Naîme Emlîk a 65 salî, yek ji wan 7 malbatên TAYAD’î ye ku ji ber di 6 Mijdara 2024’an de rewşên tecrîda dermirovî yên li girtîgehên Tîpên Y, S, R aniye ziman û ji girtiyên siyasî re name nivîsandiye, bi awayekî kêfî hatiye girtin.
Îsmaîl Kara yê hevjînê Naîme Emlîk a ku tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên giran jî ev du meh in li Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) rehîn tê girtin û bavê Fîkret Kara yê ku li Gîrtîgeha Kurkçuler a Tîpa F a Edeneyê rehîn tê girtin, ji ANF’ê re axivî.
Kara diyar kir ku girtîgeh veguherîne zulumxaneyekê û anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku ji ber greva birçîbûnê ji girtîgehên Tîpa Y ji bo girtîgehên Tîpa F tên sewqkirin, weke ‘girtiyên bitalûke’’ tên demxekirin û 40 rojan bi awayekî kelepçekirî diçin serdana malbat, parêzer û revîrê.
‘DEMA EZ JI SERDANA KURÊ XWE HATIM BI SER MALA MIN DE GIRTIN’
Îsmaîl Kara da diyar kirin ku dema ew ji serdana kurê xwe Fîkret Kara ku li Gîrtîgeha Kurkçuler a Tîpa F a Edeneyê rehîn tê girtin, vedigerî mala xwe ya li Stenbolê pê hesiyaye ku polîsan bi ser mala wî de girtine û diyar ki ku polîsan zirareke mezin dane xaniyê wî û polîsan gef li cînarê wî yê ku polîsan weke çavdêr aniye, xwarine. Kara anî ziman ku dema ew vedigeriya Stenbolê di rê de ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin û got: ‘’Polîsek kete otobûsê û ji min û hevjîna min nasnameyên me xwest û Naîme birin. Her kesî li me dinêrî. Bi rastî jî rewşeke trajîkomîk bû. Li nasnameyên me nêrîn û rasterast hevjîna min Naîme birin Navenda Polîsan Vatan a Şaxa TEM’ê.’’
BI TELÎMATA POLÎSAN HATIN GIRTIN
Kara ragihand ku dema diçe Edliyeya Çaglayanê ku hevjîna wî û malbatên din ên TAYAD’î li wir derxistin dadgehê, bihîstiye ku polîsekî bi xwe telîmat daye dozgerê dadgehê ku biryara girtinê were dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Ez ez li wir ez bûm şahidê axaftina polîsekî. Polîsekî ji polîsên din re got ku ‘Ez bi dozgerî re axivîm, wê hemû werin girtin.’ Dema ku polîsan ev yek dianî ziman ez li pişt wan bûm. Dema yekî ez dîtim dengê xwe bilind kir û got ku ‘Çi karê te heye li vir?’ Dema min ji wan re got ku min xwarin aniye wî polîsî ji polîsên din re got ku ‘Gelo axaftina min bihîst?’ Polîsê din jî got ku ‘Erê bihîst.’ Yanî girtina însanan evqasî hêsan e.’’
EŞKEREKIRINA TECRÎD Û NIVÎSANDINA NAMEYAN SÛC E…
Kara di dewama axaftina xwe de diyar kir nivîsandina nameyên ji girtiyan re ji bo girtinê weke hincet tê nîşandan û got: ‘’Bangên ji bo girtiyên nexweş yên li ser medyaya dijîtal, eşkerekirina şertên tecrîda li girtîgehên Tîpên Y, S, R û nivîsandina nameyan weke sûcên rêxistinê hatine nîşandan. Jixwe daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê polîsan ve bi awayekî kêfî û bi binçavkirinan tên astengkirin. Li ser vê yekê xwestin van binpêkirinên mafan li ser medaya dijîtal bidin ragihandin. Ma wisa nebe, em ê çawa raya giştî bidin agahdarkirin û dengê xwe bidin bihîstin?’’
‘ZAROKÊN ME LI VAN HUCREYAN TÊN RAGIRTIN!’
Kara, destnîşan kir ku girtîgehên Tîpa S, Y, R yên bi taybet hatine çêkirin, cihên dijî rûmet û tenduristiya mirovahiyê ye û got ku ev girtîgeh mîna hucreyên mirinê ne. Kara, bi bîr xist ku ji bo girtina van girtîgehên ku rûmeta mirovan tine dihesibîne, kampanya dane destpêkirin.
Kara, diyar kir ku girtîgehên bi vî rengî li Emerîka hatiye çêkirin, lê belê li ser nerazîbûnan piştî 40 rojan hatiye girtin û wiha domand, “Ev girtîgehên li Tirkiyeyê beriya 4-5 salan hatine çêkirin û bi giştî yên sirgûnî vir tên kirin, girtiyên siyasî ne. Bi gotineke din zarokên me li van hucreyan tên ragirtin.”
Kara, da xuyakirin ku zext û êşkence bi van pêkanînan re ne sînordar e û destnîşan kir ku girtiyên siyasî yên li dijî van şert û mercên tecrîdê yên girankirî ketine greva birçîbûnê û sirgûnî girtîgehên Tîpa F hatine kirin weke “girtiyên xetere” hatine nîşankirin û got ku li ser vê girtî 2 mehan bi awayekî kelepçekirî derdixin hevdîtina malbatê û dibin nexweşxanê. Her wiha Kara diyar kir ku girtiyên li dijî van pêkanînan derdikevin jî qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzer re didin.
GEF LI GIRTIYÊ NEXWEŞ HAT XWARIN
Kara got, “Li hemberî girtiyê siyasî yê bi navê Mûlla Zîncîr jî bi heman awayî mûamele kirin. Ji Girtîgeha Tîpa Y a Edeneyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê kirin û mohra ‘girtiyê xetere’ lê xistin û 40 rojan bi kelepçeyan êşkence lê kirin. Dîsa di heman girtîgehê de nexweşê penceşêrê Hasan Karapinar heye, gardiyanan bi gotina, ‘Wê cenazeyê te ji vir derkeve, em ê te bernedin’ gef li wî xwarine. Rewşa girtîgehan gelekî xirab bûye, yên li dijî van pêkanînan derdikevin û radigihînin tên cezakirin.”