În, 11 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Akay: Karê sereke yê sosyalîstan pêkanîna avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên ji doza PKK’ê: Roj ji Kurdistanê jinûve hilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê bala her kesî li ser merasîma gerîla ye…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Pêvajoya aştiyê û azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ku wê merasîmê bişopîne ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Xeta Zîlan misogeriya bingehîn a sîstema azadiya jinê ye
Kurdistan

KJK: Xeta Zîlan misogeriya bingehîn a sîstema azadiya jinê ye

Koordînasyona KJK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, pêşenga her serdemê biafirîne û bibe garantî û avakarê bingehîn ê sîstema azadiya jinê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di salvegera 28’emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de Zîlan û şehîdên meha Hezîranê hemû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û bi bîr xist, Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk meha Hezîranê di dîroka têkoşînê de kir xwedî wateyeke nû û bi meha Hezîranê bi vî rengî bû ‘Meha Fedaiyan’. Koordînasyonê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ji destpêkê ve weke tevgereke fedaî tevgeriya û her serdemê pêşengên xwe afirand û anî ziman, şehîdên azadiya jinê di nava vê pêşengiyê de li refên herî pêş cih girtin û rêya jinên li azadiyê digerin di her serdemê de ronî kirin. Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Hevrê Hanim Yaverkaya weke yek ji hevalên jin ên ku tevgera me ya azadiyê herî zû nas kir, di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28’ê Hezîrana 1985’an de tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrê Zîlan Gulana 1996’an li hemberî hewldana êrişê ya li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj ên dirêjî Rêber Apo dibin wê bê şikandin. Hevrê Zîlan got, ‘Biryardariya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyanê û mirovan hez dikim, dixwazim vê çalakiyê lidar bixim’. Bi vî rengî nîşan da ku ew ber bi mirinê ve naçe, lê di vê çalakiyê rêya jiyana azad dibîne. Ev gotinên hevrê Zîlan ji bo jinên her roj têne qetilkirin, tine têne hesibandin, bê îrade û bê îdîa têne hiştin, rêya jiyana bi wate nîşan da. Ji bo jiyaneke bi wate û azad işaret bi têkoşîn û serketinê kir.

BAWERIYA XWE BI ÇALAKIYA ESÎL TACÎDAR KIR

Çalakiya hevrê Sema Yuce ya 21’ê Adarê di 17’ê Hezîrana 1998’an de bi şehadetê tacîdar bû. Çalakiya hevrê Sema li dijî êrişên ji derve yên li ser tevgera me ya azadiyê, Rêber Apo, di heman demê de li hemberî feraseta paşverû ya navxweyî û dûrketina ji xetê bû bersivek. Li dijî vê sîstema ku jinê bê îdîa û bê îrade dihêle û ji jiyanê qut dike, weke hêza jiyanê û serketinê ya jinê baweriya xwe ya bi hevrêtiyê bi çalakiyeke esîl tacîdar kir. Hevrê Sema bi çalakiya xwe her wiha rê nîşanî hevrêyên mêr da ku bi jinê re dikarin hevrêtiyeke rast bikin. Hevrê Fîkrî Baygeldî li pêşberî çalakiya hevrê Sema got, ‘Hevrê Sema fermandara min e û bi vê çalakiya xwe ez ê bibim leşkerekî jin a Kurd a fermandar’. Bi vî rengî rûyê herî şênber ê hevrêtiya bi jinê re nîşan da û çalakiya fedaî kir.

DI RÊXISTINIYA FEDAÎTIYÊ DE BI ROLEKE BINGEHÎN RABÛ

Hevrê Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) ji bo fedaîtî bibe xetek û di nava têkoşîna me de bê birêxistinkirin bi roleke bingehîn rabû. Hevrê Gulan bi vê pêşengiya xwe bû hedefa dijmin û xeta tasfiyekariyê û di 7’ê Hezîrana 2002’an de hate qetilkirin.

Hevala Rûken Herekol (Emîne Tayboga) weke endameke Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan di 26’ê Hezîrana 2006’an de li Antalyayê çalakiya fedaî kir û şehîd bû.

