Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Meşa Çileyê meheke welê ye sîstema serweriya mêr û faşîst a ku ji têkoşîna jinên sosyalîst û şoreşger ditirsin gelek caran komkujî lê kiriye. Di şexsê yek ji damezrînerên partiya me PKK’ê û pêşenga tevgera me ya azadiyê hevala Sara û hevalên Rojbîn û Ronahî ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê tetîkkêşê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin, hevala Evîn Goyî ya li Parîsê hate qetilkirin, şoreşger sosyalîst Rosa Luxemburg a li Berlînê hate qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin em hemû şehîdên xwe yên meha Çileyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyana azad ku wan di oxira wê de têkoşîn meşandin, em ê pêk bînin.
Tevgera azadiyê ya Kurd ji roja destpêkirina têkoşînê û vir ve di her kêliyê de berdêlên giran da, li ber xwe da û ewladên xwe yên herî hêja di vê oxirê de şehîd da. Ew ne tenê jinên Kurd an jî ewladên herî hêja yên gelê Kurd bûn, ew ewladên herî hêja yên mirovahiyê û jin ên pêşeng ên şoreşger bûn ku ji bo nirxên mirovahiyê û jinên cîhanê têkoşiyan.
DI TÊKOŞÎNA HEMÛ JINÊN BERXWEDÊR DE EM TÊKOŞÎNA HEVALA SARA DIBÎNIN
Yek ji hevrêyên me yên bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava dîrokê de girt, ji pêşengên tevgera jinê û tevgera azadiyê ya Kurd hevala Sara ye. Hevala Sara hîmên têkoşîna azadiya jinê danî ku îro ji jinên cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, ji bo mezinbûna vî hîmî jiyana xwe feda kir, ji partîbûna jinê heta bi artêşbûn û avakirina sîstema konfederal a jinê di her kêliya dîrokî de kedeke mezin da. Rêya ber bi formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ked, îrade, bawerî û têkoşîna xwe afirand ku li her devera cîhanê jinên azadîxwaz diqîrin. Ji ber vê yekê li Rojava di kesayetiya jinên ku şoreş kirine şoreşa jinê û jiyan bi rengê jinê ava kirin, li Şengalê di şexsê jinên ku bi wêrekî li ber kuştin, firotina li bazaran û fermanan rabûn, li Rojhilat di kesayetiya jinên ku li dijî qanûnên qaşo exlaqê dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’, li Bakur û Rojhilat di şexsê jinên ku li hemberî êşkenceyên li zindanan li ber xwe didin, em têkoşîna hevala Sara dibînin. Rêber Apo bi gotina ‘Em tevgera azadiyê ya jinê dijîn. Sakîne Mînak e. Jiyana Sakîne mînak e. Azadiya jinê têkoşîna Saknîne ye’ têkoşîna hevala Sara weke mînak nîşanî hemû jinan da ku dixwazin azad bibin. Ji bo jinê, jiyaneke bêyî vê yekê, yanî jiyaneke dûrî ji têkoşînê tê wateya mirina her roj û her kêliyê.
Hevalên Rojbîn û Ronahî jî li Ewropayê neketin xefika azadiya sexte ya ku jinan tine dike û bûn mînakên herî bedew ên dilsoziya bi jin, xak û welêt, bûn mînaka welatparêziyê. Hevala Rojbîn bi karên xwe yên dîplomasiyê hewl da bibe dengê gelê Kurd, dengê gel û jinên Kurd ji cîhanê re ragihîne. Hevala Ronahî jî temenê xwe yê ciwan bi karên gelekî girîng û mezin derbas kir û di serî de jin ên ciwan ji bo hemû jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê.
Rêber Apo ev komkujiya qirêj a 9’ê Çileya 2013’an hate kirin, qetilkirina Sakîne şiband komkujiya duyemîn a 1938’an û diyar kir ku wê hesabê Sakîne bipirse, vê yekê eşkere bike û bi vî rengî bal kişand ser girîngiya ronîkirina vê komkujiyê. Hevala Sara bi têkoşîna xwe ji kesekê wêdetir bû kesayet û nasnameyeke dîrokî. Ji ber vê yekê di şexsê hevala Sara de êrîş li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û jinên Kurd hate kirin. Rêya herî bi wate ya pûçkirina van êrîşên qirker û faşîst bêguman mezinkirina wê têkoşînê ye ku hevala Sara da destpêkirin. Bi avakirina sîstema konfederal a jinê, bi rêxistinkirin û têkoşînê têkoşînên van jinên şoreşger dikarin bêne mezinkirin û hesab ji kujeran bê pirsîn.
Di salvegera 12’emîn a komkujiya Parîsê de em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo darizandina dewleta Tirk a qirker û faşîst ku kujerê Sara, Ronahî, Rojbîn, Evîn Goyî, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar û gelek komkujiyên din e, têkoşînê mezin bikin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê dikin ku tevlî meşa mezin a 11’ê Çileyê ya li Parîsê bibin ku wê bi dirûşma ‘Kujer diyar e, Fransa çima bêdeng e’ bê lidarxistin. Em bang dikin ku bi tevlîbûna li meşa mezin bikin ku dewleta Fransayê bi berpirsyariya xwe rabe û hesabê komkujiyên yekemîn û dueymîn ên Parîsê bipirsin.”