Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji ber salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da, ku di encamê de Rêber Apo dîl hate girtin.
Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya vê komployê hate xwestin, îrade û hêviya gelê Kurd bê şikandin û hate gotin, “Sal derbas bûn, hikûmet guherîn lê Kurdan dev ji doza xwe bernedan. Tevî gelek astengî, pêşîgirtin û konseptên îmha û tinekirinê, gelê Kurd çok dananî û nehişt komploger bi ser bikevin.”
KCÊ-E’yê diyar kir ku li cihê komploya li dijî Rêber Apo lê destpê kir, li erdnîgariya Sûriyeyê bi Şoreşa Rojava re ronahî, hêvî ji bo gelê herêmê hate afirandin û got, “Ev ronahî bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo mirovahiya pêşverû, bingeha azadiya jinê û demokratîkkirina mezheb û parastina pêkhateyan. Lê belê bi hesabê hêzên sermayedar û dagirker nehat.”
Di daxuyaniyê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku ev êrişên bi plana rejîma dewleta Tirk û bi destê komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê hate kirin, bi erêkirina hêzên komploger pêk hatin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Di vê dema nû ku gelê me bi qirkirinên pir mezin re rû bi rû ye, li ser destketiyên me yên bi xwîna bi hezaran cangorî û pêşengan hatine parastin, bazarên qirêj tên meşandin. Em dibînin armanca komploya yekemîn a 15’ê Sibata 1999’an bi amadekariyên komploya duyemîn re li ser gelê me tê ferzkirin.
Di van herdu komployan de diyar dibe, dewletên navneteweyî û yên herêmî ji bo Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe tensiq bikin, bi siyasetek dûrî hemû pîvanên exlaqî û demokratîk tevdigerin.”
KCÊ-E’yê destnîşan kir ku di serî de gelê berxwedêr ê li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, Mexmûr, Şengal û derveyî welat bi xwedîderketina li şoreşa Rojava wê li hemberî vê bazara qirêj ti carî bêdeng nemîne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd li gel hêzên demokratîk ên enternasyonal bi dirûşma ‘Kurdistan yek e, gelê Kurd yek e’ bersiv da vê siyaseta înkar û tasfiyeyê.
Di daxuyaniyê de gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser Şengal, Mexmûr û Qendîlê hate bibîrxistin, ku gotibû wê dor were wan herêman û hate gotin, “Gelê Kurd bi piştgiriya dostên xwe yên qedirbilind nirxên xwe, rûmeta xwe, destketiyên xwe weke doh îro jî li dijî êrişkar, komploger û dagirkeran biparêze.”
Di daxuyaniyê de bi navê saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê komploya 15’ê Sibata 1999’an di salvegera 27’emîn de hate şermezarkirin û ji bo meşa 14’ê Sibata 2026’an a li Strasbourgê banga tevlîbûnê hate kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li wan dewlet û hêzan hate kirin ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke Qirkirin qebûl kiribûn, ku pêşî li qirkirineke gengaz a 75’emîn a li ser Êzidiyan û tevahiya gelê Kurd bigirin.

