Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Tilizêrê şehîdên Komkujiya 14’ê Tebaxê hatin bibîranîn
Kurdistan

Li Tilizêrê şehîdên Komkujiya 14’ê Tebaxê hatin bibîranîn

Li nehiya Tilizêrê, şehîdên komkujiya teqîna 14'ê Tebaxê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku piştî fermana derbasbûyî, Êzidî bi rêxistinbûna xwe karîne dest bi jiyaneke nû bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

18 sal di ser teqînên li Tilizêr, gundê Ezêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê re derbas bû. Di wan komkujiyan de zêdetirî hezar kes şehîd û birîndar bûn. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera komkujiya 14’ê Tebaxê merasîmek li dar xist. Beriya merasîmê, welatiyên Êzidî ji hemû gund û navçeyên Şengalê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, li ber avahiya Meclisa Gel a Tilizêr kom bûn û heta cihê teqînê meşiyan.

Piştî meşê ji bo bîranîna ruhê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Hevserokê Meclisê Nayîf Şemo, axivî û got: “Desthilatdariya wê demê bû sedem ku em di vê rewşê re derbas bibin. Divê em rastiyê bibêjin, nexwe wê zarokên me ji me re bibêjin we îxanet li me kir. Wê demê ev dever di bin destê PDK’ê de bû. Ji ber xemsariya wan, ev cih ji bo mirovahiyê bû xaleke reş di dîrokê de. Bila tu kes wisa fam neke ku em PDK’ê reş dikin, lê ev rastiya wan e.”

Şemo destnîşan kir ku ku ji ber baweriya wan ya qedîm ferman li ser wan hatine kirin û wiha domand: “Em baweriya herî kevn ya li ser rûyê erdê ne. Dijmin dixwaze me ji kokê rake. Em çawa Êzidî hatine ser dinê, emê heta dawiyê li ser bîr û baweriya xwe bin. Çiqas hewldan hatin kirin, kesî nikarîbû me û Şengalê ji hev qut bike.” Şemo da xuyakirin ku berî her tiştî divê ew xwe nas bikin û bi navê Êzidîtiyê xwedî li doza xwe derkevin.

Li ser navê malbatên şehîdan Îmad Navxweş jî got ku heta niha mafê şehîdan nehatiye dayîn û aqûbeta gelek kesan ne diyare, daxwaz kir ku taybetî gora bi kom a li ber Quba Şêxmend ku bi dehan cenazeyên bê nav lê ne, were rakirin û ji wan re testa  DNA’yê were çêkirin da ku malbatên wan karibin daxwaza mafên xwe bikin.

Endamê Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Şengalê, di axaftina xwe de got ku bi tovê berxwedaniya ku li Şengalê hatiye çandin, êdî ew dikarin daxwazên xwe ji xwe bikin, ne ji kesekî din an jî hikûmetên din û got: “Bi saya keç û xortên me ku niha parastina Şengalê dikin, em dikarin bi azadî li ser axa xwe bin.”

Endamê Meclisa Parêzgeha Mûsilê Îdan Şêx Kalo jî axivî û got: “Di wê pêvajoyê de gefên mezin li ser me hebûn, ji aliyê siyasî zêdetir ji ber baweriya me bû, lê çi bibe bila bibe, em ê dest ji bîr û baweriya xwe bernedin.”

Merasîm bi gotina helbestên li ser şehîdan bi dawî bû.

Paşê, gel berê xwe da gundên Ezêr û Sîba Şêx Xidir û li cihê teqînan şehîd bibîr anîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçyîgît: Bi bombekirina Kobanê re li Amedê aştî nabe
Nûçeya Pişt re Li dijî ÎBB’ê operasyon: Derbarê 44 kesan biryara binçavkirinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xelfetiyê 10 kes hatin girtin

Li Xelfetiya ku şaredariya wê hat desteserkirin, ji 16 kesên ku bi êşkenceyê hatin binçavkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

ÎHD’ê bi wesîleya salvegera 40’an a damezrandina xwe li Stenbol û Dersimê daxuyanî da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê

Rageşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe û têkildarî vê yekê Wezareta Karên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?