Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa kir ku 4’ê Mijdara 2019’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan bi van gotinan qala şehîd Koçero Urfa kir:
“Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, gelek fedaî û leheng kir malê dîrokê. Van fedaî û lehengan bi jiyan, ked, sekn û fedakariya xwe temsîla astekê kirin. Yek ji van lehengan jî hevalê Koçero bû.
Heval Koçero bi navê xwe yê din Metîn Arslan bi eslê xwe ji Rihayê ye, lê belê li Nîzîpê ji dayik dibe. Weke ku tê zanîn Nîzîp ser bi Dîlokê ve ye. Ji malbata Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê hîn ji zarokatiyê ve Rêber Apo meraq dike, dixwaze wateyê bide pêngava wî. Bi taybetî di dema cûntaya 12’ê Îlona 1980’î de zextên gelekî mezin hebûn. Hevalê Koçero jî wê demê 10-11 salî bû, diçû dibistanê. Lê belê meyla xwe nebû ku biçe dibistanê; her tim meraq dikir bê wê kengî û çawa bibe gerîla. Meraq dikir bê ‘Gerîla çi ye?’ û Rêber Apo meraq dikir. Zarokatiya wî bi vî rengî derbas bû. Gelek caran li malê aciz dibû, diçû Amarayê, li gel metka xwe dima, yanî il gel Dayika Uveyş dima. Hewl dida ji wê hîn ibe bê Rêber Apo yekî çawa ye. Li wir hinekî bêhn dihat ber wî. Ji ber vê yekê mehên havînê diçû gel Dayika Uveyş.
BI TEŞWÎQA DAYIKA UVEYŞ DIÇE ZANÎNGEHÊ, LÊ BELÊ ARMANCA WÎ YA ESASÎ GERÎLA YE
Ya rast naxwaze biçe zanîngehê, lê belê malbata wî dixwaze. Ji ber ku fikra wî ya esasî tevlîbûna li nava refên tevgerê ye. Lê belê bi teşwîqa Dayika Uveyş diçe dibistanê. Lê guhdarî dike. Li Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîrê li beşa Aborî-Maliyeyê dixwîne. Dema ku diçe dibistanê ji malê vediqete û li zanîngehê dest bi kar dike. Piştî demekê têkiliyê bi tevgerê re datîne. Beşdarî nava karên Komalên Ciwan dibe. Ciwanên ku dixwazin tevlî nava tevgerê bibe bi rêxistin dike, dişîne. Her wiha li zanîngehê karê propagandayê dike.
Hevalê Koçero herî dawî dibe berpirsyarê giştî yê zanîngehê. Lê êdî dixwaze jê derkeve. Li gel çend hevalên xwe di sala 1992’an de tevlî dibe. Xwe digihîne Heftanînê. Li Heftanînê beşdarî dewreya şervanên nû dibe. Wê demê hevalên zanîngeh xwendin, ji pêşketinê re vekirî bûn, ji Heftanînê ber bi Qada Rêbertî, ber bi akademiyê dihate şandin. Di nava komeke hate şandin de ew jî hebû. Diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz. Li wê derê Rêber Apo dibîne. Ji xwe bi hesreta dîtin û naskirina Rêbertî bû.
Hevalê Koçero hevalekî welê bû ku gelekî dixwend. Li qada Rêbertî bi qasî salekê dimîne. Perwerdeya dewreyê dibîne, piştre di kûrbûnan de dimîne. Di pêvajoya kûrbûnê de axaftinên Rêbertî yên heta wê demê belgeyên kongre û konferansan dixwîne. Hem lêkolîn dike, hem jî xwendinê ji xwe re dike esas. Ji ber vê yekê dema li Qada Rêbertî dimîne xet û pîvanên Rêber Apo nas dike; fêhm dike ku rewşeke malbatî nîne, ev yek meseleyeke îdeolojîk e. Hîn dibe ku divê xwedî pîvan be û bi vî rengî xwe kûr dike.
Piştî Qada Rêbertî di sala 1993’an de li Zelê tê wezîfedarkirin. Demekê li Zelê dimîne, piştre derbasî eyaleta Zagrosê dibe. Li eyaleta Zagrosê di karên leşkerî de cih digire. Destpêkê fermandariya tîm, piştre yekîne, dem bi dem jî di fermandariya biryargehê de cih digire.
HER TIM XWE WEKE XIZMETKARÊ TEVGERÊ DIDÎT
Yek ji taybetmendiyên esasî yên hevalê Koçero ew bû ku bi perwedeya ji Rêber Apo wergirtî gelekî dilsozê xetê bû. Di sîstema leşkerî de hevalê Koçero xwe gihand heta asta fermandariya eyaletê. Herî dawî Fermandarê Eyaleta Garê bû. Lê belê bi giranî li qada perwerdeyê xebitî û ked da. Ji xwe hevalekî welê bû ku gelekî dixwend, di felsefe û îdeolojiya Apoyî de gihîştibû astekê. Xwe li ser xeta rêxistinî û îdeolojîk kûr kiribû û bi vî rengî bûbû milîtanekî Apoyî yê bi pîvan. Di rêbaza jiyanê de pîvan ji xwe re dikir esas. Xwedî sekneke cidî û kûr bû; di sekna wî de sistbûn tine bû. Hewl nedida bibe xwedî kariyer; gelekî dilnizm, bi hurmet bû. Bi vî rengî di nava hevrêyên li derdora xwe bûbû cihê hezkirinê.
