Karayilan ragihand ku 15’ê Tebaxê ku weke pêngaveke leşkerî dest pê kir, beriya her tiştî tê wateya civak rastiya xwe lêpirsînkirine û got, “Bi qasî li dijî sîstema mêtingerî serî rakirin bû, li dijî bêdengiya civaka Kurd jî serî rakirinek mezin bû. Ji bo vê jî aliyên wê yên siyasî, îdeolojîk, çandî û civakî li pêş in.” Karayilan, anî ziman ku 15’ê Tebaxê wê ji niha û pê ve jî her tim weke Roja Vejînê bê pîrozkirin û got, “Pîrozkirina vê yekê ne pîrozkirina şer e. Pîrozkirina wê tê wateya pêngava ewil a li dijî koletî û mêtingeriyê ye.”
Fermandarê HPG’ê Karayilan, ji bo pirsa têkildarê siyaseta zilm û dorpêçkirinê ya dewleta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî got, “Gelo dewleta Iraqê hemû pirsgirêkên xwe çareser kirine ku niha Mexmûr weke pirsgirêk maye? Tiştên ku ew dikin eybeke mezin e. Ji bo ku li ser dewleta Iraqê zext çênebe û her tişt bi awayekî qanûnî bi rêk û pêk bi rêve biçe, weke hêzeke leşkerî em ji wir derketin û me çeper hemû radestî wan kir. Lê ew niha li heman çeperî hewl didin dorpêç bikin û li ser gelê me zextê dikin. Divê dewlet û hikûmeta Iraqê vê yekê zanibe; xirabiya li hemberî mirovên li Kampa Mexmûrê dijîn tê kirin, tê wateya xirabî li hember nirxên me kirine û em vê yekê ti carî qebûl nakin. Ev hişmendî helwestek e. Em weke Tevgera Apoyî vê yekê qebûl nakin û em ê li hember vê bêdeng nemînin. Divê bê zanîn ku ger ev nêzîkatiya li hemberî gelê wergehê bê dewam kirin, mecbûrî em ê careke din mudaxeleyê wir bikin û gerîla bişînin.”
Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Stêrk Tv’yê. Beşa yekemîn a hevpeyvînê bi vî rengî ye:
Em di salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî de ne. Di sala 1984’an de li Erûh û Şemzînanê guleya ewil hat teqandin. Li ser şert û mercên wê demê ya ku li Kurdistanê dihat jiyîn, hûn çi dibêjin?
Beriya her tiştî ez salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê Roja Vejînê li Rêber Apo pîroz dikim û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Dîsa ez Roja Vejînê li hemû gelê Kurdistanê, dostên me, dayik û malbatên şehîdên me yên qehreman, li hemû hevrê û kedkaran pîroz dikim. Ez di şexsê fermandarê nemir Egîd de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi hurmetî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Ez careke din soza ku me dabû wan dubare dikim.
Beriya Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, rewşa li Kurdistanê û bi taybetî Bakurê Kurdistanê gelek xirab û lewaz bû. Hemû Kurdistan hema bêje bibû mîna zindanek servekirî. Mîna ku tê zanîn di sala 1925’an de li dijî gelê me siyaseta înkar û tinekirinê di çarçoveya Plana Şark İslahê de dihat meşandin. Ev siyaset pêşî bi komkujiyên fîzîkî û piştre jî bi siyaseta asîmlasyonê hat dewam kirin. Ev rewş hebûna gelê Kurd xist nava xeteriyê. Nirxên neteweyî hatin qedexekirin û ji bo civak ji bîr bike her tişt hat kirin. Bi wateyeke din li ser gelê me siyaseta tirkkirinê bi rengekî dijwar hate meşandin. Ev siyaset bi zextê hate birêxistinkirin.
Di sala 1970’an de derketina Rêber Apo, li ser vê bingehê bû. Her wiha komên siyasî yên cuda jî derketin holê. Mirov dikare bibêje ku dema li Tirkiyeyê pêla çep bi pêş diket, li Kurdistanê jî vegera li cewherê destpêkiribû. Saziyên îdeolojîk û rêxistinî hatin avakirin û hin xebat hatin meşandin. Yanî lêgerîn hebû û pê re tevger destpêkiribû. Lê belê darbeya 12’yê Îlona 1980’an li Tirkiye û Kurdistanê zilmek mezin pêk anî. Bi taybetî li Kurdistanê ji bo Plana Şark Îslahê encam bigire, her tişt hat kirin.
