‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya li ser çareseriya meseleya Kurd û avakirina civaka demokratîk li Meclîsa Tirkiyeyê ava bû, civîna xwe ya sêyemîn lidar xist. Komîsyonê biryar da ku li kes û saziyan guhdarî bike. Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît rêveçûn û karê giştî yê komîsyonê ji ANF’ê re nirxand.
‘CIVÎNÊN HEFTEYÊ CAREKÊ TÊRÊ NAKE’
Koçyîgît beriya her tiştî got, gelekî girîng û bi wate ye ku komîsyon li meclîsê bi tevlîbûna siyasî ya herî berfireh ava bûye û bi vî rengî meclîsê ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd îradeya siyasî nîşan daye.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku komîsyonê di civîna xwe ya destpêkê de hiqûqa xwe ya kar diyar kiriye, di civîna duyemîn de burokrasiya ewlekariyê agahî dane endamên komîsyonê û di civîna sêyemîn a 12’ê Tebaxê de jî nîqaşek li ser guhdarîkirina li kesayet û saziyan nîqaş kiriye.
Koçyîgît ragihand ku di vê çarçoveyê de wê destpêkê li kesayet û saziyan bê guhdarîkirin û got, “Lewma bernameyeke kar heye. Lê belê bi rêveçûna demê re wê pêwîstî bi dirêjkirina dema vî karî çêbibe. Ji ber ku civîna hefteyê carekê wê têrê neke. Pêkan xuya nake ku komîsyon bi vî rengî bi civînên hefteyê carekê pêvajoyê bi rê ve bibe. Li gorî me divê ev dem bê dirêjkirin û me ev pêşniyar li komîsyonê kir.”
‘DI HIQÛQA ÎNFAZÊ, PÊKANÎNA QEYÛM, TMK, TCK DE SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BI LEZ BÊNE KIRIN’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê anî ziman ku dema kar a komîsyonê heta meha Kanûnê hatibe diyarkirin jî li gorî pêwîstiyê ev dem ji bo du mehan dikare bê dirêjkirin, lê belê heta 1’ê Cotmehê divê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê sererastkirinên qanûnî yên lezgîn li meclîsê bi lez bêne kirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di vê çarçoveyê de hin guhertinên hiqûqî yên ji ber pirsgirêka Kurd hatin kirin divê bi lez ji holê bêne rakirin û got, “Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) divê ji holê bê rakirin. Sererastkirina înfazê divê ji binî ve bê kirin. Astengiyên li pêşiya azadiya fikir û îfadeyê divê bêne rakirin. Her wiha astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûnê pêwîste bêne rakirin. Astengiyên li pêşiya siyasetê ya li qanûna partiyên siyasî divê werin rakirin. Lê belê ev hemû karê pêvajoyekê ne. Em ne di wê baweriyê de ne ku ev hemû yekser bi vê komîsyonê re di cih de karibe bê kirin.
Ya ku destpêkê divê were kirin, ji bo bersivdana li pêwîstiyên pêvajoyê sererastkirinên qanûnî yên li ser hiqûqa înfazê, pêkanîna qeyûm, TCK, TMK ye, ku divê bi lez bêne kirin. Ev divê bêne nîqaşkirin.”
‘NÊZÎKATIYA KU PIRSGIRÊKA KURD TENÊ BI DANÎNA ÇEKÊ DINIRXÎNE, RAST NÎNE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît deestnîşan kir ku di vê komîsyonê de ya girîng ew e ku sedemên bingehîn ên meseleya Kurd baş tespît bike, veguherîna demokratîk a ku van ji holê rake pêk bîne û got, lewma divê qanûnên veguherîna demokratîk û entegrasyona demokratîk teqez bi destê vê komîsyonê bêne nîqaşkirin û pêşnûmeyek bê amadekirin.
Di vê çarçoveyê de işraet bi pêwîstiya bi hewldaneke hevpar kir û got, “Em rast nabînin ku pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya danîna çekan de bê nirxandin û tenê bi vî rengî sererastkirineke hiqûqî bê kirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku giraniyê bide ser sedema pirsgirêkê, nêzîkatî û perspektîfeke ku sedeman ji holê radike bê nîşandan û li gorî wê jî garantiyên qanûnî bê afirandin. Dema ku ev hate kirin ji xwe wê ji bo demokratîkbûnê gav hatibe avêtin.”
