În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin pêk neyê, çareserî çênabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da
Kurdistan

KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

KCK’ê, piştî êrîşên li ser Helebê polîtîkayên dewleta Tirk bi tundî rexne kir. KCK’ê, destnîşan kir ku êrîşên li Helebê hewldana têkbirina agirbestê ye û got ku divê ji gav û kiryarên ku pêvajoyê sebote dikin, dûr bên seknandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û polîtîkayên dewleta Tirk a vê pêvajoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê, da zanîn ku armanca êrîşên li ser Helebê ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got ku ev êrîş bi hewldana têkbirina agirbestê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê ji helwest û polîtîkayên ku pêvajoyê sabote dike dûr bê rawestandin û ev tişt hat gotin, “Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, berpirsyariyên ku dikeve ser milên me,  me bêdudilî û wêrekî bicih anîn. Em bang li desthilatdariya AKP û MHP’ê û rayedarên dewletê dikin, ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên pêwîst bavêjin. Gelê me û hêzên demokratîk jî ji bo rawestandina polîtîkayên dewleta Tirk ên ku pêvajoyê sabote dikin, divê têkoşîna li ser bingeha demokratîk berfirehtir bikin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi êrîşa li ser taxên Kurdan ên li Helebê, hatiye armanckirin ku van deran bê Kurd bihêlin. Yên ku di encama peymana 1’ê Nîsana 2025’an a navbera hikûmeta Şamê û rêveberiya xweser de li taxan wezîfeya asayîşê dikirin, bi van êrîşan hatin qetilkirin. Hatiye armanckirin ku meclîsên gel ên rêveberiya demokratîk ji holê bên rakirin. Ev êrîş armanc dikin ku li ser bingehê dijminahiya Kurd li hemû Sûriyeyê sîstema rêveberiya xweser a ku gelê Kurd bi gelên Ereb, Suryanî û yên din re ava kirî, tasfiye bikin. Ev êrîş parçe û dewama êrîşên li hemû welatan ên li ser destkeftiyên Kurdan e.

Dema ku çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk dest bi êrîşan kir, hêzên asayîşê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbasî berxwedana xweparastinê bûn. Li dijî êrîşên tunekirin û bê Kurd hiştin, xweparastin mafekî rewa ye. Meclîsa gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û gel li ser esasê peymana 1’ê Nîsanê di berxwedana ji bo parastina rêveberiya xweser a demokratîk de cih girtin. Lê belê hêzên ku li Sûriyeyê demokrasiyê naxwazin, ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û êrîşa tunekirina rêveberiya xweser a ku li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava kiriye, dan destpêkirin. Em yên ku li dijî van êrîşan bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û ji gaziyên xweparastinê re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em bang dikin, gelê ku ji taxan hatiye derxistin û belavî gelek qadan bûye, mafê xwe yê rewa bi kar bînin û vegerin cihên xwe. Hesreta şehîdan û berdêlên hatine dayîn, wê di Sûriyeya demokratîk û rêveberiya xweser de bijî.

Balkêş e ku ev êrîş piştî hevdîtinên DYE, Îsraîl, rêveberiya Şam û wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan hatin kirin. Roja ku peyman hate îmzekirin ku başûrê Şamê ji Îsraîlê re were hiştin, êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê hate kirin. Li Şamê qutkirina hevdîtinan û êrîş birina ser taxên ku 1’ê Nîsana 2025’an statuya wan hatin diyarkirin, nîşan dide ku DYE û hêzên navneteweyî yên li herêmê ev êrîş erê kirine, lewma bêdeng man. Di hevdîtinên Şam û şandeya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de, tê zanîn ku Fransayê navbeynkarî kiriye.

Dewleta Tirk ji destpêkê û şûnde di êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de cih girtiye. Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk û saziyên weşanê yên çapemeniyê yên nêzî desthilatdariya AKP-MHP’ê, ev yek bi eşkere nîşan dane. Çapemenî û rayedarên dewleta Tirk nêzîkatiyeke welê raber kirine mîna ku artêşa Tirk şer dike. Ji xwe Fermandariya QSD’ê ragihand ku SÎHA û tankên dewleta Tirk di nava vî şerî de bûn. Her wiha anîn ziman ku hin efserên Tirk di rêveberiya vî şerî de cih girtin. Polîtîkaya dewleta Tirk bi temamî li ser dijberiya li QSD’ê dijminatiya li Kurdan e. Ziman û êrişên beriya Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd dihate kirin, li Helebê di pêvajoya êrişa bê Kurd hiştinê de dewam kirin.

Di rewşeke welê de ku PKK’ê xwe fesix kiriye, ji 1’ê Adara 2025’an û vir ve rewşeke agirbestê heye, ev êrişên bi bilêvkirina navê PKK’ê re li dijî taxên Kurdan têne kirin, êrişeke li dijî Tevgera Azadiyê ye û hewldanek ji bo têkbirina agirbestê ye ku bi hesasiyeteke mezin tê meşandin. Hem wê qala pêvajoyekê bê kirin hem jî wê timî heqaret li Tevgera me ya Azadiyê bê kirin ku aliyekî vê pêvajoyê ye û êriş bêne kirin! Gelo bi vê nêzîkatiyê wê bidawîkirina têkoşîna çekdarî û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre agirbestê wê çawa bê dewamkirin? Hem wê qala terorîzm û terorîstan bê kirin û êrişê bibin ser Kurdan, hem jî wê qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan bê kirin! Eşkere ye ku ev yek ji bo Kurdan wê nebe cihê baweriyê.

Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û helwesta rayedarên dewletê ya li hemberî Tevgera me, tê wateya hewldana sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Ev êrîş di demekê de pêk hatin ku danûstandin di navbera rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta demkî ya Şamê de berdewam bûn. Rêber Apo ji bo ku şer rû nedin li ser esasê çareseriyê gav bên avêtin banga pêkanîna peymana 10’ê Adarê kiribû û peyama xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê re ragihand ku tedbîran di mijara petrol û derbasbûna sînor û hin mijarên din de bigire. Wek Tevgera Azadiya Kurd, me jî ji bo pêşxistina hawîrdoreke baweriyê ji bo hêsankirina çareserkirina pirsgirêkan gavên bi vî rengî ku teşwîq dike avêtin. Di demekê welê de ku hewldan û gavên bi vî rengî dihatin avêtin de pêkhatina vê êrîşê, nîşan dide ku çareserî li Sûriyê nayê xwestin. Wisa xuya dike ku armanca wan ne ew e ku bi Bakur-Rojhilatê Sûriyê re bigihêjin lihevkirinê, berevajî hilweşandina Rêveberiya Xweser e.

Medyaya Tirk û berdevkê hikûmetê Omer Çelîk bi eşkereyî radigihîne ku ev êrîş dê bi taxên Kurdan ên li Helebê re sînordar nemîne. Bikaranîna gotina ‘Tirkiyek bêteror û herêmek bêteror’ ji aliyê Omer Çelîk ve, nîşan dide ku ev êrîş dê li tevahiya herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku piranî Kurd lê dijîn belav bibe. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadî û demokrasiyê li her derê wek terorîzmê bi nav dikin. Her wiha dixwazin bi vê etîketê sîstema demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji holê rakin. Bi kurtasî, bi dijminatiya li Kurdan re li her welatê ku Kurd lê ne dijminatî li demokrasiyê tê kirin.

Li Rojhilata Navîn hin hêzên navneteweyî jî destekê didin vê dijminatiya li dijî demokrasiyê. Ev yek tê wateya ku ew destekê didin polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan. A rastî ji xwe dema êrîş li hember Kurdan tê kirin, an bêdeng dibin an jî van êrîşan erê dikin. Ev rastî di êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de jî hat dîtin.

Êrîşên li ser taxên Kurdan û amadekariyên êrîşê yên li ser rojhilatê Firatê agirbesta navbera Tevgera me û Tirkiyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk dixe ber lêpirsînê. Êrîşên di vê demê de yekser li hemberî tevgera me têne kirin, nîşan didin ku qanûna derbasbûnê ya taybet a tê gotin tê amadekirin, wê nebe gaveke çareseriyê. Di rewşeke welê de ku êrîş ewqasî li tevgera me tê kirin û êrîş li ser îradeya demokratîk a Kurdan tê kirin, zehmet e ku ev qanûn qadeke siyaseta demokratîk ji bo tevgera me û Kurdan veke. Gelo plan tê kirin ku qanûneke neyê qebûlkirin bê derxistin û bi vî rengî şer bê destpêkirin? Kiryar û polîtîkayên ku agirbestê, pêvajoya aştî û civaka demokratîk sabote dikin, vê yekê tîne bîra mirovan.

Rayedarên dewletê û hêzên siyasî yên berpirsyar divê di nava nêzîkatî û polîtîkayeke li gorî armanc û ruhê pêvajoya heyî de bin û xwe ji kiryar û gavên ku pêvajoyê sobate dikin vegirin.

Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de me berpirsyariyên xwe bê teredût û bi wêrekî bi cih anîn; em bang li desthilatdariya AKP û MHP’ê û rayedarên dewletê jî divê ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên pêwîst biavêjin.

Hêzên demokrasiyê û gelê me jî divê ji bo rawestandina polîtîkayên dewleta Tirk ên pêvajoyê sabote dikin li ser bingeha demokratîk têkoşînê bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e
Nûçeya Pişt re Li Kobanê merasîma ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Moskowayê fîlma ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ hat pêşandan

Li Moskowayê fîlmek anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtîyê’ hat pêşandan.

Ji aliyê Stêrk TV

Açikalin: Hatay terkî çarenûsa ku AKP xêz kiriye tê hiştin

Ji serokên berê yê Baroya Hatayê Cîhat Açikalin diyar kir ku di ji nû ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Di sala 2024’an de 50 hezar jin û zarok hatine kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo malbatên şehîd Welat Kobanê û Elî Doşka serdana sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?