Mehmet Dûrak Karak ê ku 30 sal in girtî ye û berdana wî tê astengkirin, kurê wî Omer Karak (40) di 30’ê Tebaxê de ji ber qeyran dil jiyana xwe ji dest da. Malbat ji bo Mehmet Dûrak Karak ê ku par sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Erzînganê bûbû beşdarî cenazeyê kurê xwe Omer Karak bibe serî li Wezareta Edaletê da. Lê Wezaretê bi hinceta ku dawiya hefteyê ye serlêdana malbatê red kir. Piştî vê yekê malbatê roja Şemiyê cenazeyê Omer Karak veşart.
Malbatê roja Duşemê dîsa serlêdan kir. Piştre Mehmet Dûrak Karak bi wesayîta rîngê ji Girtîgeha Erzincanê anîn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Karak di şîna kurê de bi awayekî kelepçekirî kesên tên sersaxiyê pêşwazî dike û cenderme hevdîtina bi wî re sînor kir.
Mehmet Dûrak Karak piştî çû ser gora kurê xwe, bi wesayîta rîngê birin Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Erzînganê.