Komên faşîst û nijadperest ên li Tirkiyeyê bêyî ku pêwîstiyê bi veşartinê bibînin li ser platformên sohbetê û medya dîjîtal xwe bi rêxistin dikin. Ev kom dadikevin qadan û êrîşê dibin ser Kurdan, koçberan, Rûman û mirovên ne Tirk.
Herî dawî kesekî ku li Eskîşehîrê kincê Nazî li xwe kiribû û êrîşî gel kiribû, rêxistiniya faşîst a li Tirkiyeyê careke din xistibû rojevê. Ev rewşa ku li nava raya giştî bûye cihê nîqaşê, ji ber ku bi têrkerî nehate fêhmkirin, careke din hate nixumandin.
Ji avabûna komara Tirkiyeyê û vir ve gelek komên faşîst xwe bi rêxistin kirin. Dewletê ya bi rengekî veşartî yan jî bi rengekî eşkere piştgirî da van koman û tevlî kadroyên dewletê kir.
DI ESASÊ DEWLETÊ DE NIJADPERESTÎ HEYE
Mahmût Esat ku hevalekî nêz ê Ataturk bû û yek ji damezrînerên sîstema hiqûqê ya Tirk bû, paşnavê ‘Bozkûrt’ ji Ataturk bi xwe wergirtibû. Piştî ku sala 1930’î li dû Raperîna Agirî got, ‘Yên ku ne Tirk in, li welatê Tirkan tenê mafekî wî heye; ew jî xizmet û koletiya ji bo Tirkan e’ paşnavê Bozkûrt lê hate kirin. Wê demê ev raperîn di rojnameyan de bi sernavê ‘Kurdistana xeyalî li vê derê veşartî ye’ hatibû weşandin.
Li Tirkiyeyê yê ku propagandaya herî girîng a faşîzmê kir Cevat Rifat Atîlhan bû. Atîlhan di nivîsên xwe de dijminatiya li Cihûyan sor dikir, di kovara bi navê Mîllî Înkîlap de pesnê faşîzmê dida. Piştî demekê hin ji endamên CKMP’ê bi navê ‘Nasyonal Aktîvîte ve Zînde Înkîsaf’ komeleyek ava kirin û li Tirkiyeyê pêşî li rêxistiniya çekdarî ya faşîzmê vekirin. Du yekîneyên şer ên cuda yên komeleyê hebûn û kincên leşkerên Nazlî li endamên van yekîneyan dihate kirin. Fikrên faşîst ên ku Mahmût Esat Bozkûrt bi rengeşî eşkere anî ser ziman, piştre ji aliyê Nîhal Atsiz, Necîp Fazil Kisakurek ve hatin bilêvkirin û birêxistinkirin.
Di nava rêxistiniyên faşîst de ên ku ji nivîskar Nîhal Atsiz û Necîp Fazil Kisakurek bi bandor bûn, ya herî tê naskirin û di dema nêz de jî navê wê tê bihîstin Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) bû. Rêxistinê bi taybetî êrîş bir ser hin şoreşger û rêxistinan, lê belê heta niha kesek ji ber endametiya TÎT’ê nehatiye cezakirin.
LI TIRKIYEYÊ NIJADPERESTÎ DI NAVA CIWANAN DE BELAV DIBE
Di vê demê de kesekî ku kincê Naziyan li xwe kir, li Eskîşehîrê di 12’ê Tebaxê de bi kêrê êrîş bir ser mirovên li ber mizgeftê rûniştibûn. Êrîşkar piştî bûyerê hate binavkirin.
Sala 2017’an li gorî lêkolînek ku li tevahiya Tirkiyeyê hate kirin ji sedî 32 ê ciwanan diyar kirin ku ew naxwazin bi mirovên ji neteweyek cuda li heman cihî bin, ji sedî 70’ê jî gotin, ew naxwazin bi Sûriyeyiyan re li heman cihî bin, ya jî cîranê hev bin.
Rêxistinên faşîst ên li Tirkiyeyê u partiyên MHP û BBP ‘nerm’ û ‘pasîf’ pênase dikin û diyar dikin ku ew li hemberî wan e, êdî mîna berê ne veşartî, lê bi rengekî eşkere li ser hesabên medya dîjîtal xwe bi rêxistin dikin. Ev kom perwerdeya çekdarî werdigirin, kampan ava dikin û li ser platformên Telegram, Instagram, Twitter (X) xwe bi rêxistin dikin û dîmenan diweşînin.
