Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rojavayê bajar bi 4 guleyên hawanan topbaran kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên hikumeta demkî bi awayekî ketober qadên sivîlan kirin armanc û û got: “Ev êriş binpêkirineke xeternak e, jiyana sivîlan û ewlehiya wan dixe xetereyê.”
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku wê di çarçoveya mîsyona xwe ya parastina şêniyan û rêgirtina li ber tevliheviyan de bersiva jêderên êrişan bidin.