REHÊ ESASÎ YÊ AGIRÊ ŞOREŞÊ

Li Rojhilatê Kurdistanê ku gulistana serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, hevrê Zîlan Pepûle (Latîfe Selamet) ku gavên destpêkê yên vê şoreşê avêt, li ber dîlgirtina Rêbertî rabû, bi vî rengî tevlî nava refên têkoşînê bû, navê Zîlan li xwe kir û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşan da. Hevrê Zîlan Pepûle li Merîwanê di 30’ê Hezîrana 2006’an de di şerê dijî pastarên Îranê de bi birîndarî dîl kete dest, êşkenceyên giran lê hate kirin û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Ev berxwedan rehê esasî yê agirê şoreşê ye ku îro bilind dibe.

TESLÎMIYET TI CARÎ QEBÛL NEKIRIN

Dema ku li Mûsilê 19 jinên Êzidî bi destê DAÎŞ’ê hatin şewitandin û qetilkirin Hezîrana 2016 bû. Jinên Êzidî ku çand û mîrateya berxwedanê ya xwe bi rûmetdarî meşandin, li dijî zilma DAÎŞ’ê teslîm nebûn û bi şewitandinê şehîd bûn. Lê belê teslîmiyet ti carî qebûl nekirin. Bersiva herî mezin a şewitandina 19 jinên Êzidî û qetilkirina bi hezaran jinên Êzidî afirandin û pêşvebirina xwerêxistin û xweparastina jinên Êzidî ye. Xwe ji xweliyên xwe jinûve afirandin, bersiv dan DAÎŞ’ê û sîstema mêr a hegemon.

PÊŞENGA BI DIL Û CAN DIXEBITÎ

Ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Jinê endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) jî 23’ê Hezîranê şehîd bû. Li Serhedê, Zagrosan, Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Ji bo paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bigihîne her jinekê bi dil û can dixebitî, milîtaneke pêşeng bû. Wezîfeya me hebûyan e ku em vê rê û rêbazê, vê têkoşîna wê bigihînin hemû jinan.

GAVÊN JIN A AZAD Û KESAYETA AZAD AVÊTIN

Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê di hişê tevahiya jinên cîhanê de ma. Vê şoreşê di nava xwe de pêşengên xwe afirand. Van jin ên pêşeng di nava karên avakirina civakî de ji perwerde û birêxistinkirina zarok, jin û ciwanan heta bi avakirina qadên jiyanê li her qadê bi pêşengiyê rabûn û ji bo afirandina jin a azad û kesayeta azad gavên girîng avêtin. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a qirker faşîst. Di sala 2020’î de hevrê Hebûn, Zeyra Berkel, Dayika Emîne par jî hevrê Reyhan û Yusra Derwêş weke şehîdên meha Hezîranê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de girtin. Xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirin û serxistina karên avakirina civakî ya li ser bingeha xeta azadiyê û çanda demokratîk dibe.

LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KED DA

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan (Hatîce Hezer) bi çîrokên li ser Komkujiya Zîlan mezin bû, ji bo ev dîroka bi êş careke din dubare nebe tevlî nava refên têkoşînê bû. Weke fermandareke mezin ji qada Rêbertî heta bi çar parçeyên Kurdistanê; li çiyê, bajaran ked kar, nirx afirand. Hevrê Bêrîvan Zîlan ku milîtana mezin a Rêber Apo, pêşenga tevgera me ya jinê bû, em ê bi serxistina têkoşînê xwedî lê derkevin.

JIYANA XWE DIIYARÎ TÊKOŞÎNÊ KIR

Hevrê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) di sala 1992’an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû û heta kêliya dawî bi eşq û baweriyeke mezin meşiya. Weke milîtanekê bi kesayetiya xwe ya sade û leheng felsefeya jiyanê ya Apoyî bi cih anî. Tevlî her asta têkoşîna azadiyê bû, li her qadê ked da, berhem afirand. Jiyana xwe bi temamî da têkoşîna li ser xeta Zîlan. Di karên avakirina sîstema konfederal a demokratîk de kedeke mezin da û dema ku karên avakirina civakî dimeşand şehîd bû.

BÊTEREDÛT XIZMET JI HEQÎQETÊ RE KIR

Hevala Şehristan Asmîn ku li qada çapemeniya azad bi salan ked da, di ronîkirina rastiyê û heqîqeta jinê de bi rola pêşengiyê rabû, tevlî nava karwanê şehîdên meha Hezîranê bû. Kesayetiya wê ya azad ku bêteredût xizmet ji vê heqîqetê re kir, têkoşîna me ya jin a azad û çapemeniya jin a azad ronî dike.

