Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Sydneyê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJAR: Çareseriya pirsgirêkên li Îranê zanebûna demokratîk e
Jin

KJAR: Çareseriya pirsgirêkên li Îranê zanebûna demokratîk e

KJAR’ê diyar kir ku Îranê hemû çavkaniyên aboriyê xistiye di xizmeta leşkerî de, xelk birsî hiştiye û destnîşan kir ku yekane çareseriya pirsgirêkan zanebûna demokratîk e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

KJAR’ê di derbarê xwepêşandanên gelan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve destpê kirine, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

“Bi dirêjahiya dîrokê ta roja me ya îro têkoşîna jinan a li beramberî hişmendiya desthilatdariya Îranê berdewam kiriye. Ev rastiyeke ku nayê veşartin di hemû aliyan de jin li nava civakê xwedî cihekî dîrokî ne. Bi taybetî di rêbaza çareseriya pirsgirêkan de hertim di nava hewldanên bê rawestan de ne. Lê bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî ya Îranê li şûna ku rê ji bo çareseriya pirsgirêkan û derbaskirina qeyranan bê vekirin, berovajî bi hişmendiyek ne demokratîk ev rejîma ku xwedî îdeolojiyek netewperest, rêgezperest û olpereste, hertim hewl daye daxwazên demokratîk bêdeng bike û hewldanên çareseriyê bê bandor bihêle.

Ji ber Komara Îslamî ya Îranê xwedî îdeolojiyek rêgezperestiye, civak rû bi rûyê qeyranên kûr hiştiye. Vê yekê jî li Îranê pêşî li pêşketina siyaseta demokratîk girtiye. Her wiha nekariye pirsgirêkên navxweyî çareser bike û bûye sedem li Rojhilata Navîn rewek bi qeyran hebe.

Ev rewş jî bûye sedemê derketina nerazîbûnên girseyî. Komara Îslamî ya Îranê ji bo bikare li beramberî van nerazîbûnan desthilata xwe biparêze serî li hemû kiryarên nerewa dide. Destê xwe bi ti rengî ji girtin, êşkence û darvekirinan naparêze. Dixwaze bi hemû rengî civakê çav tirsandî bike. Di vê çarçoveyê de ji bo rewakirina êrişên li ser xwepêşandan û daxwazên civakê, ewlehiyê dixe li şûna çareseriya pirsgirêkan û hewl dide milîtarîzekirinê zêdetir bike.

Di heman demê de ji bilî krîzên siyasî û civakî, dewleta Îranê bi krîzeke kûr a aborî re rûbirû maye. Herwiha ji bilî krîza navxweyî, ji ber polîtîkayên xwe yên xelet û otorîter ên li derveyî welêt, bi berteka civaka navneteweyî re jî rûbirû maye. Di encama van bertekan de, ji nû ve destpêkirina dorpêçan li dijî Îranê jiyana mirovan ji her demê zêdetir xistiye nava rewşek xirab. Li aliyek din Komara Îslamî ya Îranê hemû çavkaniyên xwe yên aborî û darayî xistiye xizmeta polîtîkayên leşkerî yên Supayê Pasdaran. Herwiha bi hêceta parastina xwe, budceya hêzên xwe yên leşkerî zêde dike û gel di rewşek birçîbûnê de dihêle. Ev yek bûye sedema nerazîbûna xelkê.

Ji ber dewama siyaseta heyî, carek din di 28’ê Kanûna 2025’an de, pêlek nû ya xwepêşandan û serhildanan li kolanên gelek bajarên Îranê destpê kir û hîn jî dewam dike. Tevî ev nerazîbûn hertim hebûn û wê berdewam bikin jî, lê ev pêla nû ya xwepêşandan û serhildanan li Îranê, di rewşa heyî ya herêmê de, xwedî taybetmendiyên xwe ye û gavek nû ye ku divê xwedî lê were derketin.

Dewleta Îran ji ber qeyrana di navxweyî de afirandiye, êdî nikare bi hêsanî pêşî li van serhildanan bigire. Xala sereke ewe ku divê ev pirsgirêk bi zihniyetek demokratîk û bicihanîna daxwazên gel û civakê werin çareser kirin. Ger ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk neyên çareser kirin, gelê Îranê xwedî wê hêz û têgihîştinê ye ku ji bo çarenûsa xwe biryara xwe bide. Bê guman, rêya herî demokratîk ewe ku gel bigihe asta têgihîştin, biryardan û hêza xwerêveberinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê edaleta rasteqîn pêk were, ne edaleta mêr’
Nûçeya Pişt re DBP’ê 3 siyasetmedarên beriya 10 salan li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyeke ji Fransayê, serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û geşedanên li…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Li dijî dayikên Kurd hiqûqa dijminatiyê tê sepandin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê destnîşan kir ku li dayikên Kurd êşkenceya lêgerîna tazî tê…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-Hollanda hat îlankirin

Jinên Kurd ên li Hollandayê dijîn, bi beşdariya 100 delegeyan kongreya xwe ya Yekîtiya Jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Bensheimê kampa perwerdeyê ya dayik-zarokan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

RTC: Koçber û penaber bi rîska giran a tenduristiyê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?