În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Armanca esas a Erdogan ew e ku dagirkeriyê fermî bike, êrîşên nû rewa bike!
Kurdistan

KCK: Armanca esas a Erdogan ew e ku dagirkeriyê fermî bike, êrîşên nû rewa bike!

KCK’ê diyar kir ku armanca esas a serdana Erdogan a li Iraqê, fermîkirina dagirkeriyê û rewakirina êrîşên nû ye û bang li her kesê kir ku li dijî planên dewleta Tirk a ji bo êrîşên nû û dagirkirina xaka Iraqê, rabin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana ku Serokkomarê Tirk Erdogan wê li Iraqê pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha got: “Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan roja 22’yê Nîsanê wê bi fermî serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Her çendî ku armanca esas a serdanê weke têkîliyên bazirganî û ekonomîk tê diyarkirin jî, armanca Tirkiyeyê ew ku 87 baregehên xwe yên leşkerî yên li ser xaka Iraqê û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê fermî bike û plana êrîşên xwe yên nû rewa bike. Dewleta Tirk bi vê yekê re û bi hinceta ‘ewlehiyê’ dixwaze qadên dagirkeriyê yên nû li ser xaka Iraqê veke.

DESTHILATDARIYA ERDOGAN SIVÎLAN QETIL DIKE

Di daxuyaniyê de ku desthilatdariya Erdogan mafê serweriya Iraqê binpê dike û qada wê ya bejahî û hewayî li gorî dilê xwe bi kar tîne; her roj bi dehan êrîşan gund, baxçe, mal û wesayîtên Iraqiyan bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Tirkiye van êrîşên xwe bi saya alîkariya siyasî, leşkerî û lojîstîkî ya PDK’ê pêk tîne. Gelê Kurd û civaka Iraqê, li dijî hevkariya Tirkiye-PDK û dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Erdogan di ferqa vê yekê de ye û dixwaze hikûmeta Bexdayê jî bikêşe gel xwe, hem PDK’ê ji rewşa zehmet rizgar bike hem jî dagirkeriya li Iraqê mayînde bike.

Divê were zanîn ku Tirkiye li qadên ku dikevitê bêaramiyê çêdike û etnîsîte, nasname, bawerî û mezheban bi kar tîne. Bi vî rengî polîtîkayekê ava dike. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Qibrisê, kaosa ku hewl dide li Kerkûkê biafirîne, bi cih kirina hêza leşkerî ya li Lîbyayê ji bo ku DAÎŞ li xaka Sûriyeyê belav bibe mînakên şênber û vekirî ya alîkariya ji DAÎŞ’ê re ye. Taybetmendiyeke din jî ya serkêşê AKP’ê Erdogan ew e ku tişta îro jê re dibêje ‘erê’, sibe jê re dibêje ‘na’. Yanî ev qas riyakar û derewker e. Divê gelê Kurd û civaka Iraqê baş bizane çawa ku Erdogan ne xwedî zihniyeke erênî ye, hewl dide dagirkeriya li Iraq û Sûriyeyê jî mayînde bike.

Desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan a di bin serkêşiya Erdogan de, di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûneke mezin jiyan kir û cara destpêkê dikeve rewşa partiya duyemîn de. Vê yekê yekser bandor li siyaseta krîza ekonomîk a li Tirkiyeyê jî kiriye. Bi rengekî zelal hat dîtin ku desthilatdariya AKP’ê ne mayînde ye. Hikûmeta Bexda jî divê vê rastiyê bibîne û bi desthilatdariya Erdogan re nekeve angajmanên demdirêj.

Li hêla din, gerîlayên PKK’ê weke hincet tên nîşandan û amadekarî ji bo êrîş û dagirkeriyeke nû tê kirin. Ji salên 1980’î û vir ve tevgera me bi civaka Iraqê û dewleta Iraqê re li ser bingeha rêzgirtina ji hevdû re di nava têkiliyên dostane de ye û heta niha ti alozî, pevçûn û neyîniyên bi vî awayî rû nedaye. Berovajiya wê, di sala 2014’an de dema herî dawî êrîşên DAÎŞ’ê pêk hatin, gerîlayên Kurd li heman eniyê bi gelê Iraqê re ji bo parastina Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Şengal û Mexmûrê şer kirin û di dema parastina xaka Iraqê de bi sedan şehîd dan. Dema ev şer diqewimî, Tirkiyê destek dida çeteyên DAÎŞ’ê, ne gelê Iraqê.

PDK YEKANE HÊZ E KU XIZMETÊ JI TIRKIYEYÊ RE DIKE

Rêveberiya PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku xizmetê ji mayîndebûna Tirkiyeyê li ser axa Iraqê dike. Divê PDK tavilê dawî li têkiliyên xwe yên bêyom ên bi desthilatdariya Erdogan re ku di nava pêvajoya jihev belavbûnê û hilweşînê de ye bîne; Divê di mijarên li dijî gelê Kurd û civaka Iraqê de bi Tirkiyeyê re hevkariyê neke.

DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û HEWLDANÊN NÛ YÊN DAGIRKERIYÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN

Divê civaka Iraqê, gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û çapemeniya Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê û planên êrîşê yên nû derkevin. Divê li dijî dagirkeriya desthilatdariya Erdogan a li ser xaka Iraqê û hewldanên nû yên dagirkeriya di bin navê ‘rêya pêşketinê’, ‘peymana nû ya avê’ û ‘peymana hevpar a ewlekariyê’ helwest bê nîşandan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Keremoglû yê hatî qetilkirin, hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Ji bo kesên hatine qetilkirin li 3 bajaran çalakî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman biryara xwe ya beriya niha bîne bîra xwe’

Ji Azadî e.V’ê Mehmet Demîr têkildarî mijara radestkirina aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas axivî û biryara…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê 4, li Balikesîrê kesek hate binçavkirin

Polîsên Tirk li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li Balikesîrê 5 kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan bû 13

Hejmara kesên di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?