Pêncşem, 8 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk amade ye ku li dijî Kurdan piştgiriyê bide Şamê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê divê hêzên siyasî hemû hewl bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Sala têkoşînê ya 47’an wê serketinên mezin bi xwe re bîne
Kurdistan

KJK: Sala têkoşînê ya 47’an wê serketinên mezin bi xwe re bîne

Koordînasyona KJK'ê têkildarî salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sala têkoşînê ya 47'an wê serketinên mezin bi xwe re bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Salvegera 46’an a damezrandina partiya me PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurd, gerîlayên me, gelên bindest ên cîhanê û jinan pîroz be.” KJK’ê şehîdên pêşeng bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala têkoşînê ya 47’an wê serketinên mezin bi xwe re bîne. Di serî de jin bang li hemû beşên civakê kir ku têkoşînê mezin bikin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“PKK weke bersiva li şehadeta hevrê Hakî Karer veguherî heqîqetekê û bi Hakî, Mazlûm, Ferhat, Hayrî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Delal, Herekol, Berwar, Sara û Rûken, Rojhat û Erdal, Asya û Rojger, şehîdên me yên enternasyonal Gulnaz, Lêgerîn, Azîz û bi hezaran şehîdên me yên leheng bû hebûn, hebûna xwe nîv sedsal e mayinde kir. Li pêşiya bîranîna şehîdên me yên leheng bi minetdarî û hurmet em bejna xwe ditewînin û biryardariya xwe diyar dikin ku bi xeta azadiyê ya PKK’ê em ê bersivê bidin bîranîna wan. Rastiya Rêber Apo û şehîdan garantiya serketin, hebûn û dilsoziya bi vê rastiyê ye.

‘PKK VEGUHERÎ MANÎFESTOYA BINDESTAN HEMÛYAN’

Beriya PKK’ê Kurdbûyîn, jinbûyîna li Kurdistanê dihat wateya tinebûnê. Kurdîtî û jinbûyîn weke rewşeke ketinê, bênasnamebûnê û înkarê bû. PKK ku bi xeta şehîdan û Rêber Apo xurt bû, rêya Kurdên azad û jinên azad bi ked û hewldaneke mezin ava kir û îro bi milyonan mirov bi rûmetdarî û bi wate di vê rêyê de dimeşin. Rastiya PKK’ê ku veguheriye manîfestoya hemû bindestan, li dijî dijminê faşîst serweriya mêr, dagirker û mêtinger di her gavê de îradeya Kurdbûyîn, jinbûyîn û mirovahiyê mezin kir, kir xwedî kesayet. Bû navê wê yekê ku bêyî bibe desthilatdar gelan û jinan xurt bike, jiberan têk bibe û kesayet û nasnameyê bide afirandin. Bi pêşengiya Rêber Apo, ji gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ bi rê ket û heta roja îro bi stratejiya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk mîrateyeke mezin a şoreşê afirand. Ji bo jinê Artêşbûna Jinê, Partîbûna Jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Konfederalîzma Demokratîk a Jinê û bi jineolojiyê re sîstema azadiyê ya jinê, mîrateyeke azadiyê ya jinê afirand.

‘FEDAKARIYA KU NEHATIYE DÎTIN’

PKK bi xeta xwe ya têkoşînê ya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk ji sînorên Kurdistanê derbas bû û veguherî çavkaniyeke enternasyonal. Ji bo pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê û jinan çareserî afirand, li hemberî êrîşên li ser xwezayê helwest nîşan da û hişmendiya ekolojîk ji xwe re kir esas, karakterekî enternasyonal, herêmî û neteweyî afirand. PKK’ê destpêkê ji xwe re kir esas ku wateyê bide mirov, jinê, xwezayê û jiyanê. Bilindahiya civakîbûnê, bedewiya jiyana exlaqî-polîtîk, bilindahiya parvekirinê hîn kir. Li ser bingeha komunal, bi hev re, mezinkirina hevalên xwe, mezinkirina xwe, mînakên hevrêtiyê yên herî bedew û nehatiye dîtin, mînakên fedakariyê afirand. Ev hevrêtiya li Kurdistanê mezin bû bi mirovan re bilindahî afirand. Ev bilindahî li dijî hêzên mêtinger faşîst û robotkirin û bênasnamekirina mirovan a ji ber modernîteya kapîtalîst, ji bo gelên herêmê, ji bo mirovahiya cîhanê û jinan dibe mînak. Sîstema xwe ya jiyana azad û bi wate ya bi vê exlaqê dibe model, çavkaniya sûdwergirtinê.

‘SALA 47’AN A TÊKOŞÎNÊ WÊ BIBE WESÎLEYA SERKETINÊN MEZIN’

Di salvegera 46’an a damezrandina partiya me PKK’ê de di nava têkoşîna xwe ya azadiyê em hîn bêhtir bi biryar in. Li Îmraliyê ku rejîma tecrîdê dewam dike, Rêber Apo hîn jî di nava tecrîdeke giran de ye. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de êrîşên herî giran li hemberî Kurdistanê, jinên Kurd, zarokên Kurd, cografya Kurdistanê û gerîla têne kirin. Di salvegera 46’an a damezrandina partiya xwe de em bi biryar in ku li dijî êrîşên qirker û sîstema tecrîdê ya faşîst têkoşîna herî xurt û encamwergirtinê bimeşînin. Bi destpêkirina sala 47’an a partiya me PKK’ê re pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê armanca me ya herî mezin e, biryardariya me ye. Têkoşîna ku em ê di sala 47’an de bimeşînin wê bibe wesîleya serketinên mezin.

Dîsa bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, em hemû hevrêyên jin, dayikên xwe, jinên ciwan, zilamên ku li hemberî tundiya mêran helwesta xwe nîşan dane ên li hemû deverên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe dane qadan û bi biryardariyeke mezin dengê xwe bilind kirine, silav dikin û vê çalakgêriya wan pîroz dikin.  A rastî bi vê têkoşîna xwe di navbera 25’ê Mijdarê û 27’ê Mijdarê de pirek ava kirine. Careke din hevgirtina têkoşîna jinan a li gel têkoşîna PKK’ê nîşan dane. Girêdayî vê yekê em weke KJK’ê di serî de jinan, bang li hemû gelê xwe û hevrêyên enternasyonal dikin ku 27’ê Mijdarê ku cejna vejîna azadiya jinan û gelan û cejna azadiyê ye, bi awayê herî biheybet û watedar pîroz bikin û bi awayê herî xurt tevlî çalakiyan bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA GEL salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê: Hîn zêdetir têkoşîn û xweparastin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Dawî li êşkenceyê bînin; deriyên Îmraliyê vekin!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku berdana Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Naskirina statuya Şengalê wê fermana 74’an bi dawî bike

Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay diyar kir ku ji bo misogerkirina edaletê divê xweseriya Şengalê were…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?