Duşem, 29 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Mafê hêviyê mafek e ku nabe bê taloqkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsreyê dubare kir: Em amade ne bibin navbeynkar, bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Korkmaz: Ji bo aştiyê pêwîstî bi tevgiriya hiqûqî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Keskîn Bayindir: Komîte xwe nade ber berpirsyariyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê 3 şehîd bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li çiyayên Kurdistanê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîk: Hevrêtî dihat wateya hevalê Riza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘mafê hêviyê’ û qanûnên aştiyê êdî bikevin meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên armancên wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga tevlîbûna ji bo çalakiya ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Amedê ber bi Enqereyê ve pira aştiyê: Jin dê bi daxwazên xwe bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê bi jinan re civîna ‘aştî û civaka demokratîk’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê li Sûriyeyê mafê jinan û neteweyên din bên parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJIN’ê daxwaz kir ku rojnameger Haval Arslan tavilê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Somayeh Raşîdî li girtîgeha Îranê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kizil Xalit: Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li şoreşê xist
Kurdistan

Kizil Xalit: Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li şoreşê xist

Ji fermandarên HPG'ê Kizil Xalit yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn di salvegera 6'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî û got, "Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê û şoreşê xist. Lehengekî mezin ê gelê Kurd bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Kizil Xalit qala hevrêyê xwe yê têkoşînê yek ji damezrînerên PKK’ê û ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo Riza Altûn kir ku 25’ê Îlona 2019’an di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Nirxandina Kizil Xalit bi vî rengî ye:

“Di serî de serî de serê malbata hevalê Riza, serê gelê Kurd û serê Rêber Apo sax be. Hevalê Riza di heman demê de hevalê Serok ê destpêkê bû. Bêguman em behsa hevalê Riza Altûn dikin. Dema ku mirov behsa hevalê Riza dike berxwedanî tê aqlê mirov. Berî her tiştî berxwedanî ye. Çawa ku di dîrokê de her gel, her qewm û her civak qehremanek wan heye û hevalê Riza jî di zindanê de bi şêwaz û terzê xwe yê berxwedaniyê ji bo gelê Kurd wisa bû. Di demên herî zehmet de bû Apoyî û di demên herî zehmet de jî berxwedanî kir. Ev jî di Tirkî de jê re dibêjin ‘yîgît’ Kurdî de jî jê re dibêjin ‘egîd, mêrxas’. Dema ku mirov li şekil û şemalê hevalê Riza dinêre heman tişt e. Yanî mêrxasî ye, egîdî ye. Şêwaza wî şêwaza berxwedaniyê ye, terzê wî terzê berxwedaniyê ye. Li cem hevalê Riza, dev ji berxwedaniyê berdan nîne. Bêguman hevalê Riza Altûn hevalê min ê herî kevn bû. Beriya tevlî Partiyê bibim min navê hevalê Riza bihîstibû. Hindek pirtûkên Partiyê gihîştibûn ber destê min, min xwendin. Behsa berxwedaniya heval Mazlûm, heval Kemal Pîr û her wisa berxwedaniya zindanan dikir. Her wisa behsa berxwedaniya hevalê Riza Altûn wan jî dikir. Ev ji bo min her tim xeyal bû. Min wan kesayetan meraq kir ku çawa dikarin li beramberî zilmê bisekinin. Xeyalê min jî ew bû ku ez bibim hevalê van hevalan. Min di sala 1993’yan de hevalê Riza Altûn li Lubnan û Şamê nas kir û min wî dît. Li qada Serokatî bû, ez jî birîndar bûbûm û derbasî qada Serokatî bûm. Me li wir hev nas kir. Bû nesîb ku em bi hev re hatin çiyayê Kurdistanê. Cihê herî stratejîk, jê re dibêjin sêgoşe yan jî Şemzînan û Gever, milê Rohilat, Başûr û Bakur, yanî li xeta  Zagrosan em bi hev re xebat meşand. Bêguman ez vê jî bibêjim, hevalê Riza kesayetekî têr û tijî bû. Hevalê Riza di aliyê şêwaz, terz û nêzîkatiyê de têr û tijî bû. Bi temamî milîtanekî, rêberekî civakê yê Partiyê bû. Di her alî de xwedî tecrûbe bû. Şêwazê wî yê rêxistinî, perwerdehiyê, dîplomatîk û hevaltî, hemû şêwazê wî mirovan li derdora xwe kom dikir û encam digirt. Pratîka hevalê Riza encamgir bû. Destê xwe biavêta çi encam jê digirt. Mirov hevalê Riza çawa nas dikin? Bi merdî, mêrxasî û egîdiya wî, wî nas dikin. Yan jî em bibêjin bi çi şêwazê wî nas dikin, bi qehremantî û berxwedaniya wî nas dikin. Ti carî tawîz nedida dijmin.

