Di demeke ku herêma Rojhilata Navîn di asta herî bilind de şer û kaosê dijî û êrîş û pevçûnên di navbera DYA-Îsraîlê de derbasî qonaxekî nû bûye de, pêşeroja van guhertinan û bandora wan li ser gelen herêmê bi taybet li ser Kurdan, bûye mijareke girîng.
Siyasetmedar û rojnamevanê nas ê Kerkurê Kavêz Mela Perwêz, di roportaja xwe ya taybet a ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de rewşa heyî û dibetiyên siyasî yên ku pêşeroja herêmê diyar bike, nirxand.
‘JI BO AZADIYA ROJHILATA KURDISTANÊ FIRSENDEK ÇÊBÛ’
Perwêz di axaftina xwe de bal kişand ser bandora şerê heyî ya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de û wiha got, “Îro herêm di bin şerekî pir giran de ye. Ev şer bi taybet ji bo Kurdan hem firsendekî ye û hem jî gefekî mezin e. Yek jî rejîmên ku Kurdistanê dagir kirine, niha li dijî DYA û Îsraîlê di rewşekî zehmet de ye. Ev jî ji bo azadiya Rojhilatê Kurdistanê firsendekî afirandiye.
Lê di heman demê de Trump ne ya baweriyê ye; ger xwe ji şer vekêşe dibe ku Kurd di agirê vê şerê de zirarê bibinin. Ji ber vê yekê divê armancên Kurdan zelal be û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa bibin xwedî stratejî.
Divê gelê Kurd û rêveberiya Herêma Kurdistanê bê alî neminin û piştgirî bidin Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê. Dibe ku di 47 salên pêşiya me de firsendekî wiha carek din dernekeve. Ji ber vê yekê divê Kurd bibin yek û li qadê cihekî xurt bi dest bixin.”
‘KURD XWEDÎ WÊ HÊZÊ NE KU DIKARIN ROJHILATÊ KURDISTANÊ AZAD BIKIN’
Perwêz derbarê êrîşên gengaz ên Îranê li ser herêmên Kurd wiha got, “Îhtîmala gefê hebe jî Kurd li Rojhilat ji rejîmê destkeftiyeke bi dest nexistine ku ji windakirinê bitirsin. Gelê Kurd divê bêyî alîkariya hêzên mezin jî, dev ji têkoşîna xwe neberdin. Tecrubeyên me berê bi DYA’yê re hene; divê em baweriya xwe pê neynin.
Divê pişta xwe bidin gelê xwe û hêza xwe ya neteweyî. Îro Kurd xwedî wê hêzê ne ku dikarin Rojhilatê Kurdistanê azad bikin.”
‘EM JI BO AZADKIRINA ROJHILATÊ KURDISTANÊ BI HEV RE GAVÊ BIAVÊJIN’
Perwêz bal kişand ser yekîtiya di navbera partiyên Kurd de û wiha got, “Ji bo Kurdan her curê yekîtiyê baş e. Siyaseta pir alî hem li Başûr û hem jî li herêmên din zirarê da gelê me. Pir partîbûn her tim nayê wateya demokrasiyê.
Êdî dem hatiye ku bi hev re tevger bikin. Dihat hêvîkirin ku ev Newroz bibe du cejn, yanî Rojhilat were azadkirin, lê hîna tevgerekî nehatiye dîtin.”
‘PÊŞEROJA HERÊMÊ WÊ BÊYÎ KOMARA ÎSLAMÊ YA ÎRANÊ BE’
Perwêz di nirxandina xwe ya derbarê pêşerojê de wiha got, “Wê pêşeroja herêmê bêyî Komara Îslamî ya Îranê şêwe bigre. Herî kêm ev rejim bimîne jî wê qels bibe û di nava çend salan de wê bi temamî têk hilweşe.
Ev dişibe tecrubeya Iraqê ya 1991’an; rejîma Baasê qels bû û piştî çend salan hilweşiya. RejîmaÎranê ne ji aliyê cîhan ne jî ji aliyê gelê xwe ve nayê xwestin. Bidawîbûna vê rejîmê wê destwerdanên li herêmê kêm bike û ev jî di berjewendiya Kurdan de ye.”
‘HEWLDANA TIRKIYEYÊ JI BO ASTENGKIRINA GIHIŞTINA KURDAN A LI MAFÊN XWE YÊN LI ROJHILAT E’
Mela Perwêz derbarê helwesta Tirkiyeyê jî wiha got, “Tirkiye û Erdogan kengê ji tiştekî aciz bin, ew piranî di berjewendiya Kurdan de ye. Ji ber ku stratejiya Tirkiyeyê ew e ku nehêle Kurd mafên xwe bi dest bixin.
Ger îro Tirkiye aciz dibe ku Îran qels dibe, ev nişan dide ku ditirse Kurd li Rojhilat maf bi dest bixin. Ger Kurd li Rojhilat maf bi dest bixin, ev bandor li têkoşîna Kurdan a li tevahiya Kurdistanê dike. Tirkiye ji ber vê ji van guhertinan bi fikar e.”
‘NIYETA BAŞ A KURDAN DI PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DE ZELAL E’
Perwêz bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha got, “Niyeta baş a Kurdan zelal e. Bi awayekî cidî bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan de ketin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, lê dewleta Tirkiyeyê pêvajoyê mijûl kir. Ger Tirkiye gavên cidî neavêje, piştî vê şerê dikare rûbirûyê rewşekî bi xeter bibe. Ev jî dibe ku di berjewendiya Kurdan de be.”
Perwêz di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Hêvî dikim ku hêzên li Rojhilatê Kurdistanê, bêyî bendewariya alîkariya derve xwe ji bo tevgerkirinê amade bikin û zorê li rejîma Îranê bidin ku mafên Kurdan bide. Ji ber ku Kurd di van şert û mercan de hêsantir dikarin xwe bigihînin mafên xwe.”
Her wiha dibe alîkariya xurt a Kurdên li Başûrê Kurdistanê bê girtin. Di serhildaneke gengaz de gel teqez piştgiriyê bide. Ji ber ku Kurdên li Rojhilat ji zexta rejîma Îranê ne razî ne.
Dibe ku pêvajoyeke weke li Başûrê Kurdistanê bê jiyankirin û civaka navneteweyî vê nas bikek. Hemû Kurd amade ne ku piştgirî bidin Rojhilat.”