DIJBERIYA LI KOÇBERIYÊ
Rêxistiniyên faşîst ên bi tîpa nû, xwe li ser serweriya nijada Tirk bi rêxistin dike û fikrên cuda jî ji bo rêxistiniya xwe bi kar tîne. Hemana esasî ya vê rêxistiniyê jî dijberiya li koçberan e. Fikrên bingehîn ên ku dibin sedema belavbûna rêxistiniya faşîst bi vî rengî dikarin bêne pênasekirin:
Dijberiya li koçberiyê,
Parastina fikrê Tirkbûyînê,
Enver Paşa weke qehreman bê qebûlkirin û bi felsefeya Tûran ve bê girêdan,
Dîmen û nivîsên li ser serweriya Tirk bêne parvekirin,
Pejirandina taktîkên endezyariya civakê ku Îttîhat û Terakkî ew bi rêxistin kir,
Kesên weke Cem Ersever û Abdullah Çatli weke qehreman bêne dîtin,
Ev fikir jî bi giranî ji aliyê ciwanên di navbera 15-25 salî de tê pejirandin û eleqe jê re tê nîşandan. Ev ciwan ji partiyên faşîst ên li Tirkiyeyê MHP û BBP’ê aciz in û wan sûcdar dikin ku bi AKP’ê re tevdigerin. Di heman demê de fikrê Partiya Zafer a bi serkêşiya Umît Ozdag dipejirînin.
PERWEDEYA ŞER A LI SER TELEGRAMÊ
Di nava rêxistiniyên faşîst ên nû de ya ku herî zêde tê naskirin koma bi navê ‘Ataman Kardeşligi’ ye. Komê li ser Telegramê manîfesto weşand û diyar kir ku hedefa wan a yekemîn ‘Kuştina Ereb, Kurd, Efgan û Pakîstaniyan e’, armanca duyemîn jî ‘Yahûdî, Mirovên Çerm Tarî û Fars’ e. Herî dawî jî ‘Ermen, Rûm, Çerkes û Arnavût’ ji xwe re kir hedef.
Ataman Kardeşligi ku sala 2020’î ava bû hîn jî li ser Telegramê kar dike. Hesabê wan ê Telegramê ku heta êrîşa faşîst a li Eskîşehîr vekirî bû, piştî vê bûyerê veşart. Navê Ataman Kardeşligi yekemcar piştî daxuyaniyên Umît Ozdag ên li dijî koçberan kete rojevê. Komê dîmenên êrîşên li dijî koçberan li ser hesabên medya dîjîtal weşand û piştî demekê dîmenê komê yê perwerdeya çekdarî ya li qadeke daristanî ya li Stenbolê li ser Telegramê hate weşandin.
Koma bi navê Ataman Kardeşligi li ser hesabên xwe yên Telegramê broşurek bi navê ‘Perwerdeya Şerê Taktîkî ya Ataman’ weşand û bi detayên xwe, bi wêneyan nîşan da ku perwerdeyeke çekdarî çawa dibe, çek çawa dikare bê hilgirtin û ev çek ji bo kuştin û birîndarkirinê çawa dikare bê bikaranîn.
Ji bilî Ataman Kardeşligi komeke din a çalak jî Sansasyonel Tûran Bîrlîgî (STB) ye. Kom li ser hesabên Telegramê êrîşên li dijî koçberên Sûriyeyî plan dike û dixwaze berî û piştî êrîşê wêne û dîmen bêne kişandin.
Ji bilî van koma ku herî zêde xwedî endaman e Tûranvarî ye. Ev kom jî bi giranî êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gerîla û wêneyên gerîlayên hatin qetilkirin diweşîne.
RÊXISTINÊN FAŞÎST ÊN NÛ YÊN LI TIRKIYEYÊ
Ataman Kardeşliği
Türkçü Mücadele
Türkçüler Birleşiyor
Nasyonal Türk
Sansasyonel Turan Birliği
Atatürkçü Medya
Türk Otağı
Turanvari
Karargâh
Tengrizm