Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê bang li gel kir ku biçin Amarayê
Rojane

KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê bang li gel kir ku biçin Amarayê

KCK’ê diyar kir ku divê 4’ê Nîsanê li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber Apo were pîrozkirin û bang li gel kir ku biçin Amarayê ku Rêber Apo lê jidayik bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da. KCK’ê destnîşan kir ku divê divê ji vê şûnde jî têkoşîn bi armanca pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên jiyana azad û xebata wî were pêşxistin.

Berfirehiya daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em ketin salvegera 76’an a rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku di dîroka gelê me de xwedî cihekî pir girîng e. Gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî rojbûna xwe dibîne û bi vê wateyê bi hezkirin, coş û minetdarî pîroz dike. Em jî vê roja watedar ku ji bo gelê me tê wateya zayîna nû, silav dikin û di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd, li tevahî gelan, jin û dostan pîroz dikin.

Bêguman zayîna di 4’ê Nîsanê de, ji bo gelê Kurd bûye destpêka miladekî nû. Rêber Apo bi destpêkirina têkoşîna azadiyê hişt ku gelê Kurd ku rûbirûyê tunekirinê bû, ji nû ve rabe ser piyan, zane bibe, birêxistin bibe û ji bo azadiya xwe têbikoşe. Gelê Kurd bi vî awayî xwe ji her milî ve ji nû ve afirand. Bêguman wêrekiya têkoşînê ya ji bo azadiya gelekî ku hebûn, ziman û nasnameya wê hatiye înkarkirin, welatê wê hatiye parçekirin, bi komkujiyan ferzî bêdengiyekî dawî û mirinê hatiye kirin û biserxistina vê yekê, bi zehmetiyên mezin, hewldanên derasayî û bi hezkirin û girêdanbûna kûr a li gel, welat û azadiyê çêbûye. Bi îradeya ku wekî hewcedariya vê hezkirin û girêdanbûna kûr hatiye nîşandan, çêbûye. Gelê Kurd ji ber ku vê rastiyê pir baş dizane, hezkirinekî mezin nîşanî Rêber Apo dike. Zayîna Rêber Apo wekî zayîna xwe, hebûna wî jî wekî hebûna xwe dibîne. Bi vê hişmendî û hestên kûr 4’ê Nîsanê bi hezkirin û minetdarî pîroz dike.

Rêber Abdullah Ocalan ku bi derketina xwe geşedanên dîrokî afirand û ji aliyê gelê Kurd ve hezkirin û dilsoziyek mezin nîşanî tê kirin, kesayetekî ku divê ji nêz ve were fêmkirin e. Ji bo Rêber Apo helwesta li dijî neheqiyan û li dijî vê têkoşîn kirin, pir li pêş e. Mirov dikare bibêje ku ev cewhera kesayet û jiyana wî diafirîne. Yek ji aliyê wî yê ku herî zêde vê rastiyê nîşan dide, nêzîkatiya wî ya ji bo jinan e. Rêber Apo li hemberî zext û neheqiyên li dijî jinan, têkoşînekî mezin daye. Dîtiye ku hemû koletî, kedxwarî û neheqî li ser koletiya ku li ser jinê tê ferzkirin, pêş ketiye û têkoşîna azadiya Kurd di eksena azadiya jinê de pêş xist. Eleqe, dilsozî û hezkirina jinan bi taybet jî jinên Kurd ji bo Rêber Apo, ji vir tê. Ev rastî xwe di xwedîderketina li Rêber Apo û pêşengtiya ku jin pêş xistiye de xwe dide der. Pîrozkirina 4’ê Nîsanê ji aliyê jinan ve bi coşekî mezin, bi rastiya ku 4’ê Nîsanê zayîna jina azad e re têkildar e.

Bêguman yek ji nirxên sereke yên di karekterê Rêber Apo de, gerdûnîbûn e. Rêber Apo ji destpêkê ve Têkoşîna Azadiya Kurd bi nirxên gerdûnî yên mirovahiyê re girê daye û li ser bingeha sosyalîzm û xwişk-biratiya gelan pêş xistiye. Bi paradîgmaya xwe ya Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk tevkariyekî dîrokî li têkoşîna azadiya gerdûnî ya mirovahiyê kir û bi vê têkoşînê re hatiye rewşa ku pêşengtiyê bike. Encama vê yekê ye ku eleqeya ji bo fikrên Rêber Apo gihîştiye asta gerdûnî û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî li ser vê bingehê mezin bûye û pêş ketiye. Hezên hegemonîk, herêmî û xwecihî yên modernîteya kapîtalîst bi hevkariyê xwe hewl dane bi Komploya Navneteweyî û dîlgirtina Îmraliyê re derketina dîrokî ya Rêber Apo rawestînin, lê bi komplo û dîlgirtinê re nekarîne pêşiya vê geşedana dîrokî bigirin. Rêber Apo bi pêşxistina tarzê berxwedanê ya bêhempa re, xiyanet û neheqiya dîrokî ya li ser wî hatiye ferz kirin, vala derxistiye. Bi vê tarzê xwe re li hemberî dîlîtî û komploya herî mezin a dîrokê, rê li ber girtiye ku gel û mirovahî winda nekin, berovajî qezenc bikin. Bi Banga xwe ya Aşitî û Civaka Demokratîk re ku di 27’ê Şibatê de pêş xist, bergehekî nû li gelan û mirovahiyê qezenc kir û vê rastiyê careke din piştrast kir.

Em careke din vê roja watedar pîroz dikin û bang li jinan, ciwanan, gelan, dostan û bi taybet gelê Kurd dikin ku 4’ê Nîsanê li her derê bi çandina daran bi coş pîroz bikin. Dîsa em bang li gelê xwe dikin ku di 4’ê Nîsanê de biçin Amarayê ku Rêber Apo lê jidayik bû. Divê dîlîtiya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li gelê Kurd tê ferzkirin, bi dawî bibe. Gelê Kurd û dostên wan divê 4’ê Nîsanê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pîroz bike, divê ji vê şûnde jî têkoşînê bi armanca pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên jiyana azad û xebata wî pêş bixe. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me, gelan û jinan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara nû ya Kovara Îslama Demokratîk derket
Nûçeya Pişt re Gerîlayên PJAK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Mezintirîn têkoşîn bi pêşengtiya jinan tê meşandin’

Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr û Besê Anûş 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahû: Divê hêzên NY ên li Lubnanê ‘tavilê vekişin cihekî ewle’

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku leşkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Başûr tesîsa hilberandina çîpan a di cîhanê de herî mezin ava dike

Koreya Başûr ji bo ku bibe hilberînerê çîpan ê herî mezin, dest bi hewldanan kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?