Mînak, nedixwest kes zanibe ku ew kurê xalê Rêber Apo ye. Hevalan di navbera xwe de digotin, lê belê wî nedixwest kes pê zanibe. Bi vî rengî nedixwest wezîfeyê bike û bigihêje cihekî; xwe timî weke xizmetkarê tevgerê didît. Dixwest hîn bêhtir xizmetê bike û bibe milîtanekî Apoyî. Wezîfeya xwe ya esasî, ya ku bi eşq dikir ev bû. Ji ber vê yekê bi salan li perwerdeyên akademiyê ma.
Akademiya Apollo ji beşan pêk tê; beşên îdeolojîk, leşkerî û teknîkî. Bi giştî 10 dibistan e. Hevalê Koçero li temamiya van akademiya kedeke mezin da. Bi roleke gelekî girîng rabû, bi sedan, bi hezaran gerîla perwerde kir. Ji bo xet û îdeolojiya Rêber Apo di nava gerîla de bi pêş bikeve kedeke mezin da. Hem bi sekna xwe ya cidî hem bi jiyana xwe bi pîvan xwe gihand wê astê ku pêşengiyê bike. Hem ji aliyê îdeolojîk, felsefî û rêxistinî hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir.
XWE GIHAND WÊ ASTÊ KU BI KEDA XWE PÊŞENGIYÊ BIKE
Di Kongreya 11’emîn a PKK’ê de ji bo Endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Hevalê Koçero endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê bû. Ji xwe Fermandarê Giştî yê Akademiyên Apollo bû, pêşengî dikir. Xwe gihand wê astê ku bi keda xwe pêşengiyê bike. Ev yek bi temamî bi keda wî bû.
Hevalekî gelekî dilsozê wezîfeyan bû. Ji bo wezîfeyan bi serketî pêk bîne gelekî hewl dida, bi rengekî cidî nêzîk dibû. Bi hevalê Koçero re tiştekî weke taloqkirina wezîfeyan an jî nêzîkatiyeke xemsariyê tine bû. Her hevalekî ku hevalê Koçero nas dike, bi van taybetmendiyên wî ew nas dikir. Bi hurmeta xwe ya li hevalan û nirxan, bi dilsoziya xwe ya ji bo xeta Rêber Apo û xeta şehîdan, bi sekn û jiyana xwe, gotin û pratîka xwe temam dikir. Lewma di nava hevalan de gelekî dihate hezkirin. Fermandarekî bi vî rengî bû.
JI BO KOÇERO YA ESASÎ PÎVAN BÛ, LI DIJÎ TASFIYEKARAN SEKNEKE ZELAL NÎŞAN DA
Ji bo hevalê Koçero pîvan esas bû. Mesela, di pêvajoya tasfiyekariyê de, di salên 2003-2004’an de ji nava me komeke tasfiyekar derket. Di nava wê komê de Ferhat jî hebû. Yanî Osman Ocalan. Ferhat ji bo koma tasfiyekar serwer bike serî li gelek rê û rêbazan dida. Yek ji van rêbazan jî hemşerîtî, malbatperestî bû. Digot; ‘rêveberiya tevgerê li dijî Rêbertî ye, lê bi eşkere nabêjin ew li dijî Rêbertî ye. Ji ber vê yekê dibêjin ew li dijî Rihayiyan e’. Ji ber ku di nava koma tasfiyekaran de Rihayî jî hebûn. Li hemberî van îdîa û gotinan, sekna hevalê Koçero, sekna têkoşer a hin hevalên ji heman herêmê ev îdîa û gotinên koma tasfiyekar pûç kir.
Ferhat nikarîbû zêde xwe nêzî hevalê Koçero bikira, ji ber ku hîn ji destpêkê ve li Zelê fêhm kiribû ku ji gel Rêber Apo hatiye, li şûna hemşerîtî û xizmtiyê bi xetê ve dilsoz e, xwendiye, xwedî pîvan e, dilsozê xeta Rêber Apo ye, nabêje xizmê min e, hemşeriyê min e. Ferhat baş bi vê yekê zanî bû. Ji ber vê yekê jî li ser her kesî dilîst, lê belê xwe ji Koçero vedigirt. Ji ber ku zanîbû ku Koçero wê bersiva pêwîst bide wî û ji bilî xeta Rêber Apo wê ji tiştekî din re nebêje erê.
Hevalê Koçero bi sekn, gotinên xwe zelal bû. Normal yekî bêdeng bû, lê belê yekî ku pê re diyalog datanî, pê re dima, zanîbû ku ev kes tenê dilsozê xet û pîvanên Rêber Apo ye; ne yekî welê ye ku bê xapandin, xwedî sekneke bi biryar e. Lewma yekî pê re diyalog daniya, pê re nîqaş bikira, ev rewş fêhm dikir.
