Pêncşem, 15 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza ‘mafê hêviyê’ û ‘hevdîtina bi rojnamevanan re’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ramanên Azad’ wê bibe qada dîjîtal a berxwedana entelektuel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kedkaran li qada 1’ê Gulanê axivîn: Sedema xizaniyê şer e!
Kurdistan

Kedkaran li qada 1’ê Gulanê axivîn: Sedema xizaniyê şer e!

Kedkarên tevlî 1’ê Gulanê ya li Amed bûn gotin, “Çareseriya krîza aborî di aştî û azadiyê de derbas dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

1’ê Gulanê Cejna Karker û Hevgirtinê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi coş hate pîrozkirin. Coşa 1’ê Gulanê li bajarên mezin ên weke Stenbol, Îzmîr, Wan û Amedê di saetên serê sibê de dest pê kirin. Navenda mîtînga îsal a li Amedê Qada Îstasyonê bû. Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Odeya Tabîban a Amedê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em li qadên 1’ê Gulanê ne” mîtîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bal kişandin ser têkoşîna aştî û kedê û daxwaza misogerkirina şert û mercên mirovî kirin.

 

Endama TMMOB’ê Yasemîn Noyan sedema daketina li qadê bi van gotinan anî ziman: “Em îro hatin vir da ku dengê xwe bilind bikin. Em ji bo jiyaneke demokratîk li qadan e. Em dibêjin ku divê budçeya heyî ji bo jiyan û aştiyê were xerckirin. Sedema herî mezin a ku îro mirov di nav xizaniyeke ewqas kûr de dijîn, budçeya ji bo şer tê xerckirine. Divê em hemû ji bo aramî, şert û mercên çêtir bi dengekî bilindtir aştiyê biqîrin. Divê ev pêvajo bi sererastkirinên qanûnî mayînde bibe.”

‘EM DAXWAZA KED Û MAFÊ XWE DIKIN’

Endamê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Fesih Ersonmez derbarê daxwazên 1’ê Gulanê de wiha axivî: “Em ji bo berdêla keda xwe û mafên xwe bi dest bixin hatine vir.  Îro, li her derê xizanî heye û krîz roj bi roj zêde dibe. Ev bandorê li ser me tevan dike. Ev bi salan e didome. Sedema herî mezin a vê krîza aboriyê şer e. Pereyê ku ji bo guleyan tê xerckirin, pereyê ku ji bo balafiran tê xerckirin divê ji bo gel were xerckirin. Aştî dikare vê krîzê çareser bike. Ji ber vê yekê divê em bi hev re aştiyê ava bikin. Aştî ne tenê ji bo me, lji bo hemû gelan pêwîst e.”

‘ÇARESERIYA KRÎZÊ DI AŞTÎ Û AZADIYÊ DE DERBAS DIBE’

Endezyara Çandiniyê Ceylan Demîr anî ziman ku ew ji bo daxwaza jiyaneke azad daketina qadê. Ceylan Demîr destnîşan kir ku ew ji bo ked û mafên xwe têdikoşin û got: “Di her gava ku em davêjin de em tên astengkirin, lê têkoşîn wê bidome. Çareseriya xizanî û krîzê di aştî û azadiyê de derbas dibe. Mîna kedê wê têkoşîna me ya ji bo aştiyê jî bidome. Em ê her tim bibêjin ‘ji şer re na’. Şer tiştekî nade vî gelî, dide windakirin.”

‘1’Ê GULANÊ ROJA HEMÛ KEDKARAN E’

Rêveberê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Selman Sag jî diyar kir ku gotina aştiyê di gel de hêviyek mezin çêkiriye û wiha domand: “Wekî her carê, îro jî gel careke din li qadan e û ji bo keda xwe dengê xwe bilind dike. 1’ê Gulanê ne teneê roja kedkar û karkeran e; roja karker, cotkar û hemû mirovên ku di her qada jiyanê de têdikoşin e. Di demek nêzîk de hevdîtinên ji bo aştiyê têne kirin. Em bi salan e her 1’ê Gulanê dadikevin qadan. Îsal gel bi hêviya van hevdîtinên aştiyê diherike qadan û xwedî li van daxwazan derdikevin. Divê muxatab hêviya gel bibînin û li gorî wê gavan bavêjin. Em ê her tim ji bo aştî û keda xwe li qadan bin. Em ê li dijî hemû polîtîkayên zilm û êrîşê ti carî dev ji hêza kedê bernedin.”

‘DIVÊ AŞTIYEKE MAYÎNDE BÊ AVAKIRIN’

Endama Tüumbel-Senê Ayşe Erdemcî anî ziman ku sermayeya ku ji bo şer tê xerckirin divê ji bo avakirina aştiyê û ji bo gel were xerckirin û wiha axivî: “Rastiyek heye ew jî her sal jin xizantir dibin. Em ji bo vê yekê biqîrin li vir in. Divê gavên pêwîst werin avêtin da ku gel xizantir nebe û birçî nejî. Kedkaran jiyanek mirovî, wekhev û azad dixwazin. Daxwaza me ew e ku pereyê ku ji bo sermaye û şer tê xerckirin ji bo gel were xerckirin. Aştî hêviyek mezin dide me kedkaran. Em hêvî dikin ku aştiyek mayînde pêk were. Ger aştî were avakirin, wê hem ji bo zarokên me û hem jî ji bo me civakek bi tenduristir çêbibe. Aştî wê gelek tiştan li ser kedkaran zêde bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî îşaret bi jiyana hevpar dike’
Nûçeya Pişt re 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (271)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Hevdîtinên ji bo agirbestê bê encam man

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku hevdîtinên bi navbeynkariya DYE'yê yên ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Di hefteye Çanda Jina Kurd de roja 3’emîn: Hunera Deq hat danasîn

Di roja sêyemîn a Hefteya Çanda Jina Kurd a ku bi boneya 8'ê Adarê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Weke şervaneke Ereb ez xeta Bêrîtan esas digirim’

Gerîlaya YJA Starê Şîlan Eîşan, diyar kir ku çalakiya şehîd Bêrîtan ji bo jinan xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?