Şemî, 19 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de nîqaşên li ser Jineolojiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan careke din hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya siyasî: Êrîşên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand
Rojane

KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em bawer dikin ku helwesta herî mezin û exlaqî ya rojiya Remezanê ya pîroz, têkoşîna hevpar a li dijî dagirkerî, qeyûm, tecrîd û êşkenceyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em ketin meha Remezanê ya ku ji bo alema Îslamê bi xêr û bereket e. Meha pîroz a Remezanê ji tevahiya alema Îslamê re aştî û aramiyê bîne. Em hêvî dikin ku Cejna Remezana pîroz di sala 2025’an de hezkirin, parvekirin û xweşiyê têxe dilê hemû Misilmanan û bibe wesîleya pêşwazîkirina hestên jiyanî. Daxwaziya me ew e ku aştî û edaletê bixe nava civakên Misilman. Em hêvîdar in ku nimêj û îbadetên ku di meha Remezanê de bên kirin wê îradeya mirovî, exlaq û wijdanê civakî hîn xurtir bike. Daxwaz dikin ku meha Remezanê bibe wesîleya ku gelên Rojhilata Navîn li ser pirsgirêkên azadî û demokrasiyê hûr bibin, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk civak û jiyanê ava bikin.

Misilmanên rêzdar

Em ketin meha Remezana pîroz a sala 2025’an a ku li erdnîgariya Misilmantiyê li Rojhilata Navîn rê li ber trajediyên mezin ên şer û wêraniyê vekiriye. Ev pêvajoya şer a li Rojhilata Navîn diqewime, êş û azarên mezin bi hemû gel û baweriyên li herêmê dijîn, bi taybetî jî civakên misilman dide kişandin. Lê em di wê baweriyê de ne ku eger li herêmê civaka bi feraseta Neteweya Demokratîk pêş bikeve, wêraniyên ji ber şer, êş û azarên ku diqewime, wê bên telafîkirin. Di vê wateyê de em bang li tevahî alema Îslamê û Misilmanên Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ên ku Îslamê temsîl dike bibin yek û ji bo berjewendiyên hemû gelên Rojhilata Navîn, Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin. Em we vedixwînin ku li ser bingeha xurtkirina yekîtî, hevgirtina gelan û jiyana wekheviyê hêz û tevkariyê bidin ev pêvajoya ku em tê de derbes dibin. Em bang dikin ku li dijî hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe bi nirxên mirovahiyê dilîzin, rawestin û weke bawermendên mezin ji bo pêşxistina Yekîtiya Demokratîk a Gelan û pêkanîna Avakirina Civaka Demokratîk têbikoşin.

Em weke tevger di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkên ekolojîk, pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Rojhilata Navîn di têkoşîna hevpar de derbas dibe. Em dixwazin diyar bikin ku di vê Cejna Remezanê de li ser bingeha demokrasî û azadî, yekitî, hevgirtin û wekheviya gel û baweriyan, têkoşîna hevpar a gelan hate berfirehkirin. Bi vê wesîleyê em di vê meha pîroz a Remezanê de bang li Misilmanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dikin ku li dijî hêz û dewletên mêtinger, qirker û faşîst ên li her derê cîhanê ne, bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin.

Seydayên welatparêzên Kurdistanê yên rêzdar

Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, berpirsyariyên mezin li ser Kurdên Misilman ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û li hemû cîhanê dijîn ferz dike. Gelê Kurd 50 sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna hebûn û jiyanê dide. Êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, qirker li hemû qadên Kurdistanê bi hemû hêza xwe didomin. Li Bakur tecrîd, êşkence, girtin û desteserkirin bê navber didomin. Êrîşên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger, bi valakirina dehan gundan, wêrankirina ekolojîk û pirsgirêkên civakî li tevahiya Başûr didomin. Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li ser herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê didomin û gel ji cih û warên xwe koçber dike. Di şer û pevçûnên ku her roj rû didin de bi dehan kesên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin jiyana xwe ji dest didin. Civaka Kurd li hemberî van hemû êrîşan ji bo demokrasî, azadî û jiyana mirovî li ber xwe didin. Hûn Seydayên hêja ku rêberên baweriya gel in, divê li her qadên berxwedanê li cem gelê xwe bin, di aliyê manewî de gel xwedî bikin û ev jî dibe beşek ji îbadetên pîroz ên meha Remezanê.

