Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re salek derbas bû. Di nava salekê de li Meclîsê bi beşdariya hemû partiyên siyasî -ÎYÎ Partî ne di nav de- Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ava bû û rapora vê komîsyonê bi raya giştî re hate parvekirin.
Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) parêzer Gulay Koca Ozturkoglû pêvajoya salekê û rapora komîsyonê nirxand û anî ziman ku bang ne tenê metneke agirbestê bû, di heman demê de qonaxeke dîrokî bû ku dawî li pêvajoya şer anî û pêşî li siyaseta demokratîk vekir.
Gulay Koca Ozturkoglû bal kişand ser girîngiya dîrokî û siyasî ya pêvajoyê û got, “Ev yek ji bo Tirkiyeyê mîladeke girîng e. Ev bang divê ne tenê weke bangeke ji bo agirbestê, di heman demê de weke metneke welê bê dîtin ku rêya ber bi civaka demokratîk ve ronî dike.”
‘EV YEK PÊVAJOYA DERBASBÛNA LI NAVA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK E’
Gulay Ozturkoglû işaret bi karên sala dawî yên li meclîsê kir û ragihand ku qonaxa duyemîn detspê kiriye û ev pêvajo jî weke pêvajoya derbasbûna li nava entegrasyona demokratîk pênase kir.
Ozturoglû got, “Ji xwe Birêz Ocalan jî di hevdîtina 16’ê Sibatê ya bi heyetê re ev civîn weke civîna destpêkirina entegrasyona demokratîk nirxand. Di heman civînê de ragihand ku dervehiştina Kurdan û qedexekirina Kurdî înkar û îsyan bi xwe re aniye, lewma pêvajoya heyî jî pêvajoya bidawîkirina înkar û îsyanê ye; divê mercên vê yekê û rê û rêbazên pêkanîna wê bêne nîqaşkirin.”
‘EŞKERE YE KU BI VÎ ZIMANÎ PÊVAJOYA NÛ AVA NABE’
Gulay Koca Ozturkoglû diyar kir ku zimanê di raporê de hatiye bikaranîn ruhê pêvajoyê nîşan nade, bi taybetî têgeh û gotinên hatine bikaranîn nîşan dide ku nêzîkatiya berê dewam dike.
Ozturkoglû got, “Em dibînin ku ev ziman dûrî feraseta avakirina civaka demokratîk û ruhê pêvajoyê ye. Mînak di pênasekirinê û nêzîkatiya li pirsgirêkê de zimanê berê tê bikaranîn; pênaskirina pêvajoyê bi rengê ‘Tirkiyeya bê teror’ û li şûna pirsgirêka Kurd tercîhkirina gotina ‘terorê’, nîşan dide ku di ya berê de israr heye. Eşkere ye ku bi vî zimanî pêvajoya nû nikare bê avakirin.”
Gulay Ozturkoglû destnîşan kir ku nav û armanca pêvajoyê zelal e, divê zimanekî tevgirî bê bikaranîn û diyar kir ku di sernavê mafên bingehîn de kêmasî hene. Ragihand ku divê giraniyê bidin ser avakirina civaka demokratîk û got, “Navê pêvajoyê eşkere ye: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber vê jî eger zimanekî tevgir bihata bikaranîn wê çêtir û hevgirtî bûya. Li şûna têgeha ‘terorê’ diviyabû zimanekî di vê çarçoveyê de bihata tercîhkirin. Pêwîste pirsgirêka Kurd êdî weke meseleyeke terorê neyê bikaranîn û dest ji bikaranîna vî zimanî bê berdan. Eger em qala avakirina komareke nû dikin, divê zimanê berê, nêzîkatiya berê û înkar bê terikandin; zimanekî ku li derve nahêle, terorîze nake, tevgir û çêker e bê bikaranîn.
Ya ku divê bi esasî li ser bê axaftin ew e ku civaka demokratîk çawa bê avakirin, mafên bingehîn û azadî çawa bêne garantîkirin û statuya qanûnî çawa be, guhertinên hiqûqî çawa be. Di metna raporê de qala mafekî bingehîn ê weke zimanê dayikê nehatiye kirin ku ev yek cihê rexneyê ye.”
Gulay Koca Ozturkoglû destnîşan kir ku li gel îtirazan hemûyan jî nirxandina meseleyê li ser zemîna meclîsê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Ozturkoglû diyar kir ku pêvajoya heyî li dijî polîtîkayên sed salî derfeteke nû pêşkêş dike û berpirsyariya hevpar e ku ev yek bê nirxandin.
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Gulay Koca Ozturkoglû anî ziman ku civaka demokratîk tevahiya civakê eleqedar dike û got, “Nexşerêya ku Birêz Ocalan pêşkêş kir her ku qanûnî bû wê Tirkiye ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bibe modelek.
Gulay Koca Ozturkoglû ragihand ku serketina pêvajoyê tenê girêdayî gavên aktorên siyasî nîne û işaret bi girîngiya xwedîderketina civakî kir.

