Dewleta Tirk di encama xiyaneta PDK’ê de 2’ê Cotmeha 1992’an li Xakurkê êrîş bir ser gerîla. Piştre jî şer li Heftanîn û Zapê belav bû. Hem ji gerîla hem jî ji PDK û YNK’ê windahî çêbûn. Kawa Dêrik ku wê demê nû tevlî nava refên gerîla bûbû, yek ji wan kesan e ku li Xakurkê di şer de bû. Kawa Dêrik ji ANF’ê re qala vî şerî kir.
Kawa Dêrik got, “Şerê sala 1992’an ê navbera me û PDK’ê, weke tevger me her tim weke şerê xiyanetê nirxand, em weke şerekî birakujiyê pênase nakin. Di wî şerî de xiyaneteke mezin hate kirin. Fêhmkirina vî şerî ji bo me zehmet e. Em ji bo li dijî dewleta Tirk şer bikin hatibûn, ku dewleta Tirk polîtîkayên asîmîlasyon, mêtingerî, dagirkerî û komkujiyan li gelê Kurd ferz dike. Kurdan bi dehan salan li dijî zilma dewleta Tirk serî hildan, bi dehan serhildanan rû dan. Dewleta Tirk komkujiyên mezin kir. Bi sed hezaran Kurd qetil kir. Bi milyonan Kurd koçber kir û aqûbeta bi sed hezaran Kurdan hîn nediyar e. Armanca me ya yekane yekkirina çar parçeyên Kurdistanê bû, dawîanîna li mêtingeriya li ser Kurdistanê bû.”
Kawa Dêrik diyar kir ku di kongreya 1990’î de tevgerê eyaletên Botan û Behdînanê ragihand û got, “Bi vê kongreyê re gerîla kete nava pêvajoyeke nû. Di salên 1990 û 91’ê de gerîla derbên gelekî mezin li dijmin xist. Tê bîra min, di havîna 92’an de li dijî dijmin çalakiyên gelekî xurt hatin kirin. Wê demê qereqolên Bêzelê, Bêsosin û Rûbarokê ji aliyê gerîla ve bi temamî hatibû îmhakirin. Dewleta Tirk li pêşberî gerîla bêçare mabû. her roj derb dixwar. Eger ne ji piştgiriya partiyên li Başûr bûya, dewleta Tirk ti carî newêrîbû bihate vê xakê. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk partiyên li Başûr li hemberî hev şer dikirin anî gel hev û tevlî şerê li dijî PKK’ê kir. Rêber Apo wê demê ji bo van partiyan got, ‘PDK ji bo xwe bi Emerîka, Îsraîl û dewleta Tirk bide qebûlkirin tevlî nava plana ji bo tasfiyekirina PKK’ê bû’. Her wiha dema ku hikumeta Başûr ava bû, biryara destpêkê ya li parlamentê hate wergirtin derxistina PKK’ê ji Başûr bû.
Wê demê ez li eniya Xakurkê bûm. Beriya şerê 1992’an destpê bike çalakiya Rûbarokê hatibû kirin. Di wê çalakiyê de derbên gelekî mezin li dijmin hatibû xistin. Qereqol bi temamî ketibû bin kontrola gerîla. Li qadê hêzeke ji 600 gerîla hebû. Ev hêz bênavber di nava şer de bû. Me texmîn nedikir ku hêzên PDK’ê wê ji pişt ve li wan bixin. Jİ ber vê yekê jî me tedbîrên pêwîst wernegirtibû. Bêguman beriya wê di navbera PDK’ê û rêveberiya eyaletê de hevdîtin hatibû kirin. PDK’ê di vê hevdîtinê de gotibû, wan bi Emerîka, Îsraîl û dewleta Tirk re tifaq kirine û li ser vê yekê jî xwestibûn gerîla bi temamî ji qadê biçe. Gotibû, eger venekişe wê êrîş bike. Di vê hevdîtinê de tevgerê destnîşan kiribû ku ew ê bi hêzên Başûr re şer neke û armanceke xwe ya bi vî rengî nîne. Tevî vê yekê jî me texmîn nekiribû ku wê bi rastî jî li hemberî me şer bikin. Lewma hêza eyaletê plansaziya xwe ya çalakiyê dewam kir, çalakiyên li dijî dewleta Tirk dewam kir. Plansaziya çalakiya Rûbarokê jî wê demê hate kirin.
