Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mizgîn Argiş: Girtî vê çalakiyê ji bo heqîqetê dimeşînin
Rojane

Mizgîn Argiş: Girtî vê çalakiyê ji bo heqîqetê dimeşînin

Parêzer Necla Mizgîn Argiş got, "Girtiyên siyasî ev çalakî ne weke helwesteke nerazîbûnê dan destpêkirin, çalakiyê weke parçeyek ji têkoşîna xwegihandina heqîqetê dibînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û 130 rojan dewam kir, ji 4’ê Nîsanê û pê ve veguherî biryara tevlînebûna li rûniştinên dadgehan, hevdîtinên bi malbatan re û boykotkirina axaftina bi telefonê. Di vê demê de li pey hev lêpirsînên dîsîplînê li dijî Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî hatin destpêkirin. Tecrîda mutleq jî dewam dike. Li aliyê din girtî jî ji ber çalakiya xwe dikevin ber lêpirsînên dîsîplînê û ceza li wan tê birîn.

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Stenbolê parêzer Necla Mizgîn Argiş li ser mijarê axivî.
Argiş diyar kir ku bi taybetî li ser civaka Kurd, berxwedêran tecrîdeke giran heye û got, “Vê polîtîkayê li Girava Îmraliyê destpê kir. Tê zanîn ku demeke dirêj e agahî ji Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên tecrîdkirî nayê wergirtin.”

Argiş bal kişand ser çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê û anî ziman ku girtiyên siyasî vê çalakiyê ne tenê weke helwesteke nerazîbûnê dikin, di heman demê de weke parçeyek ji têkoşîna xwegihandina heqîqetê dibînin.

Argiş got, “Ji ber vê yekê jî têkoşîna li dijî tecrîdê di avakirina jiyaneke azad û nû de xwedî cihekî girîng e. Girtî destnîşan dikin ku hemû beşên civakê divê li pêşberî vê têkoşînê bêdeng nemînin, kiryara tecrîdê qebûl nekin.”

Argiş anî ziman ku Wezareta Edaletê di vê mijarê de gaveke şênber neavêtiye û got, “Ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina tecrîdê gav hene ku divê wezaret biavêje. Lê belê wezaretê heta niha di vê mijarê de ti hewldan nekiriye. Li aliyê din divê bê destnîşankirin ku girtiyên siyasî pêvajoya çalakiyê ne tenê weke helwesteke nerazîbûnê dibînin, di heman demê de weke parçeyek ji têkoşîna avakirina civakeke azad û nû dibîne. Pêvajoya veguherîna manewî ya li girtîgehan ji bo wan hewldana xwegihandina heqîqetê ye.

Dawiya dawî têkoşîna li dijî tecrîda li girtîgehan tê meşandin divê weke mijareke pir alî, hiqûqî, siyasî û sosyo-psîkolojîk bê nirxandin. Gelekî girîng e ku Wezareta Edaletê çareseriyên bi bandor, mayinde û mirovî peyda bike, di vê mijarê de pêşî li binpêkirina mafên mirovan bê girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re KJK: Xeta Zîlan misogeriya bingehîn a sîstema azadiya jinê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

Şervana YPJ'ê Narîn Axîn ku piştî dîlgirtina 2 mehan a li Dêrazorê azad bû got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Nifşê Nû gihîşt Rojava

Şandeyek ji Tevgera Nifşê Nû ya di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan a di encama êrişa çeteyên Roj ya li Xanesorê de şehîd bûbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?