Li gorî pirtûka me ya pîroz Quranê; hemû çalakiyên gel ên ku li hemberî kesên Îslamê bi kar tînin û rastiya gelan înkar dikin, rojî ne. Yên vê fermanê bi cih bînin wê bên efûkirin û xelateke mezin hebe. Ji ber vê rêgeza Îslamî, di meha Remezanê de berpirsyariyeke mezin daye ser milê Kurdên Misilman. Bi wesîleya meha Remezanê em bi bîr dixin ku Seydayên Kurd ên welatparêz û gelê Kurd ê Misilman îbadetên xwe bi berxwedanê re bikin yek, wê xêrêke mezin bikin.

Berxwedana herî mezin a ku xêran tîne, berxwedana gelê ku di bin înkar û îmhayê de ye, berxwedana gelê ku îradeya wê hatiye xespkirin, bi tecrîdê re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de dewsa mizgeftên diyanetê ya ku ji bo komkujiyê Kurdan fetwayan dide, divê li ser sînor, di çeperên parastina gel de, li pêş şaredariyan nimêj bên kirin û ev yek helwesta herî rast e. Lewre diyanet di şexsê gelê Kurd de bi înkarkirina çanda Kurdan ayetên Xwedê înkar dike, diyaneta dewleta Tirk û dewlet Rêbertî dixe bin tecrîdê.  Em li bende ne ku Misilman bizanibin ku zekat şertê herî girîng a Îslamê ye. Mûmînê ku zekat bide hîn zêdetir bereket bikeve mal û milkê wî/ê. Zekatên xwe dewsa ku bidin dewleta Tirk a mêtînger û saziyên wî, destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava û yên Sûriyê bikin, ev xêra herî mezin a meha Remezanê ye. Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê him koçber bûne him jî koç digirin. Ji ber vê divê hemû Misilmanên Kurdistanî û yên cihanê bi gelên ku di nav hawirê şer de zehmetiyan dikişînê re, di nav danûstandinê de bin. Sofreyên xwe yên fitarê bi awayekî dilnizm, êşên bi milyonan mirovên birçî hîskirinê, ji mezaxtinê dûr amadekirina wê nêzikatiya herî rast û bi xêr e. Sofreyên fitarê bi kesên xwedî pêwîstî re parvekirin, rewşa nexweş û pîran pirsîn û pêwîstiyê wan pêk anîn xêra herî mezin a meha Remezanê ye. Di vê wateyê de em bendê ne Misilmanên ku dixwazin exlaqî û wijdanî bin, başî bikin di vê pêvajoyê de nav piştgirî û yekitiyê de be. Em daxwaz dikin ku rojiyên wan bibe wesileya xêrên mezin. Em bawerin meha Remezanê ya pîroz wê li hemberî qeyûm, tecrît û êşkence bibe têkoşîna hevpar. Bi vê wesileyê em hêvîdar in ku gelên Misilman ên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gel bi awayekî demokratîk, wekhev û bi hev re bijîn erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Û li hemberî zilm û neheqiyê di eniya demokrasiyê de tevlî refê têkoşîna hevpar bibin. Em daxwaz dikin rojiyên ku digirin, duayên ku dikin û niyeta wan qebûl bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Iraq: Banga Ocalan gavekî girîng e
Nûçeya Pişt re ‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re meşek li…

Ji aliyê Stêrk TV

Kuçukbalaban: Êşkence û bêhurmetiya li hemberî cenazeyan weke aqlê dewletê dewam dikin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, behsa nedayîna cenazeyên rojnamevanên hatine qetilkirin û darbeya qeyûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Yûsûf Erdogan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin

Ji Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser: Destkefiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?