Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Meşaleyek ku nayê vemirandin, dewrî me kirin!
Jin

Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Meşaleyek ku nayê vemirandin, dewrî me kirin!

Komîteya Ciwanan a PKK’ê 2 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Meşaleyeke ku nayê vemirandin, dewrî me kirin. Ev meşale bi agirê tolhildana şehîdên me her roj geştir dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Komîteya Ciwanan a PKK’ê têkildarî şehadeta endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Artêşa Tirk a faşîst-mêtînger li hemberî berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li herêmên Zap û Bakurê Kurdistanê, astengî û têkçûneke mezin dijî. NATO, hêza îmha û qirkirinê û dewleta Tirk a mêtînger, faşîst bi berxwedana Rêbertiya me û bi pêşengiya gerîla têk çû. Berxwedana gerîla ya destan a ku li Metîna, Avaşîn û Zapê roj bi roj mezin dibe, bi operasyonên şoreşgerî yên pêşxistî careke din ev yek nîşan da.

Dewleta Tirk a faşîst ku di NATO’yê de hêza 2’yemîn a herî mezin pesnê xwe dide, li pêşberî gerîlayên Modernîteya demokratîk bi tinekirinê re rû bi rû ye. Dewleta Tirk a faşîst bi hêviya derbaskirina astengî û têkçûna xwe Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bomberdûman dike û bi vî rengî dixwaze berxwedanê paşve bixe. Mewziyên berxwedanê yên li hemberî van êrîşan roj bi roj mezin dibin Û bersiva herî mezin didin dijmin e.

Bê şik Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng ên ku xeta berxwedanê ya têkoşîna azadiya jinê diyar dikin, ku bi salan e bênavber berdewam kiriye û her diçe mezin dibe. Bi saya şehîdên me, hewldan, fedekariya wan û berxwedana wan a destanî, îro bi tevlîbûna ciwan û jinên ciwan têkoşîna me ya azadiyê ewqasî gerdûnî dibe û ji hemû cîhanê re dibe çavkaniya hêvî û berxