Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Peyama Newroza 2025’an ‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’
Kurdistan

KCK: Peyama Newroza 2025’an ‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

KCK'ê gelê Kurd ji ber tevlîbûna xurt a li Newrozê pîroz kir û destnîşan kir ku peyama Newroza 2025'an daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî pîrozbahiyên îsal ên Newrozê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Newroz ku ji bo nîşandana îradeya gelê Kurdistanê xwedî cihekî gelekî girîng e, îsal ji demên derbasbûyî bêhtir bi tevlîbûneke xurt îradeya gelê Kurdistanê nîşan da û ji aliyê siyasî û civakî ve derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Hem ji aliyê tevlîbûna xurt ve, hem jî bi coş û peyamên xwe yên siyasî Newroza 2025’an bû asta herî bilind. Di serî de çar parçeyên Kurdistanê li her devera ku Kurd lê ne Newroz bi coşeke mezin, bi stranên azadiyê, bi govend û tilîliyan hate pîrozkirin, qadên Newrozê bi dirûşmên azadiyê yên bi milyonan mirovî hejiyan. Gelê Kurd bi pîrozkirina Newrozê di asta herî bilind de her cûre êrîş, komplo û lîstikên li hemberî xwe pûç kir û îradeya xwe bi şênberî raxist pêş çavan. Ji ber tevlîbûna xurt a li Newrozê em gelê xwe ji dil pîroz dikin û sekna wan a berxwedêr silav dikin.

DI NEWROZÊ DE DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO HATE KIRIN

Newroza 2025’an li çar parçeyên Kurdistanê bi coş û tevlîbûneke mezin derbas bû. Gelê Bakurê Kurdistanê bi milyonan mirovî daket qadan, ji Serhedê heta Dersimê, ji Botanê heta Firatê li her devera Kurdistanê Newroz bi xurtî pîroz kir. Newroza Amedê jî bû asta herî bilind a vê yekê. Îsal gelê Rojhilatê Kurdistanê ji demên derbasbûyî bêhtir bi xurtî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû. Ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Newrozê serwer bû. Newroz bi heybeteke mezin hate pîrozkirin. Li Rojavayê Kurdistanê di Newrozê de coş û baweriya şoreşê hebû. Sekn û biryardariya berxwedanê îsal Newroza Rojava ji her demê bêhtir bi heybet kir. Gelê Başûrê Kurdistanê di serî de li Qendîlê li her deverê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Di hemû pîrozbahiyan de yên li çar parçeyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi xurtî hate qîrîn û xwedî li banga aştî û civaka demokratîk hate derketin. Di Newrozê de xeta welatparêzî, têkoşîn û azadiya Rêbertî li pêş bû, gelê Kurd hesreta xwe ya bi azadî û yekîtiya neteweyî anî ziman.

Di serî de derveyî welat li gelek deveran Newroz hîn jî tê pîrozkirin. Mîna li Kurdistanê li derveyî welat jî gelê me Newrozê bi coşeke mezin pîroz dike. Bi hesreta Rêbertiya Azad û Welatê Azad, Newroz ji aliyê gelê me ve ji her demê bêhtir bi coş hate pîrozkirin. Em Newrozê careke din li gelê xwe yê li derveyî welat ê bi coş Newroz pîroz kir û dostên xwe pîroz dikin.

