Duşem, 23 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komareke nû bi zimanê berê ava nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi zêdebûna gefên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çêkirina rêya leşkerî ya dewleta Tirk li Dêrelokê qadên xwezayî xira kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 partiyên Rojhilat Tifaqa Hêzên Siyasî ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Jin

KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin

Koordînasyona KJK’ê berxwedana Rêber Apo ya ku 27 sal in li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne, silav kir û bang li her kesî kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt diyar kirin: “Di sala 28’an a komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi tifaqeke qirêj a navneteweyî hate destpêkirin de, em berxwedana bi rûmet a ku Rêber Apo 27 sal in li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne, silav dikin. Di şexsê heval Aynur Artan û M. Xalid Oral de em hemû welatparêz û hevrêyên xwe yên ku li dijî komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ xwe kirin xeleka ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku xeyala wan a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

DIVÊ HER DER Û HER KÊLÎ BI PARADÎGMAYA RÊBER APO DAGIRTÎ BE

Em çalakiyên dîrokî û bi wate yên gelê Kurd, jinên Kurd, dostan û hêzên dijberê sîstemê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê û her aliyê cîhanê timî di nava çalakiyan de ne, silav dikin. Dîsa em çalakiya ku bi pêşengiya jinan bi şîara Em bi Hêvî ber bi Azadiyê ve Dimeşin 1’ê Cotmehê li Amedê destpê kir û 7’ê Cotmehê li ber meclîsê bi dawî bû û coşa jinan, silav dikin. Ev gavên ku bi hêviyeke mezin ber bi azadiyê ve hatine avêtin, divê bi milyonan kesan tevlî xwe bikin û dewam bikin, divê ev meş domdar be. Ji bo ev komploya herî berfireh a dîrokê were pûçkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê hêza pêngavan hîn zêdetir were mezinkirin, her der û her kêlî bi paradîgmaya Rêber Apo dagirtî be.

Hêzên hegemon ên ku li herêmê ji bo berjewendiyên xwe hewl didin şer berfireh bikin, dixwazin bi destê netew dewletan gelan li dijî hev rakin û modela netewa demokratîk a Rêber Apo jî ji bo planên xwe yên qirêj weke jehrkuj dîtine. Şerê ku niha li Xeze, Sûriye, Ûkrayna û Rûsyayê dewam dike nîşan dide ku kirasê netewe dewletan li gelan kirine teng e û parçe dibe. Van şeran car din îspat kiriye ku modela netewa demokratîk a Rêber Apo modela jiyana azad a gelan û jinan e. Lewma em dibînin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, îro jî bi rê û rêbazên cuda di dewrê de ye. Bi perspektîfa Netewa Demokratîk a Rêber Apo sîstemek hate avakirin ku ji bo Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn bûye nefes. Di vê sîstemê de jin û gel bêyî ku ferq û cudahiya ol, ziman û netewê bikin bi hev re dijîn, xwe bi azad îfade dikin, bi rê ve dibin, biryarên xwe didin û dibin îrade. Êrîşên li dijî vê sîstemê dewama komploya navneteweyî ye. Em van êrîşên li dijî îradeya gelan û jinan şermezar dikin. Li dijî van êrîşan mezinkirin û parastina deskeftiyên şoreşa jin a Rojava, têkoşîna li dijî komployê ye.

Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de, bi têkoşîna xwe hêza qezenckirinê ya têkoşînê nîşanî gelê Kurd û hemû gelên bindest daye. Rêber Apo li dijî sîstema înkar, îmha û êşkenceyê her kêliya xwe bi têkoşîna li ser navê mirovahiyê û bi pêngavên ku rêya jiyana azad û bi rûmet vedikin derbas kiriye.

