Yekşem, 15 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Me li navendên ewlekarî û polîsan ên Îsraîlê xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor ê Hacî Omeran vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir
Kurdistan

KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek da. KNK’ê di daxuyaniya xwe de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi helkefta 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîd bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hêzên rejîma dagirker a Iraqê di 16’ê Adara 1988’an de bi çekên kîmyewî yên qedexekirî li Helebçeyê li dijî gelê sivîl komkujiyeke mezin pêk aniye û hat gotin: “Di encama komkujiyê de nêzî 5 hezar jin, zarok, mêr û kal û pîrên sivîl û bêguneh hatin şehîdkirin. Bombebarkirina Helebçeyê, yek ji zincîra sûcên polîtîkaya qirkirinê ya rejîma Baas a dagirker a Saddam Huseyîn bû ku li Başûrê Kurdistanê dimeşand. Ev polîtîkaya qirkirinê bi êrîşên kîmyewî yên li ser herêmên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwasan dest pê kir û bi operasyonên Enfalê berdewam kir. Armanca vê jî tune kirina gelê Kurd û Kurdistanê bû.”

HELEBÇE YEK JI WEHŞETÊN HERÎ MEZIN ÊN SEDSALA 20’AN E

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Baas ji roja ku li Iraqê hat ser desthilatdariyê û vir ve dest bi komkujî û asîmîlasyona Kurdan kiriye: “Di serî de mîna gurên birçî ketin pey gelê Kurd û bi deh hezaran Kurdên Feylî qetil kirin, bi deh hezaran jî bi darê zorê koçber kirin; hîna jî çarenûsa piraniya wan nayê zanîn. Di destpêka salên 80’yî de 8 hezar Kurdên herêma Barzan di Enfalê de zindî bi zindî qetil kirin. Di pêvajoya ku wek operasyonên Enfalê tê naskirin û nêzî 4 salan ajot de, ji Germiyanê heta Behdînanê zêdetirî 182 hezar sivîlên bêguneh birin çolên başûrê Iraqê û bi wehşet qetil kirin. Li Kurdistanê zêdetirî 4 hezar gund hatin rûxandin. Lê belê ya ku li Helebçeyê qewimî, yek ji wehşetên herî mezin ên sedsala 20’an e. Di nava çend saetan de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Bi vî rengî Helebçe ji bo gelê Kurd bû êş û birineke mezin.”

LI DIJÎ KOMKUJİYÊN NÛ DIVÊ HÊZÊN SİYASÎ DI NAVA TIFAQÊ DE BIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sedsala borî de li dijî gelê me gelek komkujî hatine kirin, lê ev komkujî wekî qirkirin nehatine naskirin û di dadgehên navneteweyî de nehatine darizandin.

KNK’ê hişyarî da ku metirsiya komkujî û qirkirinê ya li ser Kurdan bi dawî nebûye û li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike: “Duh li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî komkujiyek pêk hat, bi hezaran mirov bi komî hatin qetilkirin û revandin. Ew gef hîna jî li ser Şengalê heye. Berî deh salan li Cizîra Botan û berî heşt salan li Efrînê komkujiyeke mezin qewimî. Berî heft salan heman senaryo li Serêkaniyê û Girê Spî hat dubarekirin. Berî du mehan li Helebê û li seranserê Rojava hewl dan heman senaryoyê pêk bînin. Niha jî li herêma Rojhilata Navîn şer û pevçûnên mezin hene û metirsiya komkujiyê berdewam dike.

Divê em zanibin ku di 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de heman gef hîna di rojevê de ye. Ji bo ku Helebçeyên nû neyên jiyîn, divê hêzên siyasî di nava tifaqê de bin, Hêzên Parastina Kurdistanê bibin yek, bi hêz bibin û Kurdistanê bi hev re biparêzin.”

EM Ê KOMKUJİYÊN LI DIJÎ GELÊ ME HATINE KIRIN JI BÎR NEKIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin: “Îro avakirina herêmên Enfalê û hemû deverên ku komkujî lê qewimîne, başkirina şert û mercên jiyanê û dermankirina birînan, erka me ya neteweyî, wijdanî û sincî ye. Yek ji erkên me yên neteweyî, wijdanî û sincî jî avakirina Helebçeyê û başkirina jiyana xelkê Helebçeyê ye. Divê her cure xizmetguzarî ji bo xelkê Helebçeyê bê dabînkirin. Helebçe divê di her warî de ji nû ve bê avakirin. Bîranîna Helebçe û qirkirina Helebçeyê divê tenê di çarçoveya merasîman de nemîne, bi çalakî û hewildanên civakî, çandî û hunerî her dem bê bibîranîn.

Felaketa trajîk a li Helebçeyê, bûye sembola nasnameya zilmê ya li ser Kurdan. Komkujiya li Şengalê jî di heman rêyê de bû sedema avabûna vê nasnameyê. Li gel van nasnameyan, berxwedana li Kobanê, eniya yekbûyî ya hêzên Kurd a li dijî terora DAÎŞ’ê û parastina hevpar, nasnameyeke xwerû afirand. Ev wêrêkî û berxwedana hêzên parastinê ya li dijî dagirker û terorîzmê, ligel ku di cîhanê de deng veda, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfirehtir vedike.

Em ê Helebçeyê tu carî ji bîr nekin. Wekî ku em ê Dersim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal, Kurdên Feylî, Yarsan û Êzidî, Şengal, Roboskî û tu komkujiyên ku bi destê dagirkeran li dijî gelê me hatine kirin ji bîr nekin; em ê Cizîra Botan, Şengal, Heleb û Helebçeyê jî ji bîr nekin.

Em careke din di şexsê şehîdên Helebçe û Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Em rejîmên komkujer û dagirkerên Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MSD: Bi lez alîkariyê bidin koçberên li kampên Hesekê
Nûçeya Pişt re Li Qamişlo, Hesekê ve Çilaxa agirê Newrozê bi dirûşmeya yekîtiya neteweyî hat pêxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

YRK'ê nasnameya şehîd Feraşîn Bêrîtan eşkere kir û diyar kir ku di şexsê Feraşîn Bêrîtan…

Ji aliyê Stêrk TV

5 droneyên çeteyan hatin xistin

Hêzên QSD'ê li gundê Xemla yê Hesekê li dijî çeteyên li hev kom bûbûn çalakiyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê jinek hate kuştin

Li taxa Ekreme ya Humsê jinek hate kuştin, hevjînê wê jî birîndar bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

MSD: Bi lez alîkariyê bidin koçberên li kampên Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê nîqaşa ‘Gurê Boz’: Namzetê lîsteya rastgirên tundraw bû sedema nîqaşê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?