Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçer: Bi mezinkirina pêngav û berxwedanê em dikarin tecrîdê bişikînin
Rojava

Koçer: Bi mezinkirina pêngav û berxwedanê em dikarin tecrîdê bişikînin

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahiya herêmê ye. Bi yekîtiya gelên Rojhilata Navîn em dikarin tecrîdê bişikînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

 

Hesen Koçer bi bîr xist ku meha Adarê ji bo gelê Kurd û gelê herêmê girîng e û şehîdên 12’ê Aadrê yên li Qamişloyê, her wiha şehîdên Helebceyê bi bîr anî. Hesen Koçer diyar kir ku di 15’ê Adarê de gelê Sûriyeyê li dijî zilma dewleta Sûriyeyê rabû ser piyan, bi meşeke mezin a aştiayne xwest sîstema heyî biguherîne û got, “Lê belê weke ku tê zanîn tevî ku 13 sal di ser re derbas bûne hîn jî komkujî û mirin li Sûriyeyê dewam dikin. Pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebûye. Lê belê pirsgirêka Sûriyeyê veguheriye şerê komên çekdar. Ji ber van komên çekdar gelê Sûriyeyê ketiye nava rewşeke xerab. Heta niha li Sûriyeyê krîza aborî û siyasî dewam dike. Bêguman tevî van hemûyan êrîşa dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê, dagirkirina gelek bajaran pirsgirêk hîn giran kir. Guhertina demografîk, koçberkirina bi milyonan mirovî ji Sûriyeyê, şehîdbûna zêdeyî 500 hezar kesî, nîşan didin ku pirsgirêka Sûriyeyê çiqasî giran e. Ji aliyê siyasî ve jî pirsgirêka Sûriyeyê hîn nehatiye çareserkirin.”

Hesen Koçer ragihand ku hin hêzên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bikevin nava hin hewldanan jî hewldanên gelekî cidî nînin ji ber ku gelê Sûriyeyê di nava van hewldanan de nîne. Hesen Koçer destnîşan kir ku hevdîtinên li Cenevre û Astanayê rewşa Sûriyeyê hîn giran kir.

Hesen Koçer got, “Eger çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê tê xwestin, divê vê yekê gelê Sûriyeyê bi xwe bike. Hêzên navneteweyî nikarin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Jİ ber ku ev hêz li berjewendiyên xwe difikirin, li berjewendiyên gelê Sûriyeyê nafikirin.”

Hesen Koçer anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan projeyeke demokratîk afirandin û got, “Gelê Sûriyeyê hêviya xwe di nava vê projeyê de dibîne. Ji ber ku ya ku karîbû li ser piyan bimîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gel hemû bi hev re lê dijîn, Kurd, Ereb, Suryan hwd. her kes di nava vê sîstemê de bi rengekî azad û bi rûmet dijîn. Ev yek projeyeke deomkratîk e û dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike.”

Têkildarî Newroza 2024’an jî Hesen Koçer got, “Newroza îsal wê li ser esasê azadiya fîzîkî ya rêberê neteweya demokratîk Rêber Apo be. Pêngava azadiya Rêber Apo hem li cîhanê hem jî li herêma me dewam dike. Eger tecrîda li ser rêberê neteweya demokratîk neyê rakirin wê êrîşên li ser gelan timî dewam bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya her mirovên welatparêz, xwedî exlaq û mirovane ye. Newroza îsal wê li ser vî esasî bê lidarxistin û ji ber vê yekê jî divê tevlîbûneke xurt li Newrozê bibe. Bi vî rengî em dikarin tecrîdê bişikînin. Bi esasî tecrîda li ser xwe, tecrîda li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser her çar parçeyên Kurdistanê bişikînin. Bêguman dagirkerî û êrîşên komkujiyê dewam dikin. Newroz ji xwe têkoşîna li dijî zilmê ye. Em îro bi ruhê Newrozê dijîn. Li dijî zilmê, dagirkeriyê û mejiyê ku dixwaze civakê qetil bike, em têdikoşin û têkoşîna me wê dewam bike. Em ê Newroza îsal veguherînin berxwedanê, ji ber ku Newroz rojeke nû ye. Ne tenê di Newrozê de em ê di her rojê de têbikoşin, li ber xwe bidin ku azad bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!
Nûçeya Pişt re Şervanên YPJ û YPG’ê: Newroz nasnameya hevpar a gelan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesandinê rapora ÇED’ê nîne, lê lêgerîna li madenê dewam dike

Rapora ÇED’ê ya şîrketa ku li Zozanê Hesandinê dixebite, eşkere bû ku sala 2020’î di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê şer: Zêdeyî 100 çete hatin kuştin

Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê, di serdegirtina hêzên parastina xwecihî de zêdeyî 100…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Dêrikê şehîdên berxwedana Rojava spartin axê

Şêniyên ji bajarên Dêrik û Girkê Legê şehîdên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Berîtan li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?