Li Tirkiyeyê desteserkirina mafên karkeran roj bi roj zêde dibe. Li Tirkiyeyê ku vediguhere welatê mûçeyê kêmtirîn, karker neçar têne hiştin ku bê sîgorta û ji mafên xwe bêpar bixebitin. Li gorî daneyên Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar li Tirkiyeyê 17 milyon 637 hezar û 475 karkerên qeydkirî hene, ku tenê 2 milyon û 500 hezar ji wan sendîkayî têne dîtin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan a Şoreşger (Dev-Yapi Îş) Ozgur Karabûlût desteserkirina mafên karkeran û astengkirina têkoşîna sendîkayî ji ajansa me re nirxand.
Karabûlût diyar kir ku hewl tê dayin ku karker bi bêkarî û êrişan ji hal bê xistin û got, “Ji sedî 95 ê karkeran bê rêxistin, ji mafên sendîkayî bêpar hatine hiştin û ji însafa patronan hatine terikandin. Bi helwesta dewlet û saziyên pêwendîdar ên li aliyê patron û sermayeyê re karker li mercên koletiyê têne mehkûmkirin.
Karabûlût ragihand ku astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî, bicihneanîna qanûnên heyî, êrişên avêtina ji kar bi tirs û zextê têkoşîna bidestxistina maf a karkeran asteng kiriye û got, “Niha li her bajarî, li her herêmeke pîşesaziyê ya organîzeyî Û li her şantiyeyê îsyan û çalakiya karkeran hene ku bi mehan e nikarin mûçeyên xwe bi dest bixin.”
Ozgur Karabûlût diyar kir ku piraniya karkeran ji rêxistiniya sendîkayî bêpar in û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Rêxistinên heyî yên sendîkayî hem nikare berjewendî û mafên endamên xwe biparêzin û bi pêş ve bibin, hem jî bê rêxistin e û nikarin çareseriyê ji pirsgirêkên kedkar û karkeran re bibînin ku ji însafa patronan re hatine hiştin.”
Karabûlût anî ziman ku têkoşîna sendîkayî demeke dirêj e ji bo parastina mafên heyî ye û destnîşan kir ku karker di nava lêgerînên nû yên sendîkayî de ne.
Ozgur Karabûlût got, “Divê sendîka mekanîzmayeke welê ava bike ku mafên demokratîk bi pêş ve bibe û pirsgirêkên civakî çareser bike. Em ji bo vê yekê têdikoşin.”