Mînak li malan bi Kurdî axaftin hate qedexekirin. Mirov nedikarîn li malên xwe bi Kurdî biaxivin; ji ber ku ditirsiyan sîxurek ji paçê guhdarî wan bike û piştre wan gilî bike. Bi Tirkî nedizanîn û Kurdî axaftin hatibû qedexekirin. Li qadên gundan zilm li mirovan dikirin. Li cihek mîna Hîlwanê jin û mêr tazî dikirin û li qadê kom dikirin. Mirovan bi tankan ve girêdidan û li pey xwe ve kaş dikirin. Li Zindana Amedê hovîtiyek mezin hat pêkanîn. Li dijî vê hovîtiyê bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan berxwedaniyek dîrokî dest pê kir û bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ev berxwedan mezin bû. Li hember van hovîtiyên dihatin kirin deng dernexistin û tenê temaşekirin, helbet tê wateya ji mirovbûnê derketin e. Ne pêkan e kesek ku ji xwe re dibêje ez mirov im û xwedî li nirxên mirovbûnê derdikevim, li pêşberî vê bêdeng bimîne.
Ji ber vê yekê Rêber Apo destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, weke pêngava xwedîderketinê li mirovahiyê pênase kir. Yanî em bi vî rengî xwedî li mirovbûna xwe derketin. Ji ber ku ji bilî vê rêyê, rêyeke din a ku em bêjin em mirov in, nemabû. Zilm gihiştibû asta herî jor; li zindanan, gundan û her devrê li dijî gelê me êrîş dihat kirin. Li hember vê mirov çawa dikare bêdeng bimîne? Bêguman mirov nikare bêdeng bimîne. Pêngava 15’ê Tebaxê yekane rêya li dijderketina li hember vê zilm û hovîtiyê bû. Di vî alî de Pêngava 15’ê Tebaxê, pêngava xwedîderketina li mirovahiyê ye. Têkildarê rewşa beriya 15’ê Tebaxê bi giştî dikarim van tiştan bêjim.
Bandora Pêngava 15’ê Tebaxê li ser jiyana siyasî û civakî ya li Kurdistanê çi ne? Pêngav gihişt armanca xwe?
Pêngava 15’ê Tebaxê di şert û mercên wê demê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de, rewşeke ku kes hêvî nedikir pêk were. Ji ber ku cûnta sîstema xwe ya zextê avakiribû û kes nediwêriya biaxiviya. Dema pêngav li Erûh û Şemzînanê dest pê kir, mîna ku ji nava tarîtiyê roniyek bibiriqe. Ji bo civakê û gelên bindest bibû kêfxweşî û hêvî.
Wê demê Kenan Evren gotibû, “Kî vê sûcê kiribe, li kuderê û li pişt kîjan kevirî xwe veşêre, wê artêşa me di nava 72 saetan de guhên wan bigirin û derxînin pêşberî dadgehê.” Yanî 72 saetan dem da û operasyonên êrîşê dest pê kir. Helbet wan vê pêngavê mîna serhildanên berê yên klasîk hesibandin û ji ber vê wisa axivîn. Lê belê dema operasyon kirin, nekarîn kesî bibînin û piştre fêm kirin ku ev serî rakirin ne mîna yên berê ne.
Lê belê operasyon dewam kirin; di salên din de jî dom kir. Bi taybetî di salên 1985 û 1986’an de zilma li gundan dihat kirin, zêde bûn. Di encamê de ew hêvî bi şik û dudilî bi rengê ‘wê serketî be yan na?’ hate guhertin. Ji ber ku hemû serhildanên Kurdan ên beriya niha hatibûn kirin, di nava demeke kurt de hatibûn tinekirin. Wan serhildanan bi hezaran kesên çekdar bi pêşengiya Şex û Mîran dest pê kiribûn. Lê ya me ne wisa bû.
Dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir, hejmara giştî ya hevrêyên me yên li hundir 70 bûn. Wekî din, hemû hevrê tevlî çalakiyê nebibûn. Gerîlatî li Kurdistanê rêbazeke nû bû, lê civak vê rêbazê nas nedikir. Di destpêkê de dewletê jî nezanîbû. Ji bo vê jî dudilî zêde bû.
Piştre Kurdistan weke herêma rewşa awarte û qada şer hat îlankirin. Timî operasyon hebûn. Çawa ku civakê bi çavên xwe dît ku ev serî rakirin ne mîna serhildanên berê ye û têk naçe, her ku çû gerîla mîna gogek berfê mezin bû. Ji ber ku civak bi çavên xwe şahidî ji vê rastiyê re kir, baweriya wê bi demê re mezin bû.
Ya rast, mîna ku dihat xwestin me nekarî pêngava 15’ê Tebaxê bidomînin. Bi taybetî piştî şehadeta hevrê Egîd, bi rengekî ku dihat xwestin nehate dewamkirin. Demekê parastineke pasîf bi pêş ket û hin têgihînên şaş derketin holê. Lê belê di wê pêvajoyê de mudaxelekirina dîrokî ya Rêber Apo bi Kongreya Sêyemîn re pêk hat. Kongreya Sêyemîn hê jî yek ji kongreyên herî bingehîn ên dîroka têkoşîna me ye. Ji ber ku gelek tişt guherand û bingeheke mezin danî.
