Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, duh koma yekemîn a koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe bi rê ketibûn.
Koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêk tê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê duh ber bi warê xwe ve bi rê ketibûn.
Karwanê koçberan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê. Karwan di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bûn û di saetên berbanga îro ve gihaşt Efrînê.
Koma piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê vegeriya, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi stran, dahol û zirneyê bi girseyî hat pêşwazkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihandibû ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here.
Mehmûd Xelîl ku bi komê re bû, ji çapameniyê re got, xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin.

