Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya li dijî gelê Êzidî ku weke fermana 74’an tê zanîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn û ev tişt hate gotin, “Dîrok tenê 3’yê Tebaxê bi komkujiyan ne, di heman demê de berxwedan û qehremaniya ku pêşketiye jî nivîsandiye. Ewlad, jin û ciwanên gelê Şengalê li dijî êrîşên herî hovanê ya dîrokê li ber xwe dane û dîrokê ji nû ve nivîsandine.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“11 sal li ser komkujiya Şengalê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat kirin û gelê Êzidî wê weke fermana 74’an bi nav dike, derbas bû. Tevî ku 11 sal derbas bûne jî, hê jî êşa vê komkujiya ku gelê me yê Êzidî jiyaye zindiye û birînên wê nehatiye pêçandin. Bûyerên ku gelê Êzidî di 3’yê Tebaxê de li Şengalê jiyane, dilê mirovan diêşîne, dide şermê û asta fêmkirin û tehmûlkirinê derbas dike. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin li bazaran mîna koleyan hatin firotin, rastî destdirêjiyê hatin, mal hatin talankirin, bi sedan mirov, zarok û extiyarên ji ber komkujiyê berê xwe dan çolê, ji birçîbûn û tîbûnê mirin. Hê jî bi hezaran jinên Êzîdî winda ne. Bi dehan gorên komî nehatine vekirin. Bûyerên ku gelê Êzîdî di sedsala 21’an de, di demekê de ku mirovahî bi pêşketina xwe serbilind e, jiyaye bi her awayê bûye şermek a mirovahiyê. Em careke din komkujiya Şengalê ku yek ji komkujiyên herî giran a dîroka mirovahiyê ye bi tundî şermezar dikin. Her wiha em DAÎŞ û hemû zîhniyeta ku destekê dide wan jî bi tundî şermezar dikin. Em qurbaniyên komkujiya Şengalê bi hurmetî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em êşa gelê Şengalê ji kûrahî ve hîs dikin û em ê her tim li ser rêya derbaskirina fermanan û pêkanîna azadiyê li kêleka wan bin.
Mixabin pêşmergeyên KDP’ê û artêşa Iraqê ku ji ewlekariya Şengalê berpirsyar bûn, gelê Şengalê li hember DAÎŞ’ê bêparastin hiştin û ev yek bû sedema trajediyên mezin. Tevî van hemû êşan, rexnedayîna vê pratîkê nehatiye dayîn û hesabpirsîn çênebûye. Lê belê, divê bê zanîn ku rûpelên dîrokê hem vê hovîtiyê û hem jî ev şerma mezin qeyd kirine.
DAÎŞ û hêzên li pişt wê armanc dikirin ku gelê Êzidî bi tevahî tune bikin. Lê ev plan bi saya destwerdana dîrokî ya komeke gerîla ya piçûk li çiyayên Şengalî û berxwedana gelê Şengalê, bi taybetî ciwan û jinan, hate têkbirin. Êrîşên qirkirinê di encama berxwedana gerîla û gelê Şengalê de bi temamî hatine vala derxistin. Bi sedan ewladên Êzidî di eniya berxwedanê ya li dijî DAÎŞ’ê de tevî gerîla cih girtin û şehîd bûn. Em hem gerîla û hem jî keç û xortên Êzidî yên şehîd bi hurmetî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Vê helwest û xeta têkoşînê ya bi rûmet ne tenê pêşî li qirkirineke mezin girt, di heman demê de bingeha hebûna gelê Şengalê bi ziman, bawerî, çand û nasnameya xwe da destpêkirin û xweparastin pêş xist ku careke din fermaneke din nejîn.
Têkoşîna gelê Şengalê ku di komkujiyeke mezin re derbas bû û êşeke mezin jiya, ji bo careke din rastî komkujiyên bi heman rengî neyê, gelekî mafdar û rewa ye. Ligel doza xweparastin û xwerêvebirinê ya gelê Şengalê cih negirtin, bi taybetî li dijî wê seknandin nayê qebûlkirin û bi ti awayî weke niyeteke baş nayê şîrovekirin. Gelê Êzidî di tevahiya dîrokê de ji ber nasname û baweriya xwe rastî fermanan hatiye, îro bûyîna xwedî rêveberiya xweser û hêza xweparastinê ne daxwazek maksîmalîste, ne jî binpêkirina mafên kesî ye. Ev bi temamî daxwazên rewa ne; ew pêdiviyên xwezayî yên mirovbûn û civakbûnê ne. Ti bingeheke mafdar, hiqûqî, rewa û civakî ya dijderketina li daxwazên gelê Şengalê nîne. Berevajî vê, hem di warê hiqûqa navneteweyî de, hem di hiqûq û mafên bingehîn ên mirovan de, hem jî di nirxên mirovahiyê yên gerdûnî, exlaqa civakî û wijdanî de destekdayîn pêwîst e. Ji bo dewleta Iraqê çareseriya herî rast ew e ku pirsgirêka Şengalê li ser bingeha misogerkirina xwerêveberî û xweparastinê ya gel bê çareserkirin. Ya rast, çareseriyeke bi vî rengî di heman demê de pêwîstiyeke destûra bingehîn a Iraqê ye.
Em careke din qurbaniyên komkujiya 3’yê Tebaxê bibîr tînin û gelê Şengalê ku li hember vê êrîşa hovane li ber xwe dan û hebûna xwe parastin ji dil û can pîroz dikin. Dîrokê ne tenê komkujî, di heman demê de berxwedan û qehremaniya gelê Şengalê jî nivîsandiye. Em bawer dikin ku ev berxwedan, bi pêşengiya jin û ciwanan, dê gelê Êzidî bi rêya pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” ber bi azadiyê ve bibe.”