Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PYD’ê komxebata jinê lidar xist
Jin

PYD’ê komxebata jinê lidar xist

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi tevlîbûna 150 jin komxebatek lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komxebatek bi tevlîbûna 150 jinên ji nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan lidar xist. Komxebat li ser mijarên weke; sedem û rewşa lidarxistina şoreşê, deskeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de û rola jinan di siyaseta demokratîk de hat nîqaşkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, mijara yekemîn a bi sernavê ‘Sedem û rewşa lidarxistina şoreşê’ ji aliyê hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Viviyan Biho ve hat birêvebirin.

Viviyan Biho, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Dîroka jinan xwedî têkoşîn û berxwedanê ye. Di civaka xwezayî de jin xwedawend û afrîner dihatin dîtin heya serdema Sumeran, bi derketina zihniyeta baviksalarî rastiya jinan hat windakirin. Li hemberî vê zihniyetê têkoşîn û berxwedana jinan ji her pêkhateyê di dîrokê de heya roja îro berdewam dike. Zihniyeta desthilatdar bi rêya jinan civakê kir koleyê hişmendiya xwe. Mafên jinan di hemû qadên jiyanê de hatin qedexekirin û civak di nava tarîtî, zulm û zordariyê de ma. Ji bo ku ev tarîtî, zulm û zordarî were rakirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşê bi pêşengiya jinan destpê kir. Têkoşîna jinan a li hemberî vê zihniyeta paşverû, bi salan e berdewam dike û heya gihîşt vê astê jinan gelek bedelên giran dan. Lewma avakirina Sûriyeya azad û demokratîk em erka xwe ya sereke dibînin. Em siyasetên qirker û koletiyê ku li dijî jinan tên meşandin şermezar dikin û bang dikin ku bi zindîkirina ruhê jinên kedkar em bi hev re Sûriyeya bi hişmendiya azad ava bikin.”

Mijara duyemîn a bi sernavê ‘destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de’ ji aliyê hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm ve hat birêvebirin. Meryem Îbrahîm, destnîşan kir ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bi ruhê têkoşîna şervanên YPJ’ê hatiye bidesxistin û wiha domand: “Dema em behsa destkeftiyan bikin divê em behsa şervanên YPJ’ê bikin. Di Şoreşa Rojava de YPJ’ê rê li ber hemû destkeftiyan vekir. Destpêkê hişmendiya baviksalarî ku jinan weke şervan nabîne şikand û dest bi şikandina hemû qeyd û bendên koletiyê kir. Hêza YPJ’ê li hemberî hêza ku cîhan hemû jê ditirse, li dijî DAÎŞ’ê şer kir.”

Mijara dawî ya komxebatê bi sernavê ‘Rola jinan di siyaseta demokratîk de ji aliyê hevseroka mekteba têkiliyên dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş, ve hat dayîn û wiha got: “Rola jinan di siyaseta demokratîk de girîng e. Tecrûbeya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê esas were girtin. Sedsala azadiya jinan bingeha xwe ji bîrdoziya azadiya jinan digre lewma bi vê bîrdoziyê dê Sûriyeya demokratîk bi pêşengiya jinan a di qada siyasî de were avakirin. Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berpirsyariyeke mezin û dîrokî re rûbirû ne. Ji ber ku xeter li ser jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê heye. Piştî 5 hezar salan îro, jin li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên xwe, hevpeymana civakî ya jinan bi pênûsa xwe dinivîsînin. Ev gavên girîng û pîroz in lewma eger em hemû bibin dengê vê şoreşê, di aliyê birêxistinbûyînê de em stratejîk in. Di vê pêvajoyê de redkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de nayê qebûlkirin. Li beramberî van planan yekitiya jinên Sûriyeyê pêwîst e rêbazên demokratîk pêş bixe û xwe bigihîne tevahiya jinên li Sûriyeyê. Ji ber ku gelek plan û şerê taybet li dijî yekitî û hevgirtina pêkhateyan tê meşandin. Divê em ji van planan re bibin bersiv.”

Komxebat bi nîqaşên li ser rizgariya jinan, ji hişmendiya baviksalarî ku civakê ber bi tunekirinê ve dibe û girîngiya nivîsandina destûra Sûriyeyê bi pênûsa jinan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan li ser sînorê Rojava bang kirin: Banga Abdullah Ocalan hêvî geş kir
Nûçeya Pişt re Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê berdewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li bajarê Zurich ê Swîsreyê di çalakiya 8'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Stenbol û Mêrsînê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Partîzan Amed ên HBDH’ê ragihand ku li Stenbol û Mêrsînê bi çalakiyên sabotajê gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin

Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de wê hefte pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?