Daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi vî rengî ye:
“Bi hilbijartina cenabê we ji bo serokkamoriya Iraqê em weke KNK, bi dilxweşî pêşwazî dikin û bi dilekî germ pîroz dikin.
Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi istîqrar. Hêviya gelê me ew e ku di dewreya cenabê we de, di serî de maddeya 140 a destûrê û hemû problemên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraqê, bêne çareserkirin. Her wiha bi giştî xwestek û mafên rewa yên hemû pêkhateyên Iraqê, ji Asurî-Kildanî-Suryanî û yên hemû dîn û dînzayên li Iraqê, mafên wan bêne parastin û bêne misogerkirin. Bawermendên Êzidî bi taybetî xelkê Şengalê, gelek êş kişandine û birîndar in, divê bi bawerî, çand û nasmeya xwe ve bêne parastin.
Birêz Serokkomar, hûn demekî dirêje di nav tevgera azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirin û xwedî tecrûbe ne. Iraq û Kurdistan jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn, qeyranekî mezin jiyan dike. Pirsgirêka Kurdî, li tevayî herêmê, dibe sedema alozî û bêaramiyê. Heta pirsgirêka Kurdî bi awayekî adilane neyê çareserkirin, ne mumkine li herêma Rojhilata Navîn, aştî û aramî pêk were. Hêviya me ew e ku hûn vê rastiyê herdem berçav bigrin û ji bo pirsgirêka Kurdî li seranserê herêmê bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, xwedî helwest û çalakî bin.”

