Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe
Kurdistan

KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe û bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ambargoyê rake, ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî destûr bide û operasyonên leşkerî bide rawestandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hebûna gelê Cihû û gelê Filistînê bi rijandina xwînê û tunekirina hevdû, mîsoger nabe û xwest ku ji bo çareseriya aştiyane û mayînde, operasyonên leşkerî bisekinin.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Li pêç çavê hemû cîhanê em şahidî dikin ku pirsgirêkek dîrokî çawa di encama polîtîkayên şaş de rê li ber qirkirinên nû vedike. Polîtîkayên ku hebûna xwe dispêrin tinebûna yê dijberê xwe, çawa di dîrokê de rê li ber qirkirinên mezin vekir, îro jî bi heman rengî dibe sedemê êş, windahî û trajediyên mezin. Şerê Îsraîl û Filistînê di asta neçareserî û qirkirinê de pêş dikeve, sedemê vê yekê israra wan a ji bo tunekirina hebûna hevdû ye.

VEGUHERÎ CEZAKIRINA HEMÛ GELÊ FÎLÎSTÎNÊ

Îsraîl bi şerekî dagirkeriyê yê mezin bersiva êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan dide ku heya roja me jî didome û her roja borî dijwartir dibe. Şerê Îsraîl-Hamasê veguherî operasyonên cezakirina hemû gelê Filistînê û ev yek dibe sedemê tragedyaya mirovahiyê ya ku telafiya wê nîne. Di vî şerî de li gorî daneyên fermî heya niha 62,700 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 160.000 kes birîndar bûn.

LI XEZEYÊ GELÊ FÎLÎSTÎNÊ BI MIRINÊ HATE DORPÊÇKIRIN

Bi ambargoya hatî pêkanîn, gelê Filistînê terkî mirinê hate kirin û sîstema tenduristiyê hilweşiya. 250 rojnamevanên ku heya niha bûyerên qewimîn ragihandin raya giştî, di êrîşên leşkerî de hatin kuştin. Gelê Fîlîstînê yê li Xezeyê dijî, bi mirinê hatiye dorpêçkirin. Ji gelan re mirin, birçîtî, têhnîtî û dagirkerî nayê qebûlkirin. Weke di şerên dagirkerî û mêtingeriyê de, berdêlên herî giran sivîl didin. Li gorî daneyên UNICEF’ê rojane derdora 28 zarok ji ber bombebarana li ser Xezeyê yan jî ji ber ambargoyê ji birçîtiyê dimirin.

BI GELÊ FÎLÎSTÎNÊ RE JIYANA HEVPAR

Li seranserî cîhanê rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û rêxistinên navneteweyî ji bo rawestandina operasyonan û rakirina ambargoyê, dikevin nava liv û tevgerê. Lê belê hikûmeta Îsraîlê şûna ku guh bide van bangan, di polîtîkayên xwe yên heyî de israr dike. Tevî hemû bertekan hikûmeta Îsraîlê biryar da ku Xezeyê bi temamî dagir bike. Gelê Cihû yên ku di dîrokê de bi qirkirinên hovane re rû bi rû maye, nabe ku dîrok û pêşeroja xwe ya heq kiriye bi rêbazên qirkirinê û dagirkirinê biparêze. Çareseriya jiyana hevpar a bi gelê Filistînê re ji bo her du aliyan tedbîra ewlehiyê ya herî guncaw e. Hêzên siyasî yên Filistînî jî divê hebûna gelê Filistînê li ser bingeha naskirina hebûna gelê Cihû ava bikin. Divê hikûmeta Îsraîlê li ser vê bingehê li çareseriyê digere û qîmetê bide hewldanên ji bo bidawîkirina şer û divê van hewldanan wekî antîsemîtîzmê krîmînalîze neke. Lê belê divê bizanibe ku dagirkirin û ambargo wê antîsemîtîzmê mezin bike. 

ROJHILATA NAVÎN ERDNÎGARIYA PIRNASNAMEYÎ YE

Wekî gelê Kurd, hesta êş û empatiya kûr a ku me ji şerên înkar û tunekirinê yên nêzîkî 100 sal in pê re rû bi rû ne bi dest xistiye ew e ku tinehesibandin, tinebûn û qebûlnekirin êşek bêhempa ye û divê êş nebe çarenûsa gelan. Polîtîkayên li ser bingeha dewleta neteweyî û nîjadperestiyê dev ji çareserkirina pirsgirêkan berdin ew bi xwe sedema pirsgirêkan e. Nîjadperestî, olperestî û zayendîperestî pêşî heqîqet û exlaqê, paşê mirovahî, xweza, jin û jiyanê tine dikin. Ger em bi li derveyî nîjadperestî, olperestî û zayendîperestiyê li pirsgirêkên dîrokî-siyasî û civakî binêrin, ev wê rê li ber aştî û çareseriyên mayînde veke. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke pirnasnameyî ye û ji ber gelek destpêk li van axan hatiye afirandin, jê re dibêjin dergûşa mirovahiyê. Îfadeya lêgerîna mirovahiyê ya ji bo wateyê, çavkaniya xwe bawerî û olên vê erdnîgariyê digire. Lê belê desthilatdariya li ser ol û civakan hatiye avakirin û bi pevçûn, şer û herî dawî jî bi modela netewe dewletê ya kapîtalîzmê re mekanîzmaya qirkirinê hatiye avakirin. Erdên ku têra her kesî dike, ji her kesî re bûye gorê.