BI XURTÎ XWEDÎ LI BANGA DÎROKÎ YA RÊBER APO HATE DERKETIN

Bêguman ya ku Newroza îsal bi wate û dîrokî kir, ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo bû. Di Newrozê de gelê Kurd bi xurtî bersiv da banga dîrokî ya Rêber Apo. Bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bêyî şik û gumanan nîşan da ku xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikeve. Her dever û her kêlî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ dagirt û dilsozî û hezkirina xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da. Bi kurtasî gelê Kurd heqê dirûşma Newroza 2025’an da, Newroz weke Newroza ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ pêşwazî kir. Bêguman di Newrozê de dilsoziya xurt a bi Rêber Apo re û xwedîderketina bi xurtî ya li banga dîrokî ya Rêber Apo di heman demê de bû peyama Newrozê ya gelê Kurd. Di Newrozan de peyamên gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber ku gelê Kurd her tim di Newrozê de bi peyamên xwe îradeya xwe nîşan dide. Di Newroza îsal de jî gelê Kurd bi dirûşmên xwe îradeya xwe nîşan da. Gelê Kurd bi helwesta xwe ya şênber û bi biryar diyar kir ku divê sîstema Îmraliyê êdî ji holê bê rakirin û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Peyama Newroza 2025’an ev e. Gelekî girîng e ku ev peyama gelê Kurd a ku di Newrozê de nîşan da, rast bê fêhmkirin. Şertê dostaniya bi Kurdan re, şertê jiyana bi hev re ya bi gelê Kurd re ev e. Nêzîkatiyên ku vê yekê ji nedîtî ve bên, eşkere ye ku dijminatiyê li gelê Kurd dike. Aqûbeta yên bi vî rengî nêzîk dibin weke ku gelek caran di dîrokê de ispat bû, wê tinebûn be. Bi kurtasî yên ku dixwazin dijminatiyê bi gelê Kurd re nekin, divê îradeya gelê Kurd li ber çavan bigirin.

DIVÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ JI HEV BÊ BELAVKIRIN, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK WERE

Pirsgirêka Kurd gihîştiye wê astê ku êdî çareseriyê ferz dike. Reva ji çareseriya pirsgirêka Kurd êdî nabe. Newrozê ev rastî careke din bi şênberî raxist pêş çavan. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya herî ast a pirsgirêka Kurd çareseriya li ser bingeha siyasî demokratîk e, ji bo ev yek pêk were em têdikoşin. Rêber Apo bi banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a dîrokî re îradeya xwe ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd careke din bi xurtî nîşan da. Gelê Kurd jî di Newrozê de careke din nîşan da ku ew dilsozê vê îradeyê ye. Ya ku divê bê kirin ew e ku li gorî vê yekê gav bêne avêtin, ya esasî jî ew e ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser bikeve, sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin, Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, bibe xwedî şert û mercên jiyanê û kar ên azad.

Rêber Apo û gelê Kurd ev îradeya xurt nîşan da, li hemberî vê yekê jî gavên pêwîst divê tavilê bêne avêtin. Lê belê heta niha ji aliyê dewletê ve ti gav nehatiye avêtin ku ev yek weke pirsgirêkeke nêzîkatiyê derdikeve pêşberî me. Çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji aliyê cewherî ve pirsgirêkeke demokratîkbûnê ye, di dma dawî de zext, girtinên li hemberî Kurdan, hêzên demokrasiyê û muxalefetê nîşan dide ku desthilatdarî ji çareseriya pirsgirêka Kurd dûr e. Nêzîkatiyên antî demokratîk ên desthilatdariya AKP’ê nîşan dide ku bi erênî nêzî çareseriya pirsgirêkê nabe, dixwaze pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe yên teng bi kar bîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke giran û bingehîn e, eşkere ye ku bi nêzîkatiyên teng ên desthilatdariyê nikare rabigire. Eşkere ye ku nêzîkatiyên bi vî rengî çawa ku heta niha rû da, ji niha û pê ve jî wê ji aliyê gelê Kurd ve bi erênî neyên pêşwazîkirin. Em baş zanin ku heta mejî û nêzîkatiyeke demokratîk nebe Tirkiye demokratîk nabe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alaya Xweser a Şehîd Zîlan Newroz pîroz kir
Nûçeya Pişt re Îranê sîstema xwe ya fuzeyê ya nû da nasandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kampa AFAD’ê Êzîdiyan dike êsîr

Di sala 2014'an de dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, bi deh hezaran Êzidî careke…

Ji aliyê Stêrk TV

Uzuntaş ku di Komkujiya 33 Guleyan de malbata wî hat qetilkirin: Komkujiya li ser Kurdan dewam dike

Celal Uzuntaş ê 81 salî ku di Komkujiya 33 Guleyan de bav, ap û bapîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kedkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara tê birêkirin

Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Cenaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?