Ez dikarim wiha bibêjim; ev xelayekî min bû ku li gel heval bibînim. Ev bû nesîb, heqîqeten jî bû nesîb. Min di dîroka vê tevgerê de gelek qehremanên hêja dît. Di dîroka Kurdan, Tevgerê û Apoyî de gelek qehreman derbas bûn. Dema ku mirov li ser dîroka Kurdistanê û Partiyê lêkolînê dike bi rastî jî gelek qehremanên hêja hene. Gelek mêrxas hene û zarokên vê civakê hene. Yek ji wan hevalê Riza Altûn bû. Bi sekna xwe ya şoreşgerî, bi sekna xwe ya hevaltî, bi sekna xwe ya welatparêzî û bi sekna xwe ya kedkarî ji bo her tiştî xwe amade kiribû. Hevalekî fedakar bû. Ji bo vê civakê, ji bo vê Tevgerê, ji bo vê şoreşê canê xwe da. Dema ku tu lê dinêrt bêhna kedkariyê jê dihat. Bêhna qehremantiyê jê dihat, bêhna berxwedaniyê, bêhna welatparêziyê jê dihat. Bêhneke wisa hêja hebû ku mirov her tim dixwest li ge bimîne. Ji bo wê dema ku em behsa van egîdan û van mêrxasan dikin, bi rastî jî zehmet e. Di şêwaz de tu zehmetî dikşînî. Min xeyala dîtina wî hevalî dikir. Min wî hevalî dît, pê re jiya, hemû zehmetî pê re jiya, di cihê herî zehmet de we bi hev re jiyan, bi hev re biryar girt û bi hev re têkoşiyan. Ez îro behsa qehremantiya wî dikim. Ji bo min bi xwe zehmet e. Di dîroka vê Tevgerê de min gelek qehreman dîtin û gelek hevalên pir hêja dîtin. Di vê şoreşê de mirovên pir hêja hene. Bi rastî jî gelek ewldanên hêja yên gelê Kurd hene. Bi welatparêzî, fedakarî, fêmkirina siyasetê, naskirina Kurdî û naskirina siyaseta cîhan, em dikarin bibêjin ku Tevgera Apoyî di vî alî de gelek qehremanên Kurd ava kir. Hevalê Riza Altûn yek ji van hevalan bû. Mînak, em behsa hevalê Mazlûm Dogan dikin, lê wî jî heman berxwedaniya hevalê Mazlûm Dogan kiriye. Em bibêjin yê ku yekem li kêleka hevalê Kemal Pîr hevaltî kiriye ew e, li dîroka PKK’ê binêrin ew e. Lê binêrin hemû têkoşîna hevalê Riza Altûn berxwedanî ye. Dema ku mirov lêkolîn dike dîroka berxwedaniyê dibîne. Mirov çawa dikare ewqas berxwedaniyê bike? Mirov çawa dikare bibe welatparêz, kedkar, heval û xwe pêş bixe? Mirov heyranê bejn, nêzîkatî û siyasetê hevalê Riza Altûn bûn. Hevalê Riza bi fikir û îdeolojiya xwe civak bû û cihê jiyanê bû. Jiyan li gel hevalê Riza Altûn hebû. Min li gel hevalê Riza Altûn bêbawerî nedît. Di hemû zehmetî û zoriyan de jî henekê xwe zehmetî û zoriyan dikir. Dema min hevalê Riza dît min got hemû dinya bê ser min bes bila hevalê Riza li gel min be temam e. Ji ber ku hevalê Riza wek çiyayê Kurdistanê bû, tê pişta xwe bide wî û bi vî awayî têbikoşî. Wisa bû. Min ji bo çend hevalên din jî van tiştan gotibûn. Yek ji wan Şêxmûs Yîgît bû. Jê re digotin Harûnê Mezin. Gelek hevalên din ên wisa hebûn. Hevalê Ezîz û hevalê Nasir hebûn. Hevalên wisa min di şer de naskirî, dema min wan didît min digot bila ev hevalan li gel min bila dijmin bi hemû hêza xwe bi ser me de bên. Ew timî weke çiyayên Kurdistanê bûn. Weke Helgurt bû, weke Çiyayê Agirî bû û weke Zagrosan bû. Yanî wisa bû. Li cihê ku lê bû te jiyan li wir didît. Dema te wî didît bêhna berxwedaniyê dihate te. Dema te lê dinêrî te zanîbû çareserî heye. Ez vê eşkere bibêjim; şehadeta hevalê Riza Altûn valabûneke mezin di min de ava kir. Çima? Hevalê Riza Altûn bi rastî jî kesayeteke sade bû û li hemberî hevalê xwe dirust bû. Hevalek dikarîbû bi rehetî xwe li gel hevalê Riza Altûn îfade bike. Hevaltî ev bû, xwe bi rehetî îfade dikir, kêmaniyên xwe bi rehetî jê re digot. Ji bo vê li gel hevalê Riza çareserî didît. Ji bo wê rehet bû. Dema ku tu hevalekî wisa, rêberekî wisa, qehremanekî wisa û rêveberiyeke xwe yê wisa winda bikî, tu zanî bê çiqasî diêşî. Tu zanî bê dikevî valabûnekê. Di mirov de cîdiyeteke çêdibe. Ez bawerim ku gelek hevalên ku bi hevalê Riza re jiyane heman valabûnê jiyane.

