Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê bang li Iraqê kir: Li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe, peymanê betal bike
Kurdistan

KCK’ê bang li Iraqê kir: Li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe, peymanê betal bike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: Banga me li dewlet û hikumeta Iraqê ye, li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabin û peymana ku bi piştevanê DAÎŞ'ê Erdogan re mohr kiriye tavilê betal bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de hate gotin, “Xelkê me yê li kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, îmha û înkarê yên dewleta Tirk red kir, li ber zextên nokerî û xiyanetê yên PDK’ê rabû, li gel zor û zehmetiyan di jiyana azad de israr dike û ji ber vê yekê jî li welatê xwe penaber bûye, rojên dawî careke din bû hedefa êrîşên terorê yên SÎHA’ yên dewleta Tirk. Ev êrîş li ber çavên hêzên dewleta Iraqê hate kirin ku bi navê parastinê kamp dorpêç kirine û 24 saetan dişopînin. Ev gelê ku êrîş lê hate kirin, li gel zor û zehmetiyan û bêderfetiyan, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi piştgiriya dewleta Tirk xwest Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike li ser bingeha hişmendiya xweparastinê li ber xwe da, bi berxwedana xwe ya esîl li hemberî terora bi mejî û piştgiriya Erdogan di parastina gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de bi rola pêşengiyê rabû. Ev berxwedana destanî ya xelkê Mexmûrê ji bo PDK û Mesûd Barzanî yên ku dijminatiyê li wan dike û ambargoyê ferz dike bû cihê spasiyê û nehişt ku Hewlêr bikeve destê DAÎŞ’ê. Dewleta Tirk a dagirker ku dema DAÎŞ’ê teror li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn dikir nekete nava ti hewldanan, li hemberî hêzên ku li Şengal, Mexmûrê DAÎŞ têk birin û navendên berxwedanê êrîşan dike. Ji bo tola têkçûna DAÎŞ’ê ji berxwedêrên li dijî DAÎŞ’ê hilîne êrîşan dike û di van êrîşan de jî çeteyên DAÎŞ’ê yên berê xistiye bin sîwanê artêşa dagirker a ku aniye Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk hebûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li wê derê ji bo êrîşan weke hincet nîşan dida, ku gerîla piştgirî dida xelkê Mexmûrê û DAÎŞ li ber deriyê Hewlêrê sekinand. Dewleta Iraqê piştî ku di hevdîtinên bi xelkê Mexmûrê re soz dan ku wê kampê biparêze, hêza gerîla ku hejmara xwe kêm bû xwe vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê û dewleta Iraqê soz da gel ku wê li hemberî her cûre êrîşan kampê biparêze. Ev hevdîtin û gav hemû di çarçoveya daxwaza Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI de di bin çavdêrî û agahiya wan de pêk hatin. Di parastina kampê û ewlehiya wê de, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve berpirsyar in.”

ÊRÎŞ DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE TÊNE KIRIN

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Piştî hevdîtinên navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê û peymana di encama van hevdîtinan de hate îmzekirin, êrîşên li ser kampê jinûve destpê kirin. Xelkê Mexmûrê ku koletiya modern a lê tê frezkirin qebûl nake û jiyana xwe ya azad bi hewldan û keda xwe ava dike, careke din bû hedefa êrîşên terorê yên Erdogan-Bahçelî ku xwedî mejiyê qirkirinê ne. Ev êrîş piştî êrîşên li Seyîd Sadiq, Dukan, Biradost û Mawetê hate kirin ku di encamê de 7 mirov şehîd bûn. Ji van êrîşan dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in. Eger balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li ser ezmanê Kerkûkê yekser tê xistin, lê belê bi rojan li ser Mexmûrê bi serbestî digere û dikare êrîşê bike, ev yek nîşan dide ku hikumeta Iraqê cudahiyê dixe navbera Kerkûk û Mexmûrê, çavên xwe ji êrîşên li ser Mexmûrê digire, haya xwe ji êrîşan heye û ev êrîş di çarçoveya peymanê de têne kirin.

DEWLETA IRAQÊ DIVÊ PEYMANÊ TAVILÊ BETAL BIKE

Eger dewleta Iraqê naxwaze weke dewleteke ku sicîla xwe bi sûcên qirkirinê tijî ye ji bo dagirkirina welatê xwe peyman mohr kiriye derbasî dîrokê nebe, divê tavilê dest ji peymana bi Tirkiyeyê re berde û tavilê betal bike. Ji ber ku ev peyman û daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Iraqê yên rojên dawî têkildarî tevgera me dan, ji bilî rewakirina dagirkerî û îlhaqa Tirkiyeyê nayê ti wateyê. Wezîrê Parastinê li şûna ku Iraqê li hemberî êrîşên dagirkeriyê biparêze, ji bo gelên Iraqê li ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ranebe argûmanên şerê taybet ên artêşa dagirker diparêze û bi vî rengî êrîşan rewa dike. Ev êrîşa li ser Mexmûrê piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê hate kirin ku ev yek jî balê dikişîne.

Peyman û tifaqên bi Tirkiyeyê re têne kirin ne pêşketinê lê belê komkujiyê, ne ewlekariyê lê belê şer û hilweşînê wê bi xwe re bînin. Yên ku berevajî vê îdîa dikin bila li rewşa Sûriyeyê binere ku Erdogan çi anî serê Beşar Esad ku jê re digot ‘birayê min’ e. Di rojê herî zehmet ên Iraqê de li navenda DAÎŞ’ê konsolosxaneya xwe vekirî hişt û ti alîkarî neda Iraqê. Erdogan û Tirkiye çawa dikare îro tevkariyê li ewlekariya Iraqê bike?

Banga me li dewlet û hikumeta Iraqê ye ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser sivîlan, bi taybetî jî êrîşên li ser penaberên li kampa Mexmûrê û sûcên wan ên şer helwestê nîşan bidin û tavilê dest ji peymana bi piştevanê DAÎŞ’ê Erdogan ê qirker faşîst re mohr kiriye berde. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI dikin ku li gorî sozên xwe tevbigerin, bi çavê PDK û Erdogan ê faşîst li bûyeran nenihêrin, nêzîkatiya ku li deverên din ên cîhanê ji bo ewlekariya penaberan nîşan dide ji bo penaberên li Mexmûrê jî nîşan bidin, jiyana xelkê me yê li kampê biparêzin û bi vê armancê bikevin nava hewldanan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li çar bajaran serdegirtin: Herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Çalakiya YPJ’ê: 3 leşkerên Tirk mirin, 4 jî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîtîkayên AKP’ê yên ji bo jêbirina hişê çandî yê Kurdan

Desthilatdariya AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser hiş û bîra Kurdan, Kurdî û çanda…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzvanên Sînor ên Iraqê li Silêmaniyeyê ciwanek qetil kirin

Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê di encama gulereşandina parêzvanên sînor de ciwanekî jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG: Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?