Eger mirov paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku ji hemû gelên bindest û jinan re bûye hêvî, fêm bike wê sedemê komploya qirêj a navneteweyî jî fêm bike. Di demeke welê de ku li hemû cîhanê li hemberî sosyalîzmê bêhêvîtiyeke mezin hebû û kapîtalîzmê li hemberî hemû bindestan serketina xwe îlan kiribû, Rêber Apo got, ‘İsrara di mirovbûnê de israra di sosyalîzmê de ye’ û li dijî hemû hêzên kapîtalîst ên kûreyî şerekî mezin berçav girt. Sedemê esas ê pirsgirêkên civakê yên aborî, perwerde, tenduristî, exlaq, polîtîka, ekolojîk, moral û hwd derxist holê û bi vê yekê re pêşniyarên çareseriyê jî pêş xist. Ji gelan re bû hêvî û tirs xiste dilê hêzên sîstema kapîtalîst. Lewma fêmkirina rastiya Rêber Apo, fêmkirina komploya navneteweyî ye ku 26 netew dewletan têde cih girt û rola gardiyantiyê dan dewleta Tirk.

Bi komploya navneteweyî re ku bi pêşengiya DYE, Îngilistan û Îsraîlê kete dewrê, sîstema kapîtalîst a kûreyî di şexsê Rêber Apo de li dijî hebûna Kurd her cure êrîşên şerê taybet ê qirêj xiste dewrê. Di serî de jinên evîndarê azadiyê, hemû gelê me bi berxwedana bi rûmet a Rêber Apo li dijî van polîtîkayên şerê taybet li ber xwe dane, her tim li qadan bûne û bi dengekî bilind daxwaza xwe ya azadiyê vegotine.

Jin dizanin ku komploya qirêj a navneteweyî herî zêde li dijî wan pêk hatiye û her tim daketine qadan, bi dengekî bilind dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê vegotine. Rêber Apo dît ku rizgariya civakê bi rizgariya jinê dibe û ji şoreşa neteweyî hîn zêdetir berê xwe daye şoreşa jinê. Anî ziman ku armanca herî mezin a vê şoreşê bi jina azad û sosyalîst pêşxistina mêr e û ji bo kesayetên xurt ên wiha pêş bikevin kedek mezin daye. Sîstema kapîtalîst jî li dijî jina azad û mêrê azad, her kêliya xwe ji bo avakirina jina kole û mêrê kole bi kar aniye.

PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK, DARBEYEKE MEZIN LI XEYALÊN QIRÊJ ÊN KOMPLOYÊ XIST

Herî dawî Rêber Apo înîsiyatîf girt û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Vê pêvajoyê darbeyeke mezin li xeyalên qirêj ên komploya navneteweyî xist. Lewma di serî de jin û ciwan, divê hemû gelên me bi coş tevlî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin, pêşengiyê bikin û vê komploya qirêj car din pûç bikin.

Rêber Apo anî ziman ku di nava aştî û dewlemendiya jiyanê de jin bi pêş ve diçe, lê di nava şer de mêr xurt dibe, ya ku mêr dike mêr ê hegemon jî ev şerê qirêj bi xwe ye û sedemê komkujiyên jinan û zarokan ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi rengekî herî eşkere nîşan da. Lewma têkoşîna li dijî komployê, di esasê xwe de têkoşîna ji bo jiyana azad e. Têkoşîna li dijî komployê, têkoşîna li dijî koletiya jin û mêr e. Lewma weke jin tehemûla me nemaye ku em kedkarê herî mezin ê jiyana azad Rêber Apo, di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bibînin.

Li ser vê esasê, di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe, hêzên dijberê sîstemê, karker, kedkar û ekolojîstan dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em bang dikin ku ji bo pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di her qada jiyanê de ava bikin, timî bi ruhê pêngavê têkoşînê pêş bixin û ji bo bibin hevrêyên komunalîst ên Rêber Apo, hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û ji bo serketinê bi dil û can bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak
Nûçeya Pişt re Piştî 26 salan di 1’ê Cotmehê de dubare got ‘Aştî’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK’ê bang kir ku li dijî rejîma Îranê ya ‘dijminê jinê’ têkoşîn bê geşkirin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku piştî êşkenceyên giran ên li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD’ê şahî hate lidarxistin

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Hunergeha Welat ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû

HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji hevserokên PYD’ê peyama Tifaqa Hêzên Siyasî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Berf û bahozê li bakurrojhilatê DYE’yê bandor li 40 milyon kesî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Guterres hişyarî da: Li cîhanê hiqûqa yê bi hêz bilind dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?