Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dîroka yekj i berxwedanên herî demdirêj ên dîroka cîhanê ye. Tevgera berxwedanê ya li hemberî êrişên qirkirinê yên sed salî yên li dijî gelê Kurd destpê kir, jiyana gelê Kurd bi temamî guherand, xaka mirî ji ser gel rakir û tevgereke welê afirand ku xwe bi pêş ve dibe.
Di dîroka Tevgera Azadiyê de salên 1990’î xwedî cihekî girîng e. Li hemberî zext, polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê di salên 1990’î de gel serî hilda û pêşî li her cûre êrişan girt ku heta wê demê li Kurdan dihate rewakirin.
Di salên 1990’î de ku ARGK bi rastî jî veguherî bû artêşeke gel, bi hezaran ciwanên Kurd li hemberî xizaniya li wan dihate ferzkirin û ferzkirina jiyana li nava pergalê ji gund û bajaran tevlî nava refên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) bûn.
Salîh (Edîp Karabay) jî yek ji van hezaran ciwanan bû. Dema ku gundiyekî ji rêzê yê Kurd bû û ji bo xwendina lîseyê hatibû Stenbolê, Tevgera Azadiyê nas kir. Di sala 1993’an de piştî ku vegeriya navçeya Tetwan a Bedlîsê li gel şeş hevalên xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bû. Salîh ku beşdarÎ nava refên gerîla bû, 3’ê Hezîrana 1995’an li xaka lê ji dayik bû, li navçeya Tetwan a Bedlîsê di şer de şehîd bû.
Dayika Salîh, Hediye Karabay qala bûyeran û jiyana Salîh kir. Dayika Hediye anî ziman ku kurê wê xêrxwaz û arm bû û got, “Kurê min 12 salan xwend. Di 8 saliya xwe de li Tetwanê çû dibistanê. Havînê jî dihat gund. Pez diçêrand. Sala ku ji Stenbolê vegeriya gund meha Gulanê bû. Pîrka xwe ya li wê derê jî bi xwe re anî. Wê salê şivanekî me hebû, diçû alîkariyê bide şivan. Dema ku ji me re qala gerîla dikir, digot ‘Ew heval in, xwişk û birayê me ne. Mirovên baş in ku zerarê nadin kesî, li pey dozeke baş in’.”
‘MALBATA ME SERÎ NETEWAND’
Dayika Hediye diyar kir ku Salîh li Stenbolê ji ber tevlîbûna li pîrozbahiyeke 15’ê Tebaxê hate binçavkirin û demekê li girtîgehê ma û anî ziman ku demeke kurt beriya çûyîna kurê wê di sala 1993’an de li gundê wan pîrozbahiyeke mezin a Newrozê hate lidarxistin. Dayika Hediye got, “Zarokekî gelekî baş bû. Aram bû. Dihat destê xwe datanî ser serê min. Di zarokatiya xwe de zêde li gund nema. Dema ku li gund bû carna bi heywanên me re mijûl dibû. Mihî û berxên me gelek bûn. Bi wan re mijûl dibû. Di dema palehiyê de paletî dikir. Yanî her kar dikir. Fedakar bû.
Li Stenbolê sê salan ma. Xwendekar bû, diçû dibistanê. Em wê demê li gund bûn. Piştî ku lîse qedand êdî dewam nekir. Di Adaa 1993’an de hat gund. Dema Newrozê bû. Li gel 5-6 gundên li derdorê tevlî pîrozbahiya Newrozê bû. Wê salên pîrozbahî û şahiyên mezin hatin lidarxistin.
Hin gundiyên beşdarî Newroza heman salê bûbûn cerdevanî qebûl kirin û rahiştin çekê. Hinekan jî ranehiştin çekê. Ji gundê Axkîsê ku şêst-heftê mal lê bûn, tenê 5-6 kesî rahiştin çekê. Gundê Bêgirî yê li hemberî me bi temamî cerdevanî qebûl kir. Navê gundê me Hêşet bû. Li gundê me jî ji bilî malbata me her kesî serî tewand. Her sê gund ji xwe bi hev ve girêdayî bû; yanî dibistana me, ziyaretgeha me, ava me, pişta me, her tiştê me yek bû.”
‘PIŞTÎ KU ÇÛ GERÎLA LEŞKER TIMÎ HAT GUNDÊ ME’
Dayika Hediye qala roja tevlîbûna Salîh a li nava refên gerîla kir û got, “Roja ku çû, hatin gund. Êvarê ji min re got, ‘Dayê…’ Min got,’ Çi bû kurê min?’ Got: Dayê, ez ê biçim Axkîsê’. Min jê re got, ‘Tu yê ji bo çi biçe Axkîsê kurê min?’ Dereng bû, neçe. Got, ‘Dayê ji keya re nivîsek hatiye. Ez biçim lê binerim bê ji bo çi hatiye’.
