Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û 130 rojan dewam kir, ji 4’ê Nîsanê û pê ve veguherî biryara tevlînebûna li rûniştinên dadgehan, hevdîtinên bi malbatan re û boykotkirina axaftina bi telefonê. Di vê demê de li pey hev lêpirsînên dîsîplînê li dijî Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî hatin destpêkirin. Tecrîda mutleq jî dewam dike. Li aliyê din girtî jî ji ber çalakiya xwe dikevin ber lêpirsînên dîsîplînê û ceza li wan tê birîn.
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Stenbolê parêzer Necla Mizgîn Argiş li ser mijarê axivî.
Argiş diyar kir ku bi taybetî li ser civaka Kurd, berxwedêran tecrîdeke giran heye û got, “Vê polîtîkayê li Girava Îmraliyê destpê kir. Tê zanîn ku demeke dirêj e agahî ji Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên tecrîdkirî nayê wergirtin.”
Argiş bal kişand ser çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê û anî ziman ku girtiyên siyasî vê çalakiyê ne tenê weke helwesteke nerazîbûnê dikin, di heman demê de weke parçeyek ji têkoşîna xwegihandina heqîqetê dibînin.
Argiş got, “Ji ber vê yekê jî têkoşîna li dijî tecrîdê di avakirina jiyaneke azad û nû de xwedî cihekî girîng e. Girtî destnîşan dikin ku hemû beşên civakê divê li pêşberî vê têkoşînê bêdeng nemînin, kiryara tecrîdê qebûl nekin.”
Argiş anî ziman ku Wezareta Edaletê di vê mijarê de gaveke şênber neavêtiye û got, “Ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina tecrîdê gav hene ku divê wezaret biavêje. Lê belê wezaretê heta niha di vê mijarê de ti hewldan nekiriye. Li aliyê din divê bê destnîşankirin ku girtiyên siyasî pêvajoya çalakiyê ne tenê weke helwesteke nerazîbûnê dibînin, di heman demê de weke parçeyek ji têkoşîna avakirina civakeke azad û nû dibîne. Pêvajoya veguherîna manewî ya li girtîgehan ji bo wan hewldana xwegihandina heqîqetê ye.
Dawiya dawî têkoşîna li dijî tecrîda li girtîgehan tê meşandin divê weke mijareke pir alî, hiqûqî, siyasî û sosyo-psîkolojîk bê nirxandin. Gelekî girîng e ku Wezareta Edaletê çareseriyên bi bandor, mayinde û mirovî peyda bike, di vê mijarê de pêşî li binpêkirina mafên mirovan bê girtin.”