Tevgera Apoyî tevgerek felsefîk e, tevgerek îdeolojîk e. Tevgerekî Serokatî ye û felsefeya Rêber Apo ye. Em cesareta xwe, fedakariya xwe, berpirsyariya xwe, qehremaniya xwe û hemû tiştî bi rastî ji van şehîdan digirin. Hemû tiştên me li ser van şehîdan e. Ji bo vê jî tişta ku me li ser lingan dihêle ev şehîd in. Egîdên Kurdan ên hatine avakirin ev in. Ev ruh hat çêkirin, hat avakirin. Yek ji van ruhan bi rastî jî hevalê Riza Altûn bû. Ji bo heval Riza Altûn ez dikarim wiha bibêjim; dema em li Akademiyê li gel Rêber Apo bûn, Rêber Apo platforma me herduyan bi hev re çêkir. Dawiyê em bi hev re hatin Kurdistanê, em hatin sê parçeyên Kurdistanê. Di nava nîv saet an jî saetekê de dikarî li hersê parçeyên Kurdistanê bigerî. Em bi hev re hatin Zagrosan. Em demeke dirêj bi hev re jiyan û me demeke dirêj bi hev re kar kir. Me gelek zehemetî û zorî bi hev re jiyan. Wê demê dema şer bû, zehmetî û zorî pir hebû. Bi rastî jî me jiyaneke pir zehmetî bi hev re meşand. Li ser vî esasî bi rastî jî me karekî pir hêja bi hev re meşand. Bêguman ev hevaltiya me demek dirêj berdewam kir.

Demek pir dirêj derbas bû, ez ketim zindanê û ji zindanê derketim. Dîsa min hevalê Riza Altûn dît. Ji min re wiha got, “Tu jî ketiye zindanê.” Min jî wiha got, “Belê”. Got, “Tu heft salan ketiye zindanê.” Min got, “Rast e.” Hevalê Riza got, dema ku mirov wexta we û wexta me bîne ber hev, bawerim te ti zindan nejiyaye. Min got di esasê xwe de tu rast dibêjî, li gorî berxwedaniya we kiriye bi rastî jî ti zindan nejiyam. Ji ber ku di wexteke aramî de ketim zindanê, me teslîmî dijmin kirin. Lê di esasê xwe de tiştên ku min di zindanê de dîtin eynî tişt bûn. Van hevalan çawa di zindanê de berxwedanî kirine, min di zindanê de fam kir. Min ji hevalê Riza got ku di her pirtûkên min xwendin de berxwedaniya we dihat bîra min, em wisa li ser lingan man, heft sal jî ne kêm e hevalê Riza. Ew jî dikeniya.

