Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Fransî bi fermî xwest ku serdana Îmraliyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê demildest dest bi sererastkirinên qanûnî bike
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê demildest dest bi sererastkirinên qanûnî bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin demildest verastkirinên qanûnî bike û got, îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, tevlî hevdîtina gel a rêxistina partiyê li Edeneyê li dar xist, bû. Tulay Hatîmogûllariyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re agahî parve kir. Tulay Hatîmogûllariyê, da zanîn ku divê êdî çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe û îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle.

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser girîngiya komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got, avakirina komîsyonê encama têkoşîna bi salan e. Tulay Hatîmogûllariyê, axaftina xwe wiha domand: “Mîna birêz Abdullah Ocalan jî bi sala ye biisrar dibêje, ev pêvajo ferz dike ku têkoşîn derbasî zemîneke hiqûqî û qanûnî bibe.”

Tulay Hatîmogûllariyê bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd a nîvesir e didome bi xwe re gelek destkeftiyên girîng aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em behsa gelekî bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe daye qebûlkirin dikin. Di halê hazir de hewceye ev destkeftiye derbasî zemîna siyaseta demokratîk, zemîneke qanûnî bibin û veguherin statûyeke hiqûqî. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, dê ji bo tevahiya gel û baweriyên li Tirkiyeyê deriyê demokratîkbûnê veke.”

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan du meseleyên esasî yên Tirkiyeyê ne û ev nirxandin kir: “Misogerkirina mafên gelê Kurd, dê pêşiya cîbicîkirina daxwazên civaka Elewî û civakên din ên baweriyan jî veke. Di dema banga 27’ê Sibatê de ez li Îmraliyê bûm. Birêz Ocalan bi hûr û kûr sedema banga xwe, her peyva di metnê de cih digire çi ye ev yek bi me re parve kir. Em jî her cihê diçinê van agahiyan bi gel re parve dikin.”

Têkildarî xebatên komîsyona Meclisê jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Hinek partiyan çûna Îmraliyê qebûl nekir. Di hevdîtina li Îmraliyê de birêz Ocalan destnîşan kir ku ji şerê Milazgirê heta niha Kurd û Tirkan di navbera xwe de tifaqên serkeftî pêş xistine û ev bi berfirehî vegot. Di hevdîtinê de li gel erk û berpirsyartiyên komîsyonê, her wiha meseleya qanûnîbûna wê jî destnîşan kir.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê behsa pêvajoya amadekirina raporê ya komîsyonê kir û got: “DEM Partiyê rapora xwe radest kir. Hinek partiyan hêj teslîm nekirine. Piştî temambûna raporan, dê komeke xebatê ya ku ji her partiyê nûner tê de cih digirin were avakirin. Em li bendê ne ku ev kom raporekê amade bike. Daxwaza me ew e ku demekî kin piştî serê salê li komîsyonên îhtîsasê verastkirinên qanûnî dest pê bikin. Derxistina qanûneke taybet û berfireh pêwîst e û divê qanûna înfazê biguhere. Rejîma înfazê ya heyî, dike ku girtiyên siyasî demekî dirêj di girtîgehê de bimînin. Şert e ku ev bêedaletî ji holê rabe.”

Tulay Hatîmogûlariyê anî ziman ku îktîdar bi zanebûn pêvajoyê bi demê re vedihêle û axaftina xwe wiha qedand: “Em li bendê bûn ku ev qanûn beriya serê salê derkevin û bi mehan berê biçûna giravê. Lêbelê her tim taloq kirin û rewşekî mijûlkirinê heye. Em tevek vê rewşê dibînin.”  

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDENE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sydneyê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî
Nûçeya Pişt re ‘Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê kirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrên Erîvan û Bakuyê li Berlînê li ser ‘aştiyê’ nîqaş dikin

Wezîrên Karên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê piştî dagirkirina Qerebaxê, ji bo ‘aştiyê’, li Berlînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Qeladizê ji bo Rojava li qadan bû

Li navçeya Qeladizê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya Rojava meş lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?