Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*
Kurdistan

Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke jiyana nemir bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan bi çalakiya xwe ya 30’ê Hezîrana 1996’an a li navenda Dersimê re serdemeke nû da destpêkirin. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan di salvegera 22’an a çalakiya Zîlan de ji MedyaHaberê re axivî.

Kaytan di destpêka axaftina xwe de bi rêzdarî û minetdarî Zîlan bi bîr anî û işaret bi şerê giran ê salên 90’î yên li Kurdistanê kir.

SALÊN QIRKIRINA FÎZÎKÎ

Bi bîr xist ku di salên 90’î de konsepteke înkar û tinekirinê li ser kar bû û got, “Weke dema Çîller-Agar-Gureş tê naskirin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û xerakirin, Kurdistan ji gelek aliyan ve bê mirov hate hiştin û mirov dikarin bêjin ku salên qirkirina fîzîkî bû. Ya ku rê li ber çalakiya hevrê Zîlan vekir, konsepteke êrîşê ya li dijî Rêber Apo bû.”

Kaytan destnîşan kir ku wê wextê dihate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve ji holê were rakirin û got, “6’ê Gulana 1996’an bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hate kirin. Bi tonan teqemenî li wesayitê bar kirin û pê êrîşî Rêber Apo kirin. Êrîş bi ser neket. Ev rastî ji xwe bi berfirehî tê zanîn. Vê yekê bandoreke giran li ser gel bi taybetî li jinan kir. Di nava gel û kadroyan de bû sedema hêrseke mezin. Bêguman dihate xwestin ku bersiv ji vê yekê re bê dayin. Bi taybetî hevala Zîlan bersiva vê yekê da.”

DI DÎROKA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE RÊBAZEKE NÛ YA ÇALAKIYÊ BÛ

Alî Haydar Kaytan da xuyakirin ku Zîlan bi çalakiya xwe re hişyarÎ da gel, hêzên gerîla û milîtanên PKK’ê û wiha dewam kir: “Ji bo bersiv ji êrîşên dijmin re bê dayin, ji aliyê taktîkî ve zor û zehmetî hebûn. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re ev rewşa xitimandî ji holê rakir.”

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Kaytan destnîşan kir ku çalakiyeke bi vê rêbazê, cara yekê bû ku di dîroka têkoşîna wan de dihate kirin û got, “Ji ber ku cara yekemîn di dîroka me ya têkoşînê de hate kirin, bandoreke giran li herkesî kir û her kes hejand.”

NAMEYÊN WÊ GELEKÎ WATEDAR Û KÛR BÛN

Kaytan bi dewamî got, “Dema ku min bihîst, ez li Kurdistanê bûm. Destpêkê kesî nedizanî bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Me bihîst ku çalakî ji aliyê hevrêyeke me ve hatiye kirin. Name hebûn. Wê bi rêya cîhazê bihata xwendin. Tevî hevalê Cemal (Mûrat Karayilan) me li nameyan guhdarî kir. Nameyên wê gelekî bi bandor bûn. Her gotineke xwe watedar bû. Encama kûrbûneke mezin bû. Li ser gelek mijaran, gelke pirsgirêkan radiwestiya û perspektîfên çareseriyê pêşkêş dikir. Ji Rêbertî, ji hevrêyên xwe û ji gel re name nivîsandibû. Dema ku li pey hev hatin xwendin gelekî bandor kir. Ji bo me tiştekî nû bû.”

BI ÇALAKIYA XWE XWEST WATEYÊ BIDE JIYANÊ

Alî Haydar Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan divê tenê weke çalakiyeke fedayî neyê dîtin û destnîşan kir ku mijara bingehîn a Zîlan jî li ser disekinî, xwegihandina wateya jiyanê bû. Kaytan bi bîr xist ku Zîlan bi gotina “Dixwazin bibim xwediyê çalakiyeke mezin û wateyeke esîl” ev daxwaza xwe bi rengekî vekirî raxist pêş çavan.”

Kaytan anî ziman ku li Kurdistanê jiyaneke parçekirî, rastiya gelekî di nava qirkirina çandî de digevizî heye û wiha dewam kir: “Ev yek tê wateya parçebûna û ji hev xistina topyekûn a civakê. Yanî dihat wê wateyê ku bandor li mejî, li hemû hucreyên civakê bike û ji hev belav bike. Li cihekî ku rastiya civakî ya neteweyekê di vê astê de nedihat naskirin, jiyan jî nedihat naskirin. Di vir de jihevbelavkirina rastiya civakî û parçekirina jiyanê tê heman wateyê. Hevala Zîlan bi giranî li ser vê yekê raewstiya. Lewma bala xwe li ser jiyanê bû. Gelek mirovan, dibe ku me jî di nava şert û mercên wê wextê de destpêkê ev çalakî weke çalakiya întixarî bi nav kirin. Me bi zelalî dît ku ev yek şaşitiyeke mezin e. Ev yek çalakiya jiyaneke nemir e.”

Kaytan işaret bi perspektîfa Zîlan a ji bo jiyanê kir û got, “Berê çalakiya xwe ne li mirinê ye. Dibêje, ‘Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e’ û bi vî rengî dest bi çalakiya xwe dike.”

ZÎLAN TRAJEDIYA KURDAN TÊK BIR

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Alî Haydar Kaytan ragihand, çalakiya Zîlan di heman demê de trajediya Kurdan têk bir û herî dawî got, “Rastiyeke bi vî rengî hebû; mêrê Kurd ê teslîm hatiye girtin û li derveyî hemû çeperên desthilatdariyê hatiye hiştin û jinên ku desthilatdarî lê dihate ferzkirin. Heta ku ev rastî ji holê nehatibûya rakirin, trajediya kolekirina Kurdan nekarîbû bê têkbirin. Zîlan ev trajedî ji hev xist.”

Kaytan got, Zîlan ji bo gel, jinan, mêr, ciwan û herkesî bû stêrkek û rê nîşanî her kesî dide.

* Hevpeyvîna bi yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan re ku 29’ê Hezîrana 2018’an hate kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*
Nûçeya Pişt re Li Derya Egeyê erdheja bi mezinahiya 6.1 pileyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şîrketa Madenê li Pîranê xwezayê wêran dike

Li gundê Pîrejmanê yê navçeya Pîran a Amedê, dîmenê wêrankariya şîrketa madenê hate kişandin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP û TJA’yê li dijî desteserkirina şaredariyê bang li gelan kirin

DBP û TJA'yê diyar kirin ku ew ê darbeya li dijî îradeya gel qebûl nekin…

Ji aliyê Stêrk TV

YRK’ê nasnameya 3 şehîdên HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got, “Bûn nimûneya sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

400 endamên QSD’ê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?