Hîn hêzên me piştî çalakiyê xwe komî ser hev nekiribû ji radyoya BBC hate ragihandin ku li aliyê heftanînê amadekariyên operasyonê hene. Di 2’ê Cotmeha 1992’an de ji nişka ve me dît ku pêşmerge li hemberî me ketine çeperê. Dest bi bicihkirina çekên giran kirin. Danê êvarê jî dest bi êrîşê kirin. Ez tevî komek ji hevalan li ser girekî li ser doçka bûn ku niha weke Gigrê Şehîd Bêrîtan tê naskirin. Li herêmê çend doçkayên din jî hebûn. Beriya ku şerê xiyanetê destpê bike hevalan 6 b alafirên şer ên dewleta Tirk xistibûn. Dewleta Tirk nikarîbû bi hêsanî biketibûna qada Xakurkê. Her roj êrîşên hewayî dihatin kirin. Rojane du, sê caran êrîşên hewayî dihatin kirin. Ji bo me êdî asayî bû, lê tevî vê jî windahiyên me çênedibû. Gerîla li ser qadê serwer bû, baş zanîbû ku xwe biparêze. Vê jî bibêjim; ne tenê PDK û YNK tevlî şerê 92’an bûbû, gelek partiyên cuda yên li Başûr tevlî bûbûn. Her wiha PDK’ê di nava gel de propagandayên gelekî cuda dikir. Wê demê gelê Başûr PKK baş nasnedikir. Ji wan hebû ku PKK jî mîna partiyên din e. Ji xwe li xaka Başûr partiyan bi salan li hemberî hev şer kiribûn.”
Kawa Dêrik anî ziman ku piştî PDK’ê dest bi êrîşê kir, dewleta Tirk jî ji hewayê dest bi êrîşê kir û got, “Bi şev û roj balafirên şer bombardûman dikir. Şer di rojên 4 û 5’an de giran bû. Dewleta Tirk 24 saetan ji hewayê bombardûman dikir, ji bejahî ve jî bi hezaran pêşmergeyan bi çekên dewleta Tirk êrîş dikirin. Ji Heftanînê heta Xakurkê 24 saetan bênavber êrîş dikirin. Îranê sînorê xwe li me girt, ji xwe li aliyê Başûr PDK û YNK’ê rê hemû girtibûn, li aliyê Bakur jî dewleta Tirk cih bi cih operasyonên nuqteyan dikir, ji hewayî jî bênavber êrîş dikir. Lewma dikarim bibêjin ku şerê 92’an di dîroka tevgera azadiyê de şerê herî giran bû. Di nava 34 salan de min gelek şer dît, lê belê şerekî mîna şerê xiyaneta PDK’ê ya 1992’an nikarim pênase bikim. Dibe ku mirov şerê 92’an û êrîşa li ser Şengalê bişibînin hev. Ji ber ku di herdu şeran de jî hem xiyanet hebû hem jî ji çar aliyan ve dorpêçkirin hebû. Di 92’an de PDK’ê bi hemû hêza xwe ya pêşmergeyan êrîşî gerîla kir. Piştî şer me fêhm kir ku armanca yekane ya PDK û malbata Barzanî şerê li dijî Kurdan e, tevlîbûna li komkujiya Kurdan e. Ji bo PDK’ê hevgirtina bi dijmin re normal e. Ti dijminatî nîne ku li hemberî xwişk û birayên xwe neke. Em ev ruhê xiyanetê yê PDK’ê di şerê 1992’an de baş nas kir. Di rojên dawî yên şer de me êdî sîng bi sîng şer kir. Mîna keriyan tekbîr dianîn û êrîş dikirin. Şervanên azadiyê yên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûbûn, bi gavekê jî paşve gav neavêt. Mehekê bênavber şer dewam kir. Bi kîneke ewqasî mezin êrîş dikirin ku carna me dipirsî, gelo ev tola çi ji me hiltînin.
Kawa Dêrik destnîşan kir ku encamên şerê xiyanetê ji bo wan giran bû û got, “Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya civaka Başûr û gelê Kurd berdêlên giran hatin dayin. Di vî şerî de lehengiyên mezin hebûn, destanên dîrokî hatin afirandin. Çawa ku gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk heta kêliya dawî şer kir, li dijî xeta xiyanetê jî şer dewam kir û gavek jî paşve neavêt. Berxwedana şervanên azadiyê mohra xwe li dîrokê xist.”
Di dawiya axaftina xwe de Kawa Dêrik got, “PDK niha jî heman siyasetê dimeşîne, li gel dewleta Tirk êrîşî gerîla dike. Her wiha dest li serhildana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk werdide. Mixabin PDK ev xeta xiyanetê ji xwe re kiriye mîna çandekê û heta niha jî vê çandê dewam dike. Heman tişt careke din diqewime. Dewleta Tirk 24 saetan li dijî gerîla her cûre çekê bi kar tîne. Çekên kîmyewî bi kar tîne. PDK îro jî bi dewleta Tirk re dibe yek û xefikan li pêşiya gerîla datîne. Piştî 34 salan PDK xeta xiyanetê dubare dike. Yekane tişta ku ji bo PDK’ê dikarim bibêjim ew e; êdî bila dest ji vê xeta xiyanetê berde. Her parçeyekî Kurdistanê yek e. Windakirina yekî windakirina hemûyan e. Ji xwe ev yek ne xema PDK û malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî bi salan e di xeta xiyaneta li dijî Kurdan de israr kir. Em dibêjin, êdî bes e.”