Sêşem, 5 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Ahmet Guneş kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çînê teqîn: Herî kêm 26 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bazarê heya sektora pirtûkan, krîza aborî li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Oglakliyê jiyanê apolîtîk dikin: Narkotîk, fûhûş û karên rêxistinbûna komên Îslamî yên radîkal

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 89’an a Terteleya Dersimê de banga ‘hevrûbûnê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tevgera Apoyî daxuyaniyeke girîng li ser pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin: Divê Zimanê Kurdî bi destûrî bê misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jineke Êzidî piştî 12 salan gihîşte Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ tevlî pêngava ‘Em YPJ ne’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî bang kir ku sererastkirinên yasayî ‘demildest bikeve rojevê’
Rojane

DEM Partî bang kir ku sererastkirinên yasayî ‘demildest bikeve rojevê’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike û ji bo serkeftina pêvajoyê divê der heqê sererastkirinên yasayî de biaxive.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, beriya civîna 10’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, li Meclisê geşedanên di rojevê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku divê komîsyona Meclisê aliyên aborî, sosyal, çandî û civakî yên pirsgirêka Kurd jî nîqaş bike.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku tenê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye û li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên gel, bawerî û derdorên civakî dijîn hene û got: “Şer û pevçûnên ji ber van pirsgirêkan derketin hene. Careke din derket holê ku di esasê xwe de çareseriya pirsgirêkê bi muzakere û diyalogê û di pêşxistina têkoşîna aştiyê de ye.”

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêdivî bi micidbûnê heye û got: “Pêdiviya me bi avêtina gavên şênber heye. Gotinên baş, rê û gavên şênber û pratîkî yên vê rêyê fireh dikin girîng in. Ji bo 1’ê Cotmehê demekî pir kurt ma. Divê ev pêvajoya guhdarîkirinê bi destê komîsyona jêr bên domandin an jî li gel van guhdarîkirinan hemwext, di mijarên krîtîk de li ser yasayan were axaftin û komîsyon van yasayan bigire rojeva xwe.

Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 11’ê Tîrmehê de çek şewitandî nekarin vegerin welat. Çima? Ji ber ku yasayeke me tune ye. Ji ber ku Meclisê tu yasayek çênekir. Zemîna vê ya yasayî û hiqûqî nehat amadekirin. Wê demê divê em bipirsin, karê ewil ê komîsyonê çi ye? Divê em bi lez û bez li ser sererastkirineke yasayî ku derfetê dide kesên çekan ber didin bikarin vegerin welat û berpirsyartiya hiqûqî ji holê radike, nîqaş bikin, em çarçoveya wê bilez binirxînin û gavên pratîkî biavêjin.

Em dixwazin pêvajo pêş bikeve û em encamekê jê bigirin. Em dixwazin aştî bibe. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Wê demê divê komîsyon li aktorê sereke yê pêvajoyê, li birêz Ocalan teqez guhdarî bike. Di vê mijarê de hewcehî bi şênberiyê, bi biryardayînê heye. Ev ne mijareke wisa ye ku were vehêlandin. Divê bilezûbez û teqez were kirin. Dê bibe gavekî şênber.

Du daxwazên me yên sereke hene; ya yekemîn ew e ku komîsyon tavilê biçe giravê û bi aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ya duyemîn jî; divê bi lez û bez em li ser çarçoveya sererastkirinên qanûnî nîqaşan bidin destpêkirin û bi lez pêş bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Pêvajo hatiye asta çareseriya hiqûqî
Nûçeya Pişt re Kurtulmuş: Divê em tavilê aştiya mayinde pêk bînin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobetên Edaletê: Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin

Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir û di çalakiyan de hate gotin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Gazî û rojnamevan Masîro: Ji bo dengê şoreşê bigihîje cîhanê wê têkoşîna me bidome

Gazî û rojnamevan Rêzan Masîro yê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Li vê qadê posterên Birêz Ocalan hene lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojnamevan Ahmet Guneş kete ber lêpirsînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Çînê teqîn: Herî kêm 26 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bazarê heya sektora pirtûkan, krîza aborî li her derê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Oglakliyê jiyanê apolîtîk dikin: Narkotîk, fûhûş û karên rêxistinbûna komên Îslamî yên radîkal

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?