Heval Riza wek mamosteyekî bû. Yanî mamosteyê jiyanê bû. Ava dikir. Bi rastî jî pispor bû. Di jiyanê de pispor bû. Di berxwedaniyê de profesyonel bû, di dîplomasiyê de profesyonel bû, di perwerdehiyê de profesyonel bû, di dîroka Kurdistanê de profesyonel bû û di dîroka cîhanê de profesyonel bû. Dest bavêta çi pêk dianî, çêdikir. Tu lê dinêrî û tu matmayî dima. Li ser dîroka Rojhilata Navîn bêhempa bû. Li ser dîroka kapîtalîzmê bêhempa bû. Li ser dîplomasiyê bêhempa bû. Tiştê ku dikir te matmayî dihişt. Tiştên ku ji te re digot te matmayî dihişt. Kengî min tengasî dikişand ez diçûm cem heval Riza. Dema ku min zehmetî dikşand min xwe davêt cem heval û jê re digot ez çi bikim? Ka rê nîşanî min bide. Ji bo vê cihê çareseriyê bû. Cihê tu rehet bûyî bû. Ew hakimî siyaseta Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bû. Dîplomat bû. Bi rastî jî dîplomat bû. Dema ku behsa dîplomasiyê bikî tê bêjî hevalê Riza ye. Tu hevaltî bikî tê bêjî hevalê Riza ye. Tu behsa jiyanekî bikî tê bêjî hevalê Riza. Yê ku henekê xwe bi zehmetiyê dikir yek jê hevalê Riza bû. Dema tu dibêjî berxwedanî heval Riza tê bîra te. Dema tu dibêjî ciwanekî mêrxas, egîdê Kurda heval Riza tê bîra te. Bi rastî jî pêwîstiya gelê Kurd pê hebû. Bêguman ev rêka me hemûyan e. Bêguman wê Tevgera Apoyî, ciwanên Kurd wê şûna hevalê Riza Altûn dagirin.

Ez dixwazim vê bibêjim ev şehadetekî giran bû. Bi rastî jî Tevgera Apoyî vê şehadetê heq nekiribû. Mêrxasekî, qehmeranekî û egîdekî ku xwe di hemû rengan de xwe pêş xistî, xwe perwerde kirî, xwe terbiye kirî û di hemû rengan de çanda xwe pêş xistî, pir kêm in. Pêwîstiya Tevgera Apoyî bi hevalê Riza hebû. Pêwîstiya civaka Kurd bi heval Riza hebû. Ez wisa bêjim; bêguman ew valabûn wê bê tijîkirin. Bêguman yên ku bi hevalê Riza re jiyane, bûne şahidê têkoşîna wî wê vê têkoşînê bidin meşandin. Ez di vê hêlê de bawer im. Ji bo me pîroz bû. Tu bixwaze biçe cihekî û li wir rûnî ew der cihê hevalê Riza bû. Ev wisa ye û wê ji niha pê ve jî wisa çêbibe. Sohbeta hevalê Riza, nîqaşa hevalê Riza, terz û şêwaza kar û jiyana wî wê ji me re esas bûn. Ji ber ku ew hevalê Kemal Pîr bû û di heman demê de şervanê hevalê Kemal Pîr bû. Ew hevalê Rêber Apo bû û hevalê şehîdan bû. Hevalê Mazlûm Dogan bû, hevalê Mehmet Hayrî Dûrmûş bû. Hevalê van hevalan bû. Bi wan re berxwedanî kir, bi wan re têkoşiya. Bi çanda berxwedaniya wan mezin bû. Tevgera Apoyî bi wê çandê pêş ket. Me di ruh û terzê wan hevalan de çanda berxwedanî, çanda ku teslimiyetê qebûl nake, dît. Dema tu lê dinêrî çi tê bîra te? Tu dibêjî divê ez têbikoşim, li ber xwe bidim û bibim kedkarê vê civakê. Bi rastî jî hevalê Riza ev bû. Hevalê Riza parçeyekî vê civakê bû. Kadro bû, parçeyekî hevalan bû. Jin, ciwan, kal û pîr hemû li gel hevalê Riza bûn. Her kesî dixwest li gel wî bin. Ji ber çi? Ji ber ku li cem wî çareserî hebû. Ji ber ku mirov li cem wî rehet bû. Hevalê Riza ev tişt nîşan dida. Yanî teslimiyet tine, divê berxwedanî bikî. Bi rastî jî jiyanekî felsefîk bû. Yanî jiyanekî Kurdewarî, tijî û felsefîk bû. Dizanîbû bê bi kê/î re çawa biaxive. Dizanîbû bê çi gotinê bibêje. Dizanîbû bê mirov di çi psîkolojiyê de ye. Van tiştan zanîbû û çareserî didît. Pirsgirêkên me dianî ser ziman henekê xwe pê dikir, digot ev çi pirsgirêke tînin ser ziman û li ser vê esasî ji te re çareserî didît.