Keyayê me û yê Axkîsê yek bû. Got, ‘Ez ê biçim gel keya, ka binihêrim bê nivîs çi ye’. Ji min hebû ku çûye Axkîsê. Min jî got, ‘Temam kurê min’.
Piştî demekê keça xalê wî hat, ku piştî demekê tevlî bû û hestiyên wê gihîştibû me. Min got, ‘Xêr e’. Got, ‘Edîp hat’.
Çend mêvanên me hatibûn malê. Li hev kom bûbûn û çûbûn. Welhesil, kurê min hat. Min jê re got, ‘Kurê min, dereng bû, em biçin malê’. Got, ‘Dayê ez ê ji bo kaxiza li keya biçim Axkîsê’. Çû. Wê şevê ji me hebû ku çûye Axkîsê. Lê çûye, vegeriya ye. Vegeriya hat, ket destê min, em çûn malê.
Yek ji gundiyan ji pişt me bang kir, got ‘Edîp, Edîp’. Got, ‘Çi ye?’ Got, ‘Were em biçin gel ciwanan, biaxivin’. Mîn jî got, ‘Biçe li mala xwe sohbetê bike. Ew nayê’. Got, ‘Çima neyê?’
Min jî got, ‘Her kes çû mala xwe, dema xwarinê ye. Di vê saetê de kes naxwaze derkeve derve. Bû dereng, bila her kes biçe mala xwe’. Got, ‘Wellehî, ji zarokan re bibêje, bila bên’ç Kurê min got, ‘Dayê, tu biçe, ez ê bêm’. Xwedê şahid e, ji wê şevê û pê ve min ew careke din nedît. Bû dîtina dawî, min ew careke din nedît.
Ji gundê me bi giştî pênc kes çûn; sê keç û du mêr. Yek jî ji gundê Bêgirî çûbû. Şeş kes bûn. Du ji yên ji Bêgirî çûn vegeriyan, yên me venegeriyan.
Gundiyan gelek pirsgirêk derxistin, gotin, ‘Zarokên me birin’. Gerîla jî hatin gund û gotin, ‘Me kes bi zorê nebir. Her kes bi daxwaza xwe tê, yên nexwazin bê kes nikare wan bi zorê bibe’. Lê belê yên me çûn û careke din venegeriyan. Piştî ku ew çû, her roj leşker dihatin gund. Halê me perîşan bû. Niha jî polîs tên dipirsin.”
‘DEWLET HAT MALA ME, PEZÊ ME ŞEWITAND’
Dayika Hediye anî ziman ku ji ber ji gundê wan tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, leşkeran gelek caran avêtin ser gundê wan û got, “Dewlet hat malên me şewitand. Agir berdan şeş malên me. Li jor gundikê me hebû. Wellehî çar sed mihî telef bûn, şewitandin. Malên me, kadînên me, her tiştên me yên li gundik şewitandin.
Piştî ku hate şewitandin em hatin Stenbolê. Ew 23’ê Nîsanê çûbû; ez jî di 11’ê Mijdarê de hatim vê derê. Ji tirsa dewletê bi lez û bez me koç kir. Li gund şert û mercên jiyanê nehiştin.”
‘XEYALA WÎ TEVLÎBÛNA LI NAVA PARTIYÊ BÛ, DILSOZÊ PARTIYÊ BÛ’
Dayik Hediye diyar kir ku Salîh da pey xeyalê xwe, dilsozê partiyê û got, “Gelekî bi partiyê ve girêdayî bû, partîzan bû. Mirovekî xwende û zane bû. Li vê derê (Stenbol) 2 caran hatibû binçavkirin. Carekê di 15’ê Tebaxê de carekê jî di 1’ê Gulanê de hate binçavkirin. Dema ku 15’ê Tebaxê hate binçavkirin 3 mehan girtî ma. Wellehî gelekî êşkence lê kirin, gelekî zilm lê kirin. Pîrka me, dema ku ew hate berdan û hat malê, ew nas nekiribû. Gotibû, ‘Kurê min Edîp tu ye?’ Wê jî gotibû ‘Bel ê pîrkê ez im’. Ewqasî lê dabûn. Dema ku derket êdî nikarîbû bixwanda.
Me jê re got, ‘Em te bizewicînin’. Got, ‘Ez nazewicim’. Min got, ‘Biçe Stenbolê, karê bexçeyê bike, em kar ava bikin. Zivistanê em ê jî bên Stenbolê’. Ji me re digot, ‘Ev gotinên vala ne, ez nikarim li vê derê bimînim’. Ji roja ku çûye û vir ve em dikin ax û wax, digirîn, dinalin. Kêliyekê jî em wî ji bîr nakin, lê belê tiştek ji destê me nayê.
Xeyalê wî partî bû. Piştî wî ez çûm Newrozan, 8’ê Adarê, li ku derê mîtîngek hebe çûm wê derê. Ji sê salan û vir ve em bi tenê man; tenê ez û bavê wî. Keçik zewicîn û çûn. Dil û aqlê me timî bi wan re ye.”

