Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo taziyeya şervana YPJ’ê seredaneke girseyî çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê DÎHA’yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola pêşengiyê rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demîr: Jin bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir
Kurdistan

KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir

KCK'ê diyar kir ku bi rabûna PKK'ê re li Kurdistanê serdema dîroka koletî, mêtingerî û qirkeriyê bi dawî bû û got, li ser bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em di salvegera 46’an a damezrandina partiya xwe PKK’ê de ne ku ji destpêkê û vir ve pêşketinên gelekî mezin afirand. Piştî ku PKK rabû li Kurdistanê serdema qirkirin, mêtingerî û koletiyê bi dawî bû, li ser bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir. Ji ber vê yekê, em vê gava bi wate bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikin û di serî de li Rêber Apo, li şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, milîtanên PKK û PAJK’ê, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li jinan, ciwanan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li şoreşgerên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin, li cîhana demokratîk, sosyalîst û li mirovahiya pêşverû pîroz dikin.

Bi pîrozkirina vê gava dîrokî re em şehîdên demokrasî û şoreşê ku afirînerên hemû pêşketinan e, careke din bi minet bi bîr tînin, hurmet, hezkirin û hesreta xwe pêşkêş dikin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdan em dubare dikin û dibêjin, em ê bîranîna wan teqez pêk bînin.

GEL DI BIN ZEXT Û ZORDARIYA QIRKIRINÊ DE BÛ

Têkoşîna ku PKK’ê pêşengî jê re kir, ne tenê gelê Kurd vejand, di heman demê de hîmên pergala heyî ya li Rojhilata Navîn jî hejand. Hêzên modernîteya kapîtalîst di destpêka sedsala 20’emîn de li ser bingeha berjewendiyan dîzayneke nû kiribûn ku xwe dispart netewe delwetên li Rojhilata Navîn. Bi rêya netewe dewletên girêdayî, çavkaniyên Rojhilata Navîn hatin dizîn û mêtin, gelên herêmê bi destê heman netewe dewletan hatin talankirin, qirkirin, zexta nijadperestî û faşîst lê hate kirin û ji aliyekî ve ji azadiyê bêpar hatin hiştin, li aliyê din jî li hev kirin dijmin.

NÊZÎKATIYA HERÎ NEMERDANE YA DÎROKA MIROVAHIYÊ

Gelê Kurd yek ji wan gelan e ku bi temamî ji azadiyê bêpar hatiye hiştin, hatiye parçekirin, înkarkirin û tinehesibandin. Hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên netewe dewlet ên faşîst mêtinger û qirker tişta ku ji gelê Kurd re rewa didîtin nêzîkatiya herî neheq, bê rehm û namerdî ya dîrokê bû. Gelê Kurd ne tenê bi welatê xwe hate parçekirin, di heman demê de hebûna xwe hate înkarkirin, di hukmê tinebûnê de hate hesibandin. Rabûna mafdarî ya li ber vê yekê jî her carê bi êrîşa hevpar a van hêzan hate tepisandin. Lê belê ev sîstema ku ji aliyê sîstema cîhanê ya kapîtalîst ve hate avakirin û parastin, bi têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê re careke din kete nava krîz, kaos û xitimandinê. Krîza heyî ya li Rojhilata Navîn de ku xwe dispêre mejiyê netewe dewletê, bi esasî encameke têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê ye.

JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN SERDEMÊ, ÇARESERIYA HERÎ CIDÎ

Bêguman dema ku wate û mîrateya PKK’ê dibe mijara gotinê, tevkariya herî mezin a ku li mirovahiyê hate kirin, sîstema jiyana azad a alternatîf e ku Rêber Apo afirand. Rêber Apo li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst ku kesayet, civak û xwezayê dixe bin serweriya xwe û talan dike, paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk afirand, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bûne mîna girêka kor, projeya neteweya demokratîk destnîşan kir û ji bo têkoşîna sosyalîst demokratîk ji rewşa xitimandî rizgar bike, sîstema konfederalîzma demokratîk afirand, bi vî rengî nîşan da ku ji bo çareseriya pirsgirêkên vê serdemê ew xwedî çareseriya herî cidî ye. Ji ber vê yekê li cîhanê her roj hîn bêhtir xwedîderketin li fikrên Rêber Apo çêdibe û di heman demê de li çar aliyên cîhanê piştevaniya bi gelê Kurd re hîn mezin dibe. Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî jî nîşaneya bicihhatin û rêxistiniya vê eleqeyê ye. Lewma mirov dikare bi hêsanî bibêje ku PKK’ê siyaset û mejiyê serweriya mêr, mêtinger û qirker a modernîteya kapîtalîst xist nava krîzê û bû tevgereke welê ku kesayet, civakê, xwezayê û jinê azad bike, bi vî rengî modela çareseriyê afirand. Ji ber vê yekê jî rabûna PKK’ê dîrokî ye, stratejîk e, îdeolojîk e, polîtîk e.

PÊŞENGIYA BI DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ

Yek ji pîvanên bingehîn ên cewhera PKK’ê bêguman nirx û qîmetê dide jinê û azadiya jinê. Rêber Apo deriyê PKK’ê heta dawiyê li jinê vekir û pêşketina esasî ya dîrokî di vir de pêk anî. Ev pîvana bingehîn a PKK’ê di vê serdemê de bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rêbertiyê ji jinan re dike.

Dawiya dawî, yek ji mijarên sereke yên nirxandinê ew e ku bê fêhmkirin, bê PKK li ser kîjan bingehan derkete ser dika dîrokê, xwe spart kîjan dînamîkên têkoşînê, ewqas pêşketin bi çi rengî pêk anî, li gel êrîşên giran ên herêmî û navneteweyî çawa li ser piyan ma û pêşketin afirand. Lewma PKK yek ji wan mijaran e ku herî zêde divê ji aliyê zanistî ve lêkolîn li ser bê kirin.

DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ DE DIVÊ TÊKOŞÎN HÎN BÊHTIR BÊ MEZINKIRIN

Em careke din salvegera damezrandina partiya xwe PKK’ê di serî de li gelê Kurd li gelan hemûyan, li jinan, dostan û bindestan pîroz dikin. Di sala têkoşînê ya 47’emîn a PKK’ê de ji her kesên ku ji bo cîhaneke wekhev û azad têdikoşin re em serketinê dixwazin, silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin û di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a komun û kesayetên azad hîn bêhtir bixebitin û têkoşînê bimeşînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Siyasetmedarên li Dersimê: Dema mezinkirina berxwedan û piştevaniyê ye
Nûçeya Pişt re YJA Star: Damezrandina PKK’ê cejneke neteweyî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sineyê 4 Kurd hatin binçavkirin

Hêzên Îranê li navçeya Dîwandere ya girêdayî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser malan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê mitînga ‘Ne tecrîd lê azadî wê bi ser bikeve’ destpê kir

Li Wanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mitînga bi dirûşmeya “Ne tecrîd…

Ji aliyê Stêrk TV

HRE: Hevrêyên me Botan û Behdîna şehîd bûn

HRE'yê ragihand ku di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şervanên wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo taziyeya şervana YPJ’ê seredaneke girseyî çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?