Şemî, 17 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû têkildarî avakirina hikûmetê li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîderê YNK’ê bi Tevgera Nifşê Nû re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê provokasyon: Êrişî wêneyê Ziyad Heleb kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !
Rojane

KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 13 saliya Şoreşa Rojava silav kir û got: ‘’Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de ji Kobaniyê dengê şoreşê bilind bû, çirûska Şoreşa Rojavaya Kurdistanê çeqiya û roj bi roj geş bû.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî 13 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê piroz kir. 

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destpêkirina Şoreşa Rojava û ev yek anîn ziman: ‘’Rojavayê Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe ji  şoreşê re amade dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkahniyê, Kobaniyê, Efrîn û pêkve erdnigariya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku li çarenûşa  xwe xwedan derkevin û li ser axa xwe îdareyeke xwe ava bikin. Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê de, Kurd û Kurdistaniyan hêza xwe kirine yêk û da ku li Rojavayê Kurdistanê  valahiyeke desthilatî çênebe, xwe zûtirîn dem organîze û xurt kirin û ji Kobaniyê pê ve li milê rojhilatê heta Dêrikê, li milê rojava jî heta Efrînê, bajar, bajarûk, gund û mezra hilgirtine bin ewlehiya hêza navxweyî. Ev 13 sal in ku Kurd û Kurdistaniyan bi bedelên gelek giran prosesa xweseriyê domandin û bi modelê Kantonan be, bi rê û rêbaz, form û statuyên din be xwe ragirtin û bi awayekî pratîkî xweseriyeke demokratîk ava kirin.’’

KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Ji destpêkê dagîrkerên Kurdistanê ji vê rûdana nû ya Kurd û Kurdistaniyan a li Rojavayê Kurdistanê nerazî bûn. Bi taybetî Tirkiyeyê her di serî de berê tîrên xwe yên bijehrî dane ser Rojavayê Kurdistanê. Kobanî bo xwe kirine hedefa yêkemîn. Ji ber ku bizava li welatê xwe xwedanderketinê ji wê derê dest pê kiribû. Berê Îslamîstên tundrew û DAIŞ’a xwînawî dane ser Kobaniyê. Kobaniyê bi şereke bilind û serfiraz berevaniyeke efsanewî ya axa xwe kir û DAIŞ’ê jî di nav de serê hemû neyaran çemand û xwe parast û têkoşîna xwe kire dastan. Dewleta Tirkiyeyê şikesteke mezin xwar di têkoşîna parastina Kobaniyê da. Vê carê Efrîn bo xwe kire hedef. Ji ber ku navçeya herî nêzîk ya Deryaya Spî bû. Ewil bi armanca dorpêçkirina Efrînê dest bi dagîriya Ezaz û Cerablusê kirin û ji navçeya xweser ya Cizîrê ve birîn. Paşê jî tank û topên xwe zivirandine ser Efrînê û dagîr kirin, xelkê Efrînê bi darê zorê dane koç kirin. Îro demografiya Efrînê serûbin kirine û Tirk û Ereb bi cih kirine. Piştra berê xwe dane Serêkaniyê û Girê Spî û ew der jî dagîr kirin. Gefa xwe ya li ser bi temamê rojavaya Kurdistanê jî didomînin. Li navçeyên di bin desthilat û ewlehiya îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê da, bi dron û gelek teknolojiyên din yên leşkerî û istixbarî kuşt û kuştdariyeke xedar kirin. Jiyana xelkê sivîl jî veguherandin dojehê. Digel vê bêperwatiya dewleta Tirkiyeyê jî berxwedana xelkê rojavaya Kurdistanê bi xurtî dewam dike û hemû dînamîk û mekanizmayên îdareya xweser ji bo ewlehiya xelkê navçeyê têkoşîneke serbilindane didin.’’

Dewama daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

‘’Niha li Sûriyê rewşeke nû heye. 7 meh pêşiya niha rejima BAAS’ê têk çû û Şam kete destê hêzên Islamî. Dema rejîma BAAS’ê têk çû, di heman demê de hêzên girêdayî dewleta Tirk êrîşê deverên Rêveberiya Xweser jî kirin. Teybetî li Şehba yê, li Helebê û li Minbicê êrîşên xwe berfireh kirin. Li devera Tişrînê şerên gelek giran rû dan. Li hemî eniyan dewleta Tirk bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî, piştgirî da ew komên tundrew. Hinek dever ketin destê wan komên girêdayî dewleta Tirk. Li gel hemî êrîş û gefan jî, Rêveberiya Xweser xwe parast û êrîş dane rawestan.

Di gel van komplo, arêşê û aloziyan jî li Rojavayê Kurdistanê xelkên navçeyê bi giştî û bi hev re li ser xeta parastina welêt berxwedana xwe didomînin. Di vê têkoşîna şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê, divê rola jinan neyê jibîrkirin, bi taybetî rola jinan di dereceya pêşiyê de ye û bi rengekî erênî gelek tesîrdar e.

Niha bi desthilata Şamê re şerrawestandinek heye û bi rêya diyalogê lêgerînên çareseriyê hene. 10’ê Adarê peymanek bi deshilata Şamê re hate îmzekirin. Ji bo çareseriyê niha hevdîtin hene. Lê rewşa Sûriyeyê bi giştî aloz e û ne diyar e wê pêşeroja Sûriyeyê çi be û wê çi nebe. Deshilata Şamê pêşiyê êrîşî Elewiyan kir û li devera Lazkiyeyê komkujî pêk anîn. Niha jî êrîşî Durziyan dikin. Ji xwe bawermendên Mesîhî ji roja pêşî ve di bin zextekî mezin de ne. Ev deshilat li şûna çereseriyê bi xwe re bîne, ji roja pêşiyê ve ye bûye bingeha pirs û pirsgirêkan.

Deshilata Şamê eger imkan û derfetan bi dest bixe, heman muameleyê wê li gel Kurdan û deverên Rêveberiya Xweser jî bike. Ev rewşeke xeternak e û divê em hemû Kurdistanî li ser vê rewşê hişyar bin. Divê di sêrî de em hewl bidin pirs û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê divê em parastina xwe jî xurt bikin da ku kesek nekare êrîşê deskeftiyên me bike. Parastina Rêveberiya Xweser parastina Kurdistanê ye.

Bi vê boneyê em wekî KNK’ê di 13 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, xelkên Kurdistanê û hemû rêveberiya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.

KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axa welêt û hemû welatiyan, di asta herî bilind de piştevaniyeke xurt û mezin bikin û beramberî hemû êriş û bizavên dagîrkerî û birandinê, mil bi milê xelkên rojavaya Kurdistanê bin. 

Şoreşa neteweyî û niştimanî ya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê serkeftî û serfiraz be! 

Bijî berxwedan û serkeftina Şoreşa Rojava ! ‘’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn
Nûçeya Pişt re ‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê Fedakar Şengalî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soza xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Wê jin pêşengtiya avabûna civaka demokratîk bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî sardana şîna gerîlayên HPG’ê kirin

Bi girseyî sardana şîna gerîlayên HPG’ê Seyît Yûsûf Ûçûkan û Eyup Dala ku li Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Celal Amed hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji QSD’ê daxuyaniya Dibsî Afnan: Çavkaniya gefê hate bêbandorkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?