Li bajarê Bend ê eyaleta Oregon a DYE’yê, êrişeke çekdarî li ser dibistaneke seretayî hate kirin. Di encamê de sê zarokên 5, 8 û 11 salî û mamosteyek hate kuştin. Hate ragihandin ku êrişkarê 16 salî jî hate kuştin. Li gorî agahiyan êrişkar ji heman dibistanê bû.
Di êrişê de her wiha zarokekî 7 salî û mamosteyekî 54 salî jî bi giranî birîndar bûn.