Piştî mudaxeleya ku bi Kongreya Sêyemîn re pêş ket, bi taybetî di navbera salên 1987-88 û 89’an de pêngav tevî têgihînên dervî xetê yên wêranker ên di şexê kesên mîna Hogir de derketine holê jî, hebûna gerîla ya berdewam hêviyek mezin di nava gel de ava kir. Gerîla bi têkoşîna xwe nîşan da ku dikare bibe hêza azadî û serketinê. Ev bawerî di nava civakê de hêdî hêdî bi cih bû. Ev bi yek carê pêş neket. Gelê Kurd berê her tim şahidî ji şikestinan re kiriye Ji ber vê yekê jî nedikarî bi hêsanî bawerî bide. Lê belê dema gel dît ev têkoşîn mayînde ye, mezin dibe û bi nûbûnê re xurt dibe, li dora wê kombûn, xwedî derketin û bi vî rengî bêhêvîtî û bêbaweriya di nava civakê de veguheriya hêvî û baweriyê. Tirs veguherî wêrekbûnê û ew civaka li ber mirinê, rêya derketinê dît û rabû ser piyan. Di nava civakê de guhertinên bi vî rengî çêbûn. Em ji vê re dibêjin Şoreşa Vejînê. Bi vî rengî em gihiştin sala 1990’î.
Di salên 1991-92-93’yan de gel bi awayekî girseyî rabûn serhildanan. Êdî ne tenê gerîla, gel jî bû hêzeke ku beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Bi vî rengî xurt bû û veguherî tevgereke civakî ya mezin. Pêngava 15’ê Tebaxê di 9 salên ewil de bi ser ket û gihîşt serketinê. Di encamê de vê rewşê di nava civakê de rê li ber gelek guhertinan vekir û şoreşeke fikrî, siyas û civakî pêk anî. Şoreşa jinê pêş xist. Di nava civakê de nûbûnek dest pê kir. Guhertineke esasî çêkir.
Ji ber vê yekê em destnîşan dikin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke çekdarî ye. Bi aliyên xwe yên îdeolojîk, çandî, civakî û siyasî tevlî bû û van hemûyan guhertineke girîng di nava civakê de çêkir. Li ser vê bingehê vejînek pêk hat û civaka Kurd veguherî civakek berxwedêr û têkoşer. Dema ev rastî derket holê, hat fêmkirin ku pêngav gihiştiye serketinê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di aliyê siyasî de mijar hat ser maseyê. Ji ber vê yekê Rêber Apo di Newroza 1993’yan de agirbesta yekemîn îlan kir. Di wê demê de Rêbertî gihiştibû wê encamê ku divê ev pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin. Ji bo vê di sala 1995’an de careke din agirbest îlan kir. Di sala 1998’an de jî agirbest îlan kir, lê piştre jî mîna ku tê zanîn Komploya Navneteweyî pêş ket. Yanî encam hatibû girtin û diviya êdî ev pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin. Lê nebû û piştre têkoşîna çekdarî dubare bû, lewra tesbîtên niha tên kirin jî di vî alî de ye.
We diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê di salên 90’î de gihiştiye armanca xwe. Hûnê derbarê sedemên ku têkoşîna we di heman astê de heta roja me ya îro dewam kiriye de dixwazin çi bibêjin?
Piştî 1993’an Rêber Apo hem di pêvajoya ku ji derve de bû hem jî di pêvajoya li Zindana Îmraliyê de, dema ku derfet ji bo çareseriya siyasî dît hewldan nîşan da. Di rastiyê de ji bo ku derfet çêbibe pir têkoşiya. Rêber Apo bi rastî jî 32 sal in ji bo çareseriya siyasî û demokratîk, bi sebir û kedeke mezin hewldanên pir cidî raber kir. Ji ber vê yekê deklarasyon weşand, gelek caran nexşerê amade kir, name nivîsand û bang kir. Yanî bi dayîna gelek kedên mezin, gelek hewldan nîşan da. Eger îro astekî çêbûye, di bin wê de keda 32 salî ya Rêber Apo heye; divê vê bibînin.
Baş e, çima ewqas dirêj kir? Bêguman ev pirs ji bo her kesî girîng e. Divê her kes ji xwe bipirse. Dema ku ez dibêjim her kes, helbet bi qasî me qesta dewleta Tirk jî dikim. Ez dikarim diyar bikim ku me di demê xwe de nekarî bibin bersiva rêbaza guhertin-veguhertinê ya Rêber Apo. Yanî di aliyê me de di vî mijarî de kêmanî hebûn. Bi awayekî giştî rewşa temamkirinê çênebû. Ev ji bo me mijara rexnedayînê ye.
