În, 11 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 117’an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Li dijî desteserkirina îradeyê rabin serhildanê!
Kurdistan

KCK: Li dijî desteserkirina îradeyê rabin serhildanê!

KCK: Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeyê. Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê qeyûm danî ser şaredariya ku bi îradeya gelê Colemêrgê hate hilbijartin û careke din dest danî ser îradeya gelê Colemêrgê. Hevşaredarê ku bi îradeya gel hate hilbijartin jî bi rengekî nehiqûqî hate binçavkirin. Di serî de gelê me hemû hêzên sosyalîst û demokratîk, raya giştî ya demokratîk, muxalefeta li nava sîstemê û gelek saziyên demokratîk bi mafdarî vê kiryara antî demokratîk şermezar dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Em jî vî mejiyê mêtinger antî-demokratîk faşîst ê dijminê Kurdan şermezar dikin, nerazîbûna li hemberî vê yekê mafdar û di cih de dibînin, piştgiriyê dikin. Ya ku tê xwestin bê kirin, di şexsê xelkê Colemêgê de desteserkirina îradeya gelê Kurd e. Parçeyek ji êrişên qirkirina siyasî ye. Ev yek kiryareke faşîst qirker antî demokratîk e. Her kesên ku xwedî hestiyarî û têgihiştina demokratîk in, alîgirê jiyana hevpar û yekîtiya demokratîk a gelan e, divê li ber vê kiryara antî demokratîk rabin, li kêleka têkoşîna mafdar, rewa û demokratîk a gelê Kurd bisekinin. Heta ku Şaredariya Colemêrgê ya hatiye desteserkirin li xelkê Colemêrgê bê vegerandin, divê ev helweset bê mezinkirin û dewamkirin.”

LI DIJÎ MEJIYÊ DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN

KCK’ê got, “Bi vê kiryarê re nêzîkatî, mejî û polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd careke din şênber bûye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî mejiyekî welê ye ku dijminê Kurdan e” û wiha dewam kir, “Şefê faşîst Tayyîp Erdogan jî rêveberê sereke yê vî mejî ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan rêveberên vê serdemê yên wî mejî û polîtîkayê ne ku qirkirinê li Kurdan ferz dike. Bi vê armancê hatine wezîfedarkirin. Rastî ev e, ji bilî vê yekê ti nêzîkatî rast nîne ku tayînkirina qeyûm jî vê yekê careke din bi şênberî radixe pêş çavan. Lewma ji bilî têkoşîna li dijî vê siyaset û vî zîhniyetî nêzîkatiyeke din rast nîne. Divê ev yek bê dîtin û nêzîkatî li gorî vê yekê bê nîşandan. Di çarçoveya vê nêzîkatiyê de yekîtî divê pêk were û têkoşîn bê xurtkirin.”

NE TENÊ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ YE, DI HEMAN DEMÊ DE DESTESERKIRINA ÎRADEYA GELÊ KURD E

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze plana xwe ya desteserkirina îradeyê ku nekarî li Wanê bi ser bixîne, bi desteserkirina îradeya xelkê Colemêrgê bi ser bixîne. Ji ber vê jî ya ku tê kirin ne tenê desteserkirina şaredariya Colemêrgê ye, di heman demê de desteserkirina îradeya gelê Kurd e. Ev desteserkirina îradeyê jî di çarçoveya qirkirina Kurdan de tê kirin. Dixwaze li Colemêrgê encamê bi dest bixîne û vê yekê li hemû bajarên Kurdan pêk bîne. Pêwîste ev nêt û metirsî bê dîtin, sekneke hîn bi xurtî û rêxistinî bê nîşandan.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hundir û derve polîtîkayeke xwe dispêre dijminatiya li Kurdan dimeşîne, hewl dide her kesî bike dijminê Kurdan. Dijminatiya li Kurdan AKP-MHP bi jehrê xistiye, veguherandiye marekî kor ku dev li her kesî dike. Ji bo Kurd ji binê zexta qirkirinê rizgar nebin, ji bo azad nebin, nebin xwedî îrade li ber hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî radibe, êrişan dike û komkujiyan pêk tîne. Bi rengekî welê tev digere ku çi dibe bila bibe ne xem e, tenê bila Kurd xwe bi rê ve nebin, nebin xwedî îrade. Ya ku Sûriye xist vê rewşê, kir ku ewqasî qirkirin rû bide ev nêzîkatî ye. Ya ku li pêşiya çareseriya li Sûriyeyê hîn jî asteng e dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Kurdan e, polîtîka û mejiyê xwe ye ku xwe dispêre dijminatiya li gelan. Niha hewl dide Iraqê jî bixe vê rewşê. Em hemû dibînin bê vê nêzîkatiyê Tirkiye xistiye çi halî, bi kîjan metirsiyan re rû bi rû hiştiye. Di encama vê yekê de li Tirkiyeyê hiqûq bi temamî ji holê rabûye, dewlet bûye çete, mayfa, civak birçî, xizan hatiye hiştin. Ev desthilatdarî ji aliyekî ve gelê Kurd qir dike, li aliyê din jî di bin zexta faşîzmê de qirkirinê li civaka Tirkiyeyê ferz dike. Desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê dixwaze sîstema xwe ya antî demokratîk, neheq, bêhiqûqî, dijminatiya navbera mirovan, birçîbûn û xizaniya civakê dewam bike, di bin navê nermbûnê de jî hewl dide bi lîstikên siyasetekê muxalefetê jî tevlî polîtîkayên xwe yên faşîst bike. Divê hem civak, hem jî pêşengên civakê ûs iyasetmedar vê rastiyê baş bibînin û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.

BERXWEDANA TOPYEKÛN, SERHILDANA DAÎMÎ

Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeyê. Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be, li serhlidanê be. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî divê li refên pêş ên vê têkoşînê bin, pêşengiyê ji gel re bikin.

Gelekî watedar e ku hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û azadîparêz piştevaniyê bi gelê Kurd re dikin. Divê ev yek dewam bike û hîn xurt bibe. Muxalîfbûyîn, alîgiriya azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê bi xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe, bi rabûna li ber nêzîkatiyên desteserkirina îradeya gelê Kurd dibe. Li ser vê bingehê em bang li her kesên ji bo demokrasî, azadî, edalet, hiqûqê têdikoşin dikin ku li kêleka xelkê Colemêrgê û gelê Kurd bisekinin ku temsîla van nirxan dike, li dijî desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê helwesta herî xurt nîşan bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ADGB: Hewce ye em êrîşa li Colemêrgê berteref bikin
Nûçeya Pişt re Akiş ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin: Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk koçberên dersînorî Efrînê jî kirî, revand

Dewleta Tirk du koçberên dersînorî Efrînê kirî, revand. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Xamaney: Îsraîlê xetayeke cidîkir, wê bedela wê bide

Serokê Olî yê Îranê Ali Xamaney di axaftineke xwe ya li ser televîzyonê de got…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî serdana CHP’ê kir

Piştî ku tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû 105 kes hatin binçavkirin, heyeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?