FIKIR Û ÇALAKIYA WÎ YEK BÛ, XWE BI TEMAMÎ DABÛ DOZÊ
Hevalê Koçero jiyana xwe bi temamî da dozê, ji bilî vê li tiştekî din nefikirî. Mînak, li gel ku nexweş bû guh nedida nexweşiya xwe. Xwe bi temamî dabû dozê. Hemû hewldanên xwe ew bû ku hîn bêhtir xizmetê bike. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî bû lê belê welê nedihat dîtin; gelekî kedkar bû. Bi saziyan re eleqedar dibû, bi hevalan re eleqedar dibû, di heman demê de plansaziya akademiyan bi temamî dimeşand. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew e ku fikir û pratîka wî yek bû. Xwe gelekî bi pêş ve biribû. Dibe ku Apoyî hemû bi vî rengî ne, lê belê taybetmendiya esasî ya hevalê Koçero yekbûna fikir û çalakiya wî bû; çawa ders dida bi heman rengî jî dijiya.
Dibe ku ne çar bi çaran bû; mînak di rêxistinî, plansaziyê de bêguman kêmasî çêdibûn. Em nikarin bibêjin hevalekî çar bi çaran bû lê belê di xeta Rêber Apo de fedakarî bi pêş ve bir. Weke fedaiyekî, weke kedkarekî bê kêmasî xizmet ji tevgerê re dikir. Dibe ku di mijara rê û rêbazan de her tiştên xwe çar bi çaran nebû, lê belê weke ku min got, bi sekn, pîvanên xwe yekî pêşeng bû. Asteke xwe ya îdeolojîk, felsefî û leşkerî hebû. Di nava têkoşîna me de xwedî ked bû; li ser gelek hevalên me, gelek kadroyên me keda hevalê Koçero heye. Me jî demeke dirêj bi hev re kar kir. Bi giştî têkildarî me jî keda xwe heye.
HÊZA XWE HEMÛ JI BO SERXISTINA DOZÊ BI KAR ANÎ
Hevalê Koçero li Herêmên Parastinê yên Medyayê 4’ê Mijdara 2019’an bi rêbaza sûîqestê bû hedefa êrîşa hewayî ya dijmin. Li gel komek ji hevalan bû. Civînên wan hebûn, hin heval birîndar bûn, lê belê hevalê Koçero şehîd bû. Tenê hevalek şehîd ket; ew jî hevalê Koçero bû. Civîn birêve dibir. Dibe ku dijmin ewqasî texmîn nedikir, ji ber ku girtî bû, bê şensî bû. Ji bo me windahiyekî girîng bû.
Hevalê Koçero hevrêyekî welê bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo şoreşê dikarîbû hîn bêhtir rol bilîsta. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe, 28 salan bê navber xizmet ji tevgerê re kir; demeke dirêj dikarîbû xizmet bikira. Yekî ji rêzê nebû, mirovekî dozê bû. Ji bo dozê xwe feda kir. Hêza xwe, hunera xwe hemû ji bo serxistina dozê bi kar anî.
JI BO ME ŞEHADETA WÎ GELEKÎ GIRAN BÛ, DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN
Weke ku min got, hevalekî welê bû ku dikarîbû hîn bêhtir rol bilîsta, xizmet bikira. Ji ber vê yekê jî şehadeta wî ya nedihate hêvîkirin, dibe ku mijara nîqaş û lêkolînê ye, lê belê em ne li bendê bûn ku li wê derê windahiyeke bi vî rengî bidin. Dayina windahiyeke bi vî rengî ji bo me cihê xemgîniyeke mezin û giran bû.
Em dixwazin xwedî hevalên weke Koçero derkevin, bidin jiyîn. Em dixwazin xwedî li bîranîna wan derkevin, ji bo kêmaniya wan nedin hîskirin, dixwazin xewn û xeyalên wan pêk bînin. Tenê bi vî rengî em dikarin wan temsîl bikin. Ji ber ku divê em doza hevalên bi vî rengî yên durust û samîmî teqez bi ser bixînin. Wezîfeya me ev e. Em deyndarê leheng û hevalên bi vî rengî yên pêşeng in. Weke ku min got, divê em wezîfeya xwe pêk bînin, doza wan bi ser bixînin. Divê em bidin ser şopa van lehengên ku xwe feda kirine û bibin milîtanên xeta Rêber Apo. Em bi vî rengî dikarin berpirsyariya xwe ya li pêşberî van lehengan bi cih bînin. Em çiqasî li ser xeta Rêber Apo sekneke bi biryar nîşan bidin, çiqasî hevrêtiyeke têrker bi Rêber Apo re dînin, em ê ewqasî jî bersivê bidin berpirsyariya xwe ya ji bo şehîdên leheng. Li ser vê bingehê divê em di têkoşîna azadiyê de xwedî li wan derkevin. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin, ‘Koçero namire, şehîd namire’.”