Lê li gorî min sedem dewleta Tirk e ku 32 sal dewam kir. Di aliyê dewleta Tirk de pêşî di sala 1993’an de Turgut Ozal wekî serokkomar bi awayekî cidî li ser vê mijarê hizirî. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hewldan nîşan da. Lê me dît ku çi bi serê wî hat. Ji nîşka ve ket û jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê Rêber Apo di nirxandinên xwe de Turgut Ozalê wekî şehîdê demokrasiyê nirxand. Ne tenê ew, piştre Eşref Bitlîs û ew kom bi temamî hatin tasfiyekirin. Piştre komekî nû hat ser desthilatdariyê. Ev rewş rê li ber vekir ku di salên 1993- 94-95’an de şer pêş bikeve.
Dîsa Rêber Apo di sala 1999’an de agirbestê ragihand. Wê demê jî hinek aliyên li Tirkiyeyê agahî şandibûn û ne pir fermî jî be hin caran peywendî hebû. Lê bersivek çawa hat dayîn? Vê carê ne dewleta Tirk, hêzên hegemon ên kûrewî nexwestin serdemekî wiha pêş bikeve. Rêber Apo di esasa xwe de ji bo çareseriyê çûbû Romayê, lê ev çareseriyê nexwestin. Ew xwestin ku Kurd û Tirk li hev du bixin. Bi vî rengî ew jî ji vê sûd wergirtiban û siyaseta xwe ya serwer kiriban. Heqîqet ev e.
Pêşî Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D’Alema got, “dibe”; bi armanca ku ji bo çareseriyê Konferansekî Kurd were lidarxistin çû Elmanya û welatên din. Lê piştre hemû derî hatin girtin. Ji ber ku ne çareseriyê lê şer dixwestin û komployê li ser vê bingehê pêk anîn. Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît jî ne di ferqa rewşê de bû. Got, “Amerîka çima Ocalan girt û radestî me kir, min fêm nekir.” Ev jî nîşan dide ku zêde agahiya wan nebû. Komploya Navneteweyî ji aliyê hêzên kûrewî ve hate kirin.
Bi kurtasî, hem têkoşîna ji derve hem jî ya hundir hebû. Pirsgirêk ew bû ku ji derve destwerdan hat kirin û ji aliyê dewleta Tirk ve jî zîhniyeta çareseriyê pêş ne ket.
Mînak, Rêbertî di encama komployê de dîl hat girtin. Eceba dewleta Tirk xwest çareseriyê pêş bixe û pirsî, “Gelo dewletên hegemon bi radestkirina serokê Kurdan çi armanc dike, pêwîst dike ku em li ser bisekinin, gelo pêwîstî bi çareseriyeke heye.” Dibe ku piştre hêza dewletê têre nekiriye û nekariye bike. Ji ber ku di wê demê de hinek gav hatin avêtin. Mînak darvekirin hate rakirin. Kurdî qedexe bû, qedexeyê rakirin. Gavên wiha hatin avêtin, lê çareseriyeke bi kok pêş neket. Bi vî rengî hizirîn, “Jixwe Ocalan radestî me kirin, li zindanê ye, PKK nikare bêyî Ocalan şer bike, êdî hêza wan nema, pêwîst nake ku em çareseriyê pêş bixin. Em bihêlin ji demê re û bi vî rengî PKK’ê tasfiye bikin.” Zîhniyeta dewletê ne li ser çareseriyê, li ser tasfiyekirinê bû.
Heta di salên dawî de, di dema AKP’ê de derfet ji bo çareseriyê hebûn. Li Osloyê şandeyê me û şandeya dewleta Tirk ji bo çareseriyê gihiştin protokolekî hevpar. Lê hinek AKP’yî di wê demê de qala meşandina rêbaza Tamîlê kirin. Wekî ku dewleta Srî Lankayê bi pêngavekî di demekî kurt de gerîlayên Tamîl tasfiye kirin, ew jî xwestin li hemberî me heman rêbazê pêk bînin; ji ber vê yekê ew pêvajo bi ser neket û dîsa şer destpê kir.
Li gorî me, dewleta Tirk heta niha her tim bi aqilê ewlehiyê berê xwe da pirsgirêka Kurd û her tim bi mantiqê, “Em ê bi hêzên ewlehiyê re çareser bikin” nêz bû. Ji ber vê yekê çareserî pêş neket û pirsgirêk heta roja îro dewam kir. Em hêvî dikin ku ev aqil hatiye guhertin û guhertinekî paradîgmatîk hatiye kirin. Eger hatibe kirin dibe ku çareserî çêbibe. Eger nebe wê carekî din çareserî pêş nakeve.
