Bi hezaran gelê Kobanê bi konvoyekê berê xwe dan bendava Tişrînê û ev 4 rojin li bendavê li hemberî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi balafirê bê mirov, balafirên şer û tang û topan, nobed digirtin. Gelê kantona Cizîrê di bin êrîşên balagirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de xwe di derengiya şevê de xwe gihandin bendavê û nobed dewr girtin. Gelê Kobanê îro ber bi Kobanê ve bi rê ketin.
Gel ji aliyê bi hezaran ji gelê Kobanê ve li qada Jina Azad bi dirûşmeyên “Bijî berxwedaniya QSD’ê” û “Berxwedan jiyane” gel pêşwazî kirin.
Piştî deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê, endama Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Dewleta Tirk êrîşî konvoyê jî bike, çi dibe bila bibe em bendava xwe ber nadin. Me çawa DAÎŞ’ê têk bir, em ê dewleta Tirk jî têk bibin. Çawa me li bendavê berxwedanî raber kir, wê gelê me yê Cizîrê jî wê berxwedaniyê bidomîne.”