Koçyîgît anî ziman ku çi bi bilêvkirina navê pêvajoyê, çi jî bi pênasekirina pirsgirêkê; desthilatdarî hîn jî bi perspektîfeke ewlekariyê li meseleya Kurd dinihêre û destnîşan kir ku ew nêzîkatiya bi rengê ‘qedandina terorê’ ya li pêvajoyê rast nabînin.
‘DEMA KU LI TIRKIYEYÊ AXAFTI LI SER ÇARESERIYÊ TÊ KIRIN, ŞEREKÎ LI DIJÎ KURDÊN LI SÛRIYEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît gefên li ser Rojava, dorpêkirina kampa Mexmûrê, êrîşa polîsan a li hemberî cenazeyê gerîla yê HPG’ê Ferhat Tunç weke nîşaneya perspektîfa ewlekariyê pênase kir û destnîşan kir ku divê dest ji van nêzîkatî û pratîkan bê berdan.
Koçyîgît diyar kir ku zêdeyî 40 sal in her kesî baş fêhm kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî encamê bi xwe re nîne û bi bîr xist, ku ji ber bê encam ma komîsyon hate avakirin ku li ser çareseriyê biaxive.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke yekpare ye û got, “Ji xwe yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Ev yek eşkere û şênber e. Her parçeyek li welatekî cuda hate hiştin, li nava sînorên dewletên statukoparêz hate hiştin, lewma ev hemû dewlet li ser înkarkirina azadî û mafên bingehîn ên Kurdan ava bûn. Em qala pirsgirêkeke bi vî rengî dikin. Em qala pirsgirêkeke ku tenê Tirkiyeyê eleqedar dike nakin. Parçeyekî vê pirsgirêkê halê hazir li Başûr, parçeyek li Rojava, parçeyek li Rojhilat û parçeyek jî li vir e. Ji ber vê yekê ji hev cuda nîne.
Me hîn di roja destpêkê de got, di demekê de ku em li Tirkiyeyê li ser çareseriyê diaxivin, em şerekî li dijî Kurdên li Sûriyeyê qebûl nakin. Bi bombekirina Kobanê re li Amedê aştî nabe. Ev yek eşkere û şênber e. Yan jî bi êrîşa li ser azadî û mafên bingehîn ên Kurdên li Başûrê Kurdistanê, bi operasyonên li wê derê re hûn nikarin aştiyê li Tirkiyeyê pêk bînin, hûn nikarin bi Kurdan bidin qebûlkirin. Di vir de pêwîstî bi polîtîka û nêzîkatiyeke hevgirtî heye. Ji ber ku Kurd bi vî rengî li meseleyê dinihêrin. Em bi vî rengî li meseleyê dinihêrin. Her parçe bandorê li parçeyên din dike. Kurdên li her parçeyî li rewşa Kurdên li parçeyekî din dinihêrin û wê lê binihêrin jî. Aqlekî siyasî yê vê nabîne nikare çareseriyê pêk bîne. Em êrîşek li ser Kurdên li Rojava, Başûr, Mexmûr an jî devereke din qebûl nakin.”
‘DIVÊ KOMÎSYON WEKE MUZAKEREVANÊ SEREKE LI BIRÊZ OCALAN GUHDARÎ BIKE’
Gulisatn Kiliç Koçyîgît ragihand ku komîsyon di karê xwe de hîn di destpêkê de ye û bi bîr xist ku wê hefteya bê dest bi guhdarîkirina li kesayet û saziyan bike.
Koçyîgît işaret bi daxwaza guhdarîkirina komîsyonê li muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ji xwe li gorî ruhê vî karî divê li Îmraliyê hevdîtinek bê kirin. Rêveberê pêvajoyê Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, banga 27’ê Sibatê kir, kir ku rêxistin di 5-7’ê Gulanê de biryarê werbigire, banga 9’ê Tîrmehê kir û piştre jî kir ku rêxistin merasîma îmhakirina çekan pêk bîne. Lewma divê komîsyon li perspektîfa çareseriyê, nêrîn û fikrên Birêz Ocalan ên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd guhdarî bike. Ev mijar ji bo me ne cihê nîqaşê ye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku bi rêveçûna pêvajoyê re divê li ser sererastkirinên destûra bingehînî jî axaftin bêne kirin ku red û înkarkirina Kurdan ji holê rake û mafên kolektîf ên gelê Kurd misoger bikin.