Rast e, hevalê Riza di aliyê fîzîkî de ji nava me çû. Bila gelê Kurd vê baş bizanibe, bi rastî jî qehremanekî mezin di nava gelê Kurd de derket û wisa jî şehîd bû. Qehremanekî hêja bû. Rêber bû. Pêşeng bû. Ew rastiyekî xwe bû. Me gelek encamên hêja ji hevalê Riza girt. Ez bawerim wê ev çanda berxwedaniya hevalê Riza wê berdewam bike. Berxwedaniya heval Riza bi Kemal Pîr re bû. Şêwaz û terzê wî yên hevalê Kemal Pîr bûn. Yanî enerjiyekî bêhempa pê re hebû. Enerjiyekî kar û şixulê pê re hebû. Yê ku lêkolîn dikir û dixwend yek jê hevalê Riza bû, 24 saetan dixwend. Meraqa wî ji şoreşê re hebû, meraqa wî ji lêkolînê re hebû. Ji bo wê jî fikrên nû li gel hebû, nêrînên li gel hebû. Nirxandinên wî yên siyasî nû bûn. Yanî tehlîlên hêja dikir. Tehlîlên bêhempa ji bo civaka Kurd kir, tehlîlên hêja ji bo hevalan dikir û ji bo pêşerojê dikir. Di hêla siyasetê, Rojhilata Navîn, cîhanî û sîstemê de nêrînên wî yên bêhempa hebûn. Çima? Ji ber ku lêkolîn dikir, pirtûkên cûr be cûr dixwend. Cihê wî tijî pirtûk bûn. Hemû pirtûk li gel hevalê Riza hebûn. Ew hem siyasetmedar e, hem lêkolînvan e, hem femandar e, hem hîndekar e, hem berxwedêr e. Kesekî hiqûqnas bû. Her kes dihatin gel wî û çareserî didîtin. Rê nîşan dida. Dema ku mirov behsa heval Riza dike ev tê bîra te, ev hevaltî tê bîra te. Ji bo wê jî di kesayeta min de valahiyek cîdî ava bû. Ev dibe ku xelet be, rast e. Ji ber ku di encamê de em şervanên Rêber Apo ne. Me soz daye gelê Kurd, soz daye şehîdan. Lazim e tu valabûnê nejî. Bi rastî divê tu heqîqeta şehîdan bimeşînî. Ev rast e. Ewqas bandorek cîdî li ser şexsê min kir ku êşeke pir mezin bi min re çêkir. Min digot, ne mimkun e. Bi vî awayî di nav teredutê de bûm. Min nedixwest bawer bikim û naxwazim bawer bikim. Bandorek wisa cîdî li ser me, hevalan û li ser şexsê min kir. Bêguman hevalê Riza mohra xwe li dîrokê xist. Mohr xwe li vê şoreşê da, mohra xwe li beramberî dijmin da. Ji cîhanê re îspat kir ku mêrxasên Kurd dikarin qehremaniyên hêja bikin. Heval Riza yek ji vana bû. Ji bo vê jî derfet ava dikir, xuluqkar bû. Taybetmendiyên Apoyî yek jê çi ye? Yek jê xuluqkarbûn e. Bêçare û bêbawer nînin. Xwe naxin quncikekî û ne muxtacî ti kesî ne. Bi xwe çareserî dibînin û gavê diavêjin. Ji bo vê jî înîsiyatîfa bêhempa pê re hebû. Yekser çareser dikir. Bi rastî ji taybetmendiyên hêja yên şorşegerî û qehremaniya gelê Kurd bû. Ez wisa pênase dikim.