XETA ZÎLAN PÊŞENGÊN HER SERDEMÊ DIAFIRÎNE

Hezîran meha şehîdên fedaî yên nenir e. Têkoşîna me ya azadiyê îro jî di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê li her qada berxwedanê ya ku hêzên me yên YJA Star û HPG’ê lê ne dewam dike. Çalakiyên hevalên Rûken û Sara, Rojhat û Erdal jî rewşa nûjen a vê xetê ne. Em zanin; têkoşîna me wê hîn bêhtir li cîhanê belav bibe, xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, dîrokê ava bike û di her serdemê de pêşengên xwe biafirîne, bi vî rengî bibe avakar û misogeriya herî bingehîn a sîstema azadiya jinê ya demokratîk.

BI PÊŞVEBIRINA TÊKOŞÎNÊ BERSIV DA

Rêber Apo ji bo hevala Zîlan dibêje, ‘Zîlan xwedawendeke ku divê em li hemberî wê bejna xwe bitewînin. Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin. Tercîhkirina mirovahiyê, bi ziman û fikrê Zîlanan dibe’. Zîlan di nameya xwe de ku her gotineke xwe perspektîfa jiyana azad bû, ji bo Rêber Apo dibêje ‘Di her kêliyên zor û zehmet de li we û hezkirina we difikirim û hêza manewî jê werdigirim. Yê ku herî zêde dilsozê şehîdan e hûn bi xwe ne. Li ser vê bingehê hişê min wê li pey min nemîne’.

Rêber Apo dilsoziya bi şehîdan re bi pêşvebirina têkoşînê her tim dewam kir, bersiv da. Ev dilsozî û nêzîkatiya ku hişê şehîdan li pişt nahêle, nêzîkatiya Rêber Apo ye. Dilsoziya bi şehîdan re dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Dilsoziya bi şehîdan re parçekirina dîwarên sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmrailyê ye, mezinkirina çalakiyên ji bo Rêbertiya azad û welatê azad e. Wezîfeya dibe para me jinan ew e ku bi qasî bîranîna şehîdan fêhmkirina wan e û bicihanîna wan e.

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI MÎRATEYA WAN

Weke KJK’ê em bang dikin ku ji 17’ê Hezîranê heta 30’ê Hezîranê şehîdan û Rêbertî fêhm bikin, bixwînin, nîqaş bikin û çalakiyên mezinkirina nirxên hevrê Zîlan bigihînin asta herî bilind; bi vî rengî xwedî li mîrateya şehîdên me derkevin. Em nameyên şehîdên pêşeng di van çalakiyan de bixwînin, jiyan û taybetmendiyên kesayetiya wan, xeta wan a têkoşînê fêhm bikin û ji hev re vebêjin. Bi rengê herî şênber ê watedar em nirxên şehîdan nîşan bidin. Em van rojan bikin rojên peydakirina rêya jiyana bi rengê Zîlan û Semayan.

EM BIRYARDARIYA XWE YA JIYANÊ MEZIN BIKIN

Jiyana azad jiyana bi wate ye. Jiyana dûrî îdîaya azadiyê, bê wate ye. Wê demê ji bo bibin xwedî çalakiyên ku jiyana me bi wate dike, em têbikoşin. Em îdîaya xwe ya jiyanê mezin bikin, jiyanê bedew bikin, ji bo vê jî bixebitin û bi ser bixînin. Weke KJK’ê em bang li jinên li her qadên jiyanê û berxwedanê dikin; li malê, kolanan, dibistanan, kargehan, çiyê, çeperan, bajaran çalakiyên ji bo fêhmkirina jiyana bi rengê Zîlan, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bang li jin ên ciwan dikin ku ala jiyana bi rengê Zîlan hîn bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mizgîn Argiş: Girtî vê çalakiyê ji bo heqîqetê dimeşînin
Nûçeya Pişt re Li Reqayê çalakiya li dijî tecrîdê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeya şehîd Êva Elî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeya şehîd Êva Elî ku 30 Adarê di encama qezayekî de şehîd bûbû li Pakrewangeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn: Bi cînayetên siyasî re hevrû werin

Denîz Poyraz di salvegera qetilkirna xwe de li Îzmîrê bi meşê û panelê hat bibîranîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Binçavkirin hatin şermezarkirin: Desthilatdar nikare îradeya gel bişikîne, lewma êrîş dike

Binçavkirinên li navçeya Pirsûsê, hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayîn: “Desthilatdarî êrîşê gelê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Heyeta DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kurdistanê bala her kesî li ser merasîma gerîla ye…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?