Çarşem, 21 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê mafên Kurdan bêne misogerkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partî û DBP’ê wê biçin Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê gel ji barîkatên polîsan derbas bûn û ji bo Rojava meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Qamişloyê li dijî êrîşan nobet dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talabanî: misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesûd Barzanî: Em qebûl nakin ku zererê bidin xwişk û birayên me yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste mafên Kurdan bi destûra bingehîn werin mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Em amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • LEZGÎN
Nûçeyên Lezgîn
ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN
QSD û YPJˊê derbên giran li konvoya çeteyan ku xwestin ber bi Kobanê re werin dan
Li Holê pevçûn hene: Heta niha 4 çete hatin kuştin
Çeteyan bi çekên giran gundê Til Barod ê li ser rêya Spî topbaran dikin
HTŞ’ê agirbestê binpê kir: Zirgan tê topbarankirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Helwesta Konseya Wezîran a KE’yê li hemberî tecrîdê qels e
Kurdistan

KCK: Helwesta Konseya Wezîran a KE’yê li hemberî tecrîdê qels e

KCK'ê, nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a KE’yê ya têkildarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dem daye Tirkiyeyê da û destnîşan kir ku ev biryar sûcên binpêkirina mafan a dewleta Tirk rewa dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dem daye Tirkiyeyê ku gavê bavêje, rexne kir. KCK’ê daxuyakirin ku biryara Komîteya Wezîran a KE’yê ‘rewabûnê dide sûcên eşkere yên binpêkirina mafan ên dewleta Tirk” û wiha got, “Lê belê li hemberî binpêkirina mafan ên ku bi awayekî eşkere tê pêkanîn û tecrîda mutleq ku bi ti awayî nayê ravekirin û qebûlkirin, diviyabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tavilê gav biavêta. Diviyabû helwesta wan di vî alî de baya.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarê mijarê bi vî rengî ye:

Ji 20’ê Îlona 2024’an û vir ve helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hemberî hiqûqa mafê hêviyê di nava rojeva raya giştî de cih girt. Li gorî çapemeniyê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku dewleta Tirk hiqûqa Mafê Hêviyê bicih neaniye weke binpêkirina maf nirxandiye û ji Tirkiyeyê xwestiye, gav biavêje. Ji bo vê jî salek dem da Tirkiyeyê. Lê belê dewleta Tirk bi rengekî vekirî pêşî li Rêber Apo digire ku ji vê qanûnê sûdê negire û diyar dike ku dê vê helwesta xwe jî bidomîne. Ji bo ku Rêber Apo sûdê negire, serlêdanên girtiyên din jî tên redkirin û pêşî li sûdwergirtina ji vê qanûnê digirin. Tevî ku helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê yê faşîst, nijadperest û êşkencekar bi vî rengiye, negirtina biryarên pêwîst ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û dem dane Tirkiyeyê paradokseke cidî ye û nêzîkatiyeke nayê qebûlkirine. Nêzîkatiyên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê li holê ne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên qirkirina Kurdan bi cih tîne û ti rêgezên qanûn, exlaq û hiqûqê li ber çavan nagire. Nêzîkatiya wî ya li hember Rêber Apo jî di nav vê çarçoveyê de ye. Hem nehiştine ku Rêber Apo ji qanûna “Mafê Hêviyê” sûdê werbigire û hem jî li Îmraliyê sîstemeke tam a êşkence û qirkirinê tê meşandin. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin sîstema êşkence û qirkirinê de tê ragirtin. Ev 4 sal in hemû têkiliyên wî ya bi cîhana derve re di bin navê tecrîda mutleq de hatine qutkirin. Ligel ku rastî ev e, dem dayîna dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ku bi pergala Îmraliyê re sûcê herî giran ê mirovahiyê pêk tîne, di cewhera xwe de telorekirin û rewakirina wê ye. Bendewariya ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew bû ku, bêyî dem daba dewleta Tirk, bixwesta ku gav bavêje. Bi nekirina vê re û dem dayînê re encameke helwesteke nediyar derxist holê.