ÇARESERIYA BIJÎ-BIDE JIYÎN, SERKETIN-SERKETIN

Serok Apo ji bo derbaskirina mekanîzmaya qirkirinê ya ku hemû gelan – Kurd, Ereb, Cihû, Ermenî û Asûrî – tê de derbas dibin, heta bûne koleyên wê û li hemberî tekparêziya netewe dewletê, çareseriya neteweya demokratîk pêş xist. Li hemberî dubendiya bimir-bikuje, dubendiya bijî-bide jiyîn, li hemberî bide winda bike-bide windakirin jî li ser bingeha serketin-serketin a felsefeya çareseriyê ya Neteweya Demokratîk e. Sîstemeke konfederal ku di çarçoveya Civaka Demokratîk û Komara Demokratîk a xweseriya hemû gelan misoger dike, dikare hemû êşên me bi dawî bike û xetereyên qirkirinê ji holê rake. Çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo pevçûna Îsraîl-Filistînê çareseriya herî guncaw e. Ne ferzkirina desthilatdariya ku xwe dispêre olî û nîjadperestiyê, lêgerîna serdestiyê, zîhniyeta tunekirina hevdu û çareseriyên dewletparêziyê, polîtîkayên ku xwe dispêre yekîtiya demokratîk û hevkariya gelan çareseriyê diafirîne.

ÇARENÛSA GELAN HEVPAR E

Serok Apo, bi qasî pirsgirêka Kurd li ser pirsgirêk û çareseriyên gelên Cihû û Filistînî jî disekine. Ji ber ku çarenûsa hemû gelan hevpar e, çarenûsa yekî çarenûsa yê din e. Dema ku li ser vê bingehê modela Neteweya Demokratîk pêş xist, ji bo pirsgirêka Kurd, nakokiya Îsraîl-Filistînê û hemû pirsgirêkên heyî li ser binegha çareseriya hevpar a Rojhilata Navîn nêzîk bûye. Ev ne utopyayek e, modelek çareseriyê ya ku li ber pêkhatinê ye.

MODELA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BI SER KETIYE

Modela Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketiye. Modela rêveberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê prototîpek ji bo Rojhilata Navîn e û sîstemek siyasî ye ku jiyana bi hev re ya mirovan di nava xwe de dihewîne. Çareseriya ku modela rêveberiyê pêşkêş dikare li Rojhilata Navîn were pêşxistin.

AZADIYA JINÊ HÊZA BINGEHÎN A KU NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊŞ BIXE YE 

Di heman demê de, dewlet amûra bingehîn a sîstema mêtingeh û talankirinê ya ku di dîroka mirovahiyê de bi destê kujeran hatiye pêşxistin û ji ber vê yekê serdestiya mêran e. Sedema bingehîn a ku şoreşa Rojava karibû neteweya demokratîk pêş bixe ev bû ku xwe sipart azadiya jinan. Heta ku em li ser bingeha azadiya jinan nebin kirdeya çareseriyê, em nikarin pêşerojek aştiyane, dadwerî û azad ava bikin. Divê hemû jin bizanibin ku hêza herî bingehîn ku dikare neteweya demokratîk pêş bixe, pirsgirêk û nakokiyên bingehîn ên neteweyî û olî çareser bike, azadiya jinan e. Azadiya jinan tekane hêza ku dikare serdestiya mêr, zayendperestî û şerê desthilatdariya mêran a li ser netewe û olê hatiye ferzkirin ji holê rake.

DIVÊ ÎSRAÎL AMBARGOYÊ RAKE Û BIHÊLE ALÎKARIYA MIROVÎ DERBAS BIBE

Li ser vê bingehê em bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku ambargoya li ser gelê Filistînê tê meşandin rake û bihêle alîkariya mirovî derbas bibe. Ji bo çareseriya mayînde, divê operasyonên leşkerî yên li Xezeyê rawestin û pêvajoyeke çareseriya aştiyane têkeve dewrê. Mafên rewa yên hebûna gelên Cihû û Filistînî bi rijandina xwînê û tinekirina hevdû nayên bidestxistin. Lêgerîna çareseriya ya her du gelan ku xwe dispêre şer û pevçûnan, astengiya herî bingehîn a aştiya Rojhilata Navîn e û bandorê li ser çarenûsa hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn a ku pirsgirêkên Kurd û Filistînê li ser bingeha neteweya demokratîk çareser bike, wê aştiyê bîne cîhanê jî. Hemû mirovahî û hemû gel vê aştiyê heq dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayşegul Dogan: Divê Komîsyona Meclîsê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne
Nûçeya Pişt re Îranê di sê mehên dawîn de zêdetirî 500 hezar Efxan dersînor kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sîstan-Belûcistanê 5 endamên ewlekariyê yên Îranê hatin kuştin

Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a Îranê di êrîşên li ser 2 nuqteyan de 5 endamên muxafizên…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê demildest dest bi sererastkirinên qanûnî bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çekdarên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê avêtin ser malan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Haîtiyê ji ber qerebalixa zêde 30 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?