexweşxanê. Her wiha Kara diyar kir ku girtiyên li dijî van pêkanînan derdikevin jî qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzer re didin.

GEF LI GIRTIYÊ NEXWEŞ HAT XWARIN

Kara got, “Li hemberî girtiyê siyasî yê bi navê Mûlla Zîncîr jî bi heman awayî mûamele kirin. Ji Girtîgeha Tîpa Y a Edeneyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê kirin û mohra ‘girtiyê xetere’ lê xistin û 40 rojan bi kelepçeyan êşkence lê kirin. Dîsa di heman girtîgehê de nexweşê penceşêrê Hasan Karapinar heye, gardiyanan bi gotina, ‘Wê cenazeyê te ji vir derkeve, em ê te bernedin’ gef li wî xwarine. Rewşa girtîgehan gelekî xirab bûye, yên li dijî van pêkanînan derdikevin û radigihînin tên cezakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bêrîtan Guneş: Divê rêz li hemberî statuya gelên Rojava bê girtin
Nûçeya Pişt re Li Rojhilatê Kurdistanê di 2024’an de 63 kolber hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Belgefilma Gulistan Tara sibe di Stêrk TV de tê weşandin

Jiyan, lêgerîna heqîqetê û dema rojnamevaniyê ya Gulistan Tara ya ku li Êlihê destpê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li dijî desteserkirina îradeyê meşek lidar xist

Jinên ku li Mêrdînê bi pêşengiya EŞÎK’ê meşek li darxistin, li hemberî desteserkirina îdaredeyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevseroka DBP’ê li Zurihê ye: Aştî bi muxatabên azadiyê re tê bidestxistin

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku tevlî çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Zurihê bû wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?