EV BIRYAR REWABÛNÊ DIDE SÛCÊN BINPÊKIRINA MAF

Dewleta Tirk heta roja îro bi desteka ku ji hêzên derve wergirtiye, bi taybetî DYE’yê û dewletên Ewropayê qirkirina Kurdan pêk aniye. Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hat kirin jî bi desteka van hêzan hat kirin. Niha jî, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka DYE’yê, Îsraîl, NATO û dewletên Ewropayê polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan didomîne. Saziyên Ewropayê jî heta roja îro li gorî berpirsyarî û mîsyonên xwe tevnegerîne. Hem ji bo bicihanîna her du xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî ji bo pêkanîna hiqûqa gerdûnî helwesteke pêwîst nîşan nedan. Di mijara Kurdan û Rêber Apo de, her çend bi awayekî eşkere dewleta Tirk maf binpêkiriye û sûcên giran pêk aniye jî an bêdeng mane yan jî qels tevgeriyane. Beriya niha jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku Rêber Apo bi awayekî adîl nehatiye darizandin û ji ber vê yekê divê ji nû ve bê darizandin, ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nehat anîn. Lê belê li hemberî vê yekê tiştek nehatiye kirin. Dîsa CPT’yê ji bo ji holê rakirina sûcên zelal û binpêkirinên hiqûqê ku bi xwe tesbîtkiribû ti gav neavêt, her carê bi dem dayîna Tirkiyeyê re li hemberî xwe kete nava nakokiyan û binpêkirin rewa kir. Niha jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nêzîkatiyeke bi heman rengî esas girtiye û dem daye Tirkiyeyê. Lê belê li hemberî binpêkirina mafan ên ku bi awayekî eşkere tê pêkanîn û tecrîda mutleq ku bi ti awayî nayê ravekirin û qebûlkirin, diviyabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tavilê gav biavêta. Diviyabû helwesta wan di vî alî de baya. Di vê wateyê de helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê qelse û binpêkirina mafan a ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, rewa kir.

DIVÊ HELWESTEK NE DEM BIDE TIRKIYEYÊ BEROVAJÎ GAVÊ PÊ BIDE AVÊTIN WERE PÊŞXISTIN

Dewleta Tirk a qirker-mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dagirkirina Kurdistanê û êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê û gerîlayê azadiyê re, dixwazin komploya navneteweyî bi tecrîda mutleq a li Îmraliyê bidomînin û qirkirina Kurdan li ser vê bingehê pêk bînin. Bi desteka ku ji derve werdigire, mîna ku heta niha kiriye, hewl dide vê bike. Li hemberî sûcên herî mezin ên dîrokê ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de kirine, divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Saziyên Ewropayê bi taybetî Konseya Ewropayê û hemû saziyên xwedî berpirsyarî divê bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji ber xespkirina giran a mafan û sûcên li dijî mirovahiyê, divê helwestek ne dem bide Tirkiyeyê, berovajî gavê pê bide avêtin were pêşxistin.

DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN

Em ji vê derê bang li hemû sazî û kesayetên mafên mirovan diparêzin bi taybetî li hiqûqnasan dikin: Nêzîkatiya li hember Rêber Apo, ancax bi pênasekirina sûcê li dijî mirovahiyê dikare bê ravekirin. Nêzîkatiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hember gelê Kurd û Rêber Apo di esasê xwe de êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em bang dikin ku li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiya dîrokî helwesteke xurt nîşan bidin û li ser vê bingehê bikevin nava tevgerê.

Gelek biryarên ku heta roja îro ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatin girtin, nîşan dide ku dewleta Tirk maf, hiqûq, edalet, wijdan û exlaqê binpêkiriye. Biryara binpêkirinê ya ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve hate girtin jî, ev karakterê dewleta Tirk û rastbûna têkoşîna li dijî wê careke din îspat kiriye. Ji vî alî ve her kesên tevlî Kampanya Azadiyê dibin û destekê didin, bi taybetî jî gelê Kurdistanê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewamkirin û xurtkirina vê têkoşînê gelekî girînge. Li ser vê bingehê divê hemû gel, bi taybetî gelê Kurdistanê, jin, ciwan, hêzên şoreşger-demokratîk-azadîparêz li dijî vê êrîşkarî, dagirkerî, tecrîd û qirkirinê têkoşîna azadiyê ya cîhanî xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Her wezîfe bi fedekarî girt ser xwe
Nûçeya Pişt re Li Srî Lankayê hilbijartinên serokkomariyê destpê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekemîn Konferansa Meclîsa Gel a Qendîlê destpê kir

Yekemîn Konferansa Meclisa Gel a Qendîlê bi dirûşmeya ‘Civakek komîn garantiya jiyanek azad e’ destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlya şehîd eşkere kir û got, “Hevrê Sila wê bi sekna xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan: Em binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nekin

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qubad Talabanî: misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê mafên Kurdan bêne misogerkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meşa ku li Nisêbînê sînor derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?