Serê gelê Kurd sax be, serê malbatê sax be. Serê Rêber Apo sax be, serê me hemûyan sax be. Di vê hêlê de gelekî xemgîn im. Bi xemgînî jî dibêjim. Gelek tiştên din jî hene, dema ku wextê wê were ez ê li ser hevalê Riza Altûn pirtûkekî binivîsim. Hinek tişt mirov nikare bi çend gotinan rave bike. Kesayetekî pir alî bû. Ji her tiştî re amade bû. Ji hemû peywiran re amade bû. Dikarîbû hemû peywiran pêk bîne. Ev di nava civakê û şoreşê de îstîsnaye. Pir îstîsnaye mirov kesên wisa peyda bikî. Bi rastî jî ev taybetmendiyên hevalê Riza bandor li ser me hemûyan kir. Me gelek encamên baş ji hevalê Riza girt. Ji bo wê em dişopînin. Em terzê wî û ûsluba wî ji nû ve li ber çavan derbas dikin. Ji nû ve dibêjim ev terzê hevalê Riza çiqasî encamgir bû. Bi rastî em dikarin wek heval Riza bijîn. Wext hat berxwedanî dikir, wext hat encam digirt, wext hat siyasetmedar bû, wext hat fermandar bû, wext hat lêkolîner bû, wext hat dixwend, wext hat sekna wî ya milîtanî ya welatparêzî û gelek aliyên hêja pê re hebûn.

Bêguman qonaxek bû û qonaxeke pir hêja bû. Di nava Tevgerê de dîrokek pir bi fedakarî derbas kir. Mohra xwe li gelek tiştan xist. Mohra xwe li siyasetê xist, li şer xist, li Zagrosan xist, li siyaseta Iraq, Îran, Sûriye û Rojhilata Navîn xist. Bi gelek hizbên Kurdan re rûnişt û hevalê Riza nas dikin. Gelek dewletên derdorê bi hevalê Riza re rûniştin, wî nas dikin. Çawa ku li zindanan li ber xwe da, di siyasetê de jî wisa bû. Li çiyayên Kurdistanê bi çeka xwe jî wisa bû. Eyaleta Zagrosan di dîroka tevgera me de bi nav û deng e. Gelek noqteyên xwe yên pir hêja û partiyê rexne kiriye hene. Tehlîlên Serokatî û Partiyê li ser Zagrosan hene. Hevalê Riza hat kete Zagrosan. Hevalên ku li Zagrosê mane zû bi zû yên ku ji derve tên qebûl nakin. Heval Riza hat yekser hat qebûlkirin. Çima? Ji ber ku heval Riza gelek alî bû. Dizanîbû bê bi kê re çawa bimeşe û xebatê bide meşandin. Li ser vî esasî di demeke nêzîk de dilê hemû hevalan qezenc kir. Ji bo wê ez pir heyranê wî bûm û niha jî heyran im. Dubare dibêjim, bêguman em şopdarê van hevalan, van qehremanan û Rêber Apo ne. Şopdarê dayikên ku qehremanên wisa anîne dinyayê ne. Ez destê wan dayikan maç dikim. Ez heyranê wan dayika me. Ez dubare dibêjim serê gelê Kurd, serê Rêber Apo, hemû milîtanên PKK’ê û malbata wan sax be. Ez dikarin bi rehetî bibêjim; heval Riza bi rehetî razê. Em ê bi ser bixin. Em ê ew al û keda we çawa daniye wisa berdewam bikin. Bi hezaran heval Riza wê derbikeve. Di wî alî de rehet be hevalê Riza. Ez dubare soz didim hemû civaka Kurd, hemû hevalan, Rêber Apo û malbatên şehîdan; li ser ruhê hevalê Riza Altûn hîn baştir xwedî li şoreşê û gelê Kurd derkevim. Bi ew ruh û hevaltiya ku we nîşanî min dayî, ez ê hîn bêhtir, baştir û encamgir ji bo civakê têbikoşim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Qontrola TikTokê dê bide milyarderên alîgirê Trump
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin: Sivîl dibin hedef

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Qadên…

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ’ê xwest endamên wan tavilê bêne berdan

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku 5 şervanên wan di encama êrişeke plankirî de ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berpirsyarî êdî dikeve ser milê dewletê!

Siyasetmedaran diyar kirin ku pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir li Başûr bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY pêkanîn jinûve xist meriyetê: Qîmeta pereyê Îranê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikumeta veguhêz rêya Heleb-Reqayê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?