Ev dikarim 32 salên borî wiha vebêjim. Dibe ku kêmasiyên me jî çêbûn, lê berpirsyarê sereke dewlet e ku israr kir pirsgirêkê ne bi siyasetê lê bi polîtîkayên ewlehiyê û tundiyê çareser bike.
Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û Kongreya 12’emîn a PKK’ê re ku piştî wê pêş ket, hûn ketin pêvajoyeke nû. We ji hemû cîhanê re ragihand ku wekî stratejî hûn ne têkoşîna çekdarî lê siyasetê diyar kir. Baş e, ji vê şûnde hûnê 15’ê Tebaxê li ser kijan bingehê pîroz bikin?
15’ê Tebaxê dibe ku wekî pêngavekî leşkerî destpê kir, lê aliyê wê yê çekdarî û leşkerî sembolîk e. Ev pêngav ji beriya her tiştî jêpirsîna civakê ye. Bi qasî ku serîrakirina li dijî pergala mêtînkar e, serîrakirina li dijî bêdengiya civaka Kurd e. Ji ber vê yekê aliyên wê yên siyasî, îdeolojîk, çandî û civakî li pêş e. Helbet ji niha şûnde jî 15’ê Tebaxê wekî Cejna Vejînê were pîrozkirin.
Belê, me stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kir û ketin pêvajoyeke nû. Stratejiya têkoşîna me wê bibe siyaseta demokratîk. Lê Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo hebûna gelê me, rojekî zayinê ye. Serhildan û pêngava dîrokî ya wê rojê pêk hat, rê li ber vekir ku civaka me ji nû ve bikeve ferqa xwe, xwe komî ser hev bike û bi xwedîderketina li nirxên xwe yên neteweyî xwe birêxistin bike û şoreşê bike. Rê li ber vekir ku di nava xwe de şoreşa hizrî, şoreşa civakî û şoreşekî jinan bike.
Di vê wateyê de ev rewş ji bo me her tim derbasdar e. Têkoşîna çekdarî bibe jî nebe jî wiha ye. Pîrozkirina vê ne pîrozkirina şer e; pîrozkirina derketina li dijî koletî û mêtînkariyê ye. Û ev rabûneke giştî bû. Bi vî rengî Şoreşekî Vejînê hate afirandin. Em ê her tim jî pîroz bikin. Heta divê ji niha û şûnde hê xurttir û bi moral were pîrozkirin. Ji ber ku 15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de xala werçerxê ya girîng e. Ne rojekî asayî ye. Ji ber vê yekê wê her tim bi coş were pîrozkirin.
Ev pêngav li Bakurê Kurdistanê destpê kir, lê li çar parçeyên Kurdistanê di pêşxistina yekîtî û ruhê neteweyî de bandorker bû. Ev rewş dibe ku ne di heman rojê de lê piştî wê pêş ket. Wekî hûn dizanin di sala 1988’an de li Helebçeyê rejîma Baasê ya Saddam li dijî gelê me kîmyasalê bi kar anî. Piştre pêşmerge neçarî jî Başûrê Kurdistanê vekişiya, gel jî vekişiya û bêdengiyekî çêbû. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê jî tevgera Qasimlo ketibû pêvajoya vekişînê. Yanî di salên 1989-90-91’an de bêdengiyekî giştî hebû, lê li Bakur bi Pêngava 15’ê Tebaxê re rabûnekî çêbû. Ev rewş bandor li ser tevahiya Kurdistanê kir û ji bo tevahiya Kurdistanê bû ronahî, hêvî û cesaretê da. Rolekî wiha ya neteweyî lîst. Ji ber vê yekê ji bo me rojekî girîng e. Lê organên me yên çapemeniyê û hînek hevalên me ji gelek salvegerên girîng re dibêjin Cejna Vejînê. Ev ne rast e; Cejna Vejînê yek e; ew jî 15’ê Tebaxê ye.
15’ê Tebaxê Şoreşa Vejînê afirand. Ji ber vê yekê divê gelê me 15’ê Tebaxê wekî Cejna Vejînê bibîne û dîsan bi coş pîroz bike. Li ser vê bingehê carekî din hemû şehîdên 15’ê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînim; bêguman ev bi saya wan pêk hat.
Di nîqaşên li ser pêvajoyê tên meşandin de ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran tê diyarkirin ku PKK’ê ji xwe hatiye vê rewşê ku nikare li Bakur çalakiyê bike, wekî tevger hûn lewaz ketine û hûn tenê dikarin li Başûr û Rojava hebûnê nîşan bidin. Hûn ji bo vê çi dibêjin?
Bêguman ev îdiayên şerê taybet in. Ew her tiştî li gorî xwe dinirxînin. Lê heqîqet ne wisa ye. Yek ji teorîsyenên sereke yê şer ên cîhanê Clausewitz, dibêje, ‘Şer wekî bazirganiyê ye, divê bi nêrîna sûd û zirarê were plankirin û rêvebirin.’ Tirkiye her çiqasî vê heqîqetê îtiraf nake jî, em dizanin ku Gladioya NATO’yê dixwaze li Bakurê Kurdistanê hevsengiya şer biguhere. Ji ber vê yekê jî derfet dan dewleta Tirk ku SÎHA’yan çêbikin. Yanî bi armanca ku bikaribe bi xwe bike, derfetê dan. Derfetên wekî parçeyên hesas dikarin ji ku derê peyda bikin, formulasyon çawa ye hwd. pêşkeş kirin.
Di salên 2016- 17- 18’an de me dît ku teknolojî têk çûye, li ser vê bingehê îstîhbarat hatiye xurtkirin û li dijî van tevî hinek hewldanan jî hêzên me ji bandora gerîlayên klasîk rizgar nebûye. Me fêm kir ku eger wiha dewam bike û li Bakur em şerê bidomînin, em ê windahiyên mezin jiyan bikin û zirarê bikin. Ji ber ku tecrubeya me heye. Di wê demê de yanî di sala 2018’an de me nêzîkatiyeke nû pêş xist. Ev çi bû? Ya yekemîn; gerîla ji nû ve were vesazkirin, gerîlayên pispor û profesyonel werin afirandin. Me nekarî vê di demê xwe de û bi lez pêş bixin, lê hewldan destpê kirin. Ya duyemîn jî nêzîkatiya ku ji Bakur re zêde hêz neyê şandin, pêş ket. Ji ber ku eger zêde bihata şandin, wê windahiyên me jî bi heman rêjeyê zêde bûban.
Suleyman Soylu û hîn rayedarên dewleta Tirk vê nêzîkatiya me ya taktîkî di aliyê xwe de wekî serkeftin û zemîna encamgirtinê nirxandin. Rastî ne wisa ye. Me di vê nuqteyê de zêde zirar nekir. Windahiyên me çêbûn, lê dibe ku me windahiyên giran jiyankiriba. Bi meşandina vê rêbaza taktîkî re me di astekî diyar de hêza xwe parast. Me bi hêzekî kêm re meşand. Aliyekî wiha kûr a vê nêzîkatiya me ya taktîkî heye. Lê ev ji bo meşandina şerê taybet vê wekî wesîleyekî bikar anîn, gotin, “Me wan qedand, bi hejmarekî kêm man û hwd.” Lê ev rewş rastiyê nîşan nedida.
Helbet di aliyê me de hat dîtin ku heta ku gerîlayan bi rê û rêbazên ku xwe dispêre nêrîna profesyonel û nûjen, perwerde nekin, divê zêdetir hêzê neşînin Bakur. Mînak ji ber vê rewşê hinek çalakî hatin kirin û me van di daxuyaniyan de parve kir, lê ev rewş zêde nehat dîqetkirin. Mînak, çalakiyên ku di sala 2022’an de li Mêrsînê, di sala 2023’an de li Enqereyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir û dîsa di sala 2024’an de li Enqere TUSAŞ’ê ku kes nikarin bikevin û xwe bigihînin van deran, hatin kirin jî di vî aliyê de peyamek bûn. Wateya vê peyamê ev e, “Em dikarin li her derê û bi her şêweyê çalakî bikin. Hêzekî ku bi vî rengî profesyonel çalakiyên wiha sofîstîk dike, dikare vê şerê li her derê bimeşîne. Lê em vê bi awayekî berfireh nameşînin.” Lê tevî vê jî dibêjin, “Em xurt in, me jixwe wan li Bakur bêbandor kir û neman.” Lê amadekariyên ku tevgerê di demên dawî de dikir hebûn. Dikare bê gotin ku ji aliyekî ve ev derketina Rêber Apo û banga wî di pêvajoyekî pir krîtîk de pêk hat. HPG’ê çend salan in amadekarî dike. Di astekî diyar de tarzê taktîkî girt, doktrîna şer nû kir. Li ser vê bingeha doktrînê baweriya ku Bakur jî di nav de dikare li her derê encamê bigire pêş ket. Bi perwerde û lêhûrbûna di salên dawî de pêk hat re, hem di aliyê taktîkî de hem jî di aliyê teknîkî de kûrbûn çêbû.
Niha ew dibêjin ku wan li Bakurê Kurdistanê hevsengiya şer bi rêya ÎHA û SIHA’yan kişandine aliyê xwe. Ev rast e. Em li dijî vê bêparastin bûn. Lê me bi demê re parastina xwe ava kir. Edî em gihiştin derfeta ku pergala parastina hewayî bi dest bixin û pêk bînin. Û em gihiştin wê derfetê ku di sala nû de vê zêdetir pêş bixin. Ji ber vê yekê di serdema nû de, di zêdetir çêkirina hevsengiyê de, di pêkanîna pergala parastina hewayî de, di pêşxistina rêbazên taktîkî yên nû de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê-HPG’ê gihişt astekî diyar. Eger ev pêvajo pêk nehatiba, sala 2025’an ne bi awayekî asayî, lê bi awayekî cuda derbas bûba. Lê hîna di destpêka salê de, di 27’ê Sibatê de banga dîrokî ya Rêber Apo çêbû û her tişt li gorî wê hate dizayn kirin. Di nava gerîla de ev potansiyel, tecrube, kûrbûn û lêhûrbûn heye. Hem di aliyê teknîkî de hem jî di aliyê taktîkî de bi afirandina kûrbûneke nû, rewşa meşandina pêngavên nû heye. Amadekariyeke wiha ya gerîla hebû, lê em û gerîla bawerî bi Rêber Apo tînin. Dema ku Rêber Apo got, ‘bisekinin’ gerîla jî li gorî wê van pêk neanî û rawestand.
Heqîqet bi vî rengî ye. Me berê jî dem bi dem qala van kir, lê wekî ku em gef dixwin hat fêmkirin. Lê rastî ev e. Ewqas balafirên keşfê hatin xistin. Herî dawî di meha Nîsanê de Akinci ku dewletê gelek baweriya xwe pê dianî, hate xistin. Tam ji bilindahiya 9645 metreyan hate xistin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku êdî ew çek jî nikarin gerîlayan bixin zehmetiyê, li hemberî wan jî çare hatiye dîtin. Bi kurtasî ciwanên Kurd, aqilê Kurd di rêya ku Rêber Apo vekir de di siyaset, stratejî, taktîkî û teknîkî de xwedî astek e. Divê ev yek were dîtin. Helbet ev ne mijarên ji rêzê ne, xisûsên stratejîk in.
Li gorî agahiyên ku îro hatin wergirtin, dewleta Iraqê gelek leşker li dora Wargeha Mexmûrê bi cih kiriye. Şandeyeke li wê derê têkildarî hinek xisûsan zextê li wargehê dike û dixwaze Mexmûrê dorpêç bike. Herwiha ew demekî ye zextên li ser wargehê zêde bûne. Hûn dixwazin di vê mijarê de çi bibêjin?
Di destpêkê de gelê me yê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi rêzdarî silav dikim. Em di salvegra 11’emîn a êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê de ne ku 6’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat. Gelê me yê li Mexmûrê li dijî DAÎŞ’ê bi qehremanî li ber xwe da û şehîd da. Ez hemû şehîdên berxwedana Mexmûrê di şexsê heval Denîz Firat de bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me daye wan, careke din dubare dikim.
Di wê pêvajoyê de dewleta Iraqê li wê derê tunebû, her kes reviya lê gelê Mexmûrê li wê derê ma. Yên ku wê demê ji wê derê reviyan, niha hatine bi zextê û rêbazên cuda re bi awayekî neheq dixwazin li wê derê serwer bin. Di hemû civakan de kesên ku bi doza xwe re girêdayî ne, ji bo têkoşîn û doza xwe fedakariyê dikin, serî li hemberî tu êrîşan natewînin û li ber xwe didin, kesên birûmet û hêja ne. Gelê me yê li Wargeha Mexmûrê jî wiha ye. Mirovên birûmet û serfiraz in ku bi salan in girêdayî doza xwe ne û serî li hemberî tu kesî natewînin.
Ev mirovên me, hê ji destpêkê ve ji bo ku serî li hemberî zextên dewleta Tirk netewîne, çetevaniyê qebûl neke, nebe leşkerên hinên din û çekên wan nerakin mal û derên xwe hiştin û bûn penaber. Gelo mirov dikare bi vî rengî nêzî kesên ku xwedî vê dîrokê ne nêz bibin? Qey dewleta Iraqê hemû pirsgirêkên xwe çareser kiriye niha jî Mexmûr maye pirsgirêk? Tişta ku dikin şerm e.
Em dizanin ku gelek pirsgirêkên dewleta Iraqê hene. Dewletên derdor bi awayekî hewl didin van bixin kontrola xwe û di nava wan de tevdigerin. Ew jî qet şerm nakin û bi ev qas leşkeran re diçin derdora Mexmûrê digirin. Me mewziyên xwe radestî artêşa Iraq kir û ji wê derê vekişiyan. Bi rastî jî em ne li bendê bûn ku wiha nêz bibin. Ew jî wê demê gotin, “Temam em ê vî gelî biparêzin, ew mêvanên me ne.” Em niha dipirsin, “Hûn wiha nêzî mêvanên xwe dibin?” Çi dikin? Dorpêç kirine, ambargoyê pêk tînin; nexweşan bêyî destûr naşînin ji bo tedawiyê; destûr nadin ku pêdîwiyên xwe pêşwazî bikin. Li ser van hemûyan jî niha hatine dibêjin, “Em ê derdora wargehê têl bikin.” Yanî dixwazin bikin kampa êsîran. Ma hûnê gelê Mexmûrê yê berxwedêr û birûmet êsîr bigirin? Ne şerm e. Ma hêza we têra wan dike?
Divê were zanîn, eger ev nêzîkatiya li dijî gelê wargehê dewam bike, em ê ji neçarî dîsa mudaxileyê wê derê bikin û dîsa gerîlayan bişînin wê derê.
Em ji bo ku zext li ser dewleta Iraqê neyê kirin û her tişt bibe qanûnî ji wê derê vekişiyan û mewziyên xwe ji wan re hişt. Ew jî niha ji heman mewziyan dorpêçê zêdetir dikin û li ser gelê me zextê dikin.
Divê dewleta Iraqê û hikûmeta wê vê yekê bizanibe; Xirabiya li hemberî kesên ku li Wargeha Mexmûrê jiyan dikin, xirabiya li dijî nirxên me ne û em ê vê tu carî qebûl nekin. Ev nêzîkatiyek dijminane ye. Em wekî Tevgera Apoyî vê qebûl nakin û li dijî vê bêdeng nemînin.
Ev ne pêkanînên mirovî ne. Ne cihê wê di hiqûqê de heye ne jî nêzîkatiyeke mirovî ye. Ev wargeh 30 sal in wê derê ye. Heta niha çawa jiyan kiribe wê ji niha û şûnde jî wiha jiyan bikin. Hûn in ku dixwazin destwerdanê lê bikin.
Ew gel li wê derê li ber xwe da, bi vê berxwedanê re Hewlêr û derdora wê parast. Eniyeke ku têk naçe ava kir û dîrokek afirand. Lê dixwazin dora wê dorpêç bikin û veguherînin kampa êsîran. Divê dewleta Iraqê dev ji van kiryarên xwe berde, ev ne kiryarên exlaqî û mirovî ne.
Kurdên ku di nava pergala dewletê de cih digirin hene. Dîsa yên ku di nava dewletê de ne û dibêjin ku ew Kurdan hez dikin, li gel berxwedana wan e, hene. Ez bang li wan dikim. Di serî de bang li Serokkomarê Iraqê Birêz Dr. Latîf Reşît dikim; Divê dest biavêje vê mijarê. Serokkomarekî ye. Li welatê ku ew lê Serokkomar e, ev qas zilm li Kurdan nexasim zilm li Kurdên berxwedêr ku xwedî dîrokekî ne, tê kirin. Li hemberî vê divê bêdeng nemîne. Em hêvî dikin ku li ser vê raweste. Divê dorpêça li ser Mexmûrê bi dawî bibe. Dixwazin ji hundir û derve mudaxileyê wargehê bikin. Divê ev yek nebe.
Her wiha divê gelê me, bi taybet jî gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê û her kes xwedî gelê li wargehê derkeve. Divê li dijî van pêkanînên dewleta Iraqê derkevin. Divê tu welatparêz û alîgirê demokrasî û azadiyê li hemberî van zextan bêdeng nemînin. Banga me ji bo her kesî ye. Kes nikare wiha heqaretê li gelê me yê li wê derê bike, nikarin zextê li ser rûmeta wan a bi ked û berxwedanê hatiye afirandin, bike. Mafê tu kesê nîne ku wiha bike.
Em dizanin ku gelê me yê li wê derê wê serî li hemberî tu kesî netewîne û wê ew derê veguherînin qada berxwedanê. Em nizanin bê ka kijan dewlet ji rayedarên Iraqê re çi gotine, lê wexta ku tu zirarê gelê li Mexmûrê ji wan re tune ye, çima wiha dikin? Nexwe talîmatên hindekan bi cih tînin. Ev rewş ji bo wan bi serê xwe şerm e. Û divê ev yek tavile bi dawî bibe. Bendewariya me di vî aliyê de ye.
Li ser vê bingehê ez carekî din gelê me yê li Mexmûrê yek bi yek bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ez bawer dikim ku têkoşîna wan û têkoşîna hemû gelê me wê hevdu temam bikin. Ez dizanim ku tu kes nikare ji wan re gav paşde bide avêtin û bi baweriya ku wê gelê li Mexmûrê bi ser bikeve serkeftinê ji wan re dixwazim.