Di dema qedexeya derketina kolanan a di salên 2015-2016’an a li navçeya Cizîr a Şirnexê de ajokarê ambulansê Şeyhmûs Dursun, hemşîr Eyup Ergen û xebatkarê tenduristiyê Abdulazîz Yural hatibûn qetilkirin. Kedkarên tenduristiyê li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbatên kedkaran, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Tjum Bel-Sen, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes tev li bîranînê bûn.
‘EM Ê TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN’
Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir û piştre dua hatin kirin. Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya di bîranînê de diyar kir ku bîranîn, di heman demê de biryardariya di avakirina aştiyê de ye û soza xurtkirina têkoşîna aştiyê nû kir.
Hevserokê Giştî yê SES’ê Siddik Akin, jî ev tişt anî ziman: “Ji bo xizmeta gelê xwe, canê xwe dan. Karê herî xweşik ê kedkarên tenduristiyê ew e ku jiyana mirovan diparêzin. Kedkarên tenduristiyê bi zanebûn hedef hatin girtin. Bi qetilkirina kedkarên tenduristiyê re xwestin têkoşîna aştî, azadî, ked û demokrasiyê jî têk bibin.”
Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz jî wiha got: “Hevalên me Eyup, Şehmûs û Azîz, peywira xwe bi cih anîn. Xwedî li nasnameya vî gelî, xwedî li xaka xwe derketin û erka xwe ya mirovbûnê bi cih anîn. Em di serdemekî krîtîk de ne û hêvî dîsa aj didin. Weke rêxistinên kedê em amade ne berpirsyartiya xwe ji bo aştî û demokrasiyê pêk bînin.”
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, jî got ku divê têkoşîna kedkarên tenduristiyê were mezinkirin û ev tişt anî ziman: “Tişta ku niha divê em bikin ew e ku têkoşîna van hevalan a aştiyê mezintir bikin. Divê em mizgîniya aştiyê bidin wan.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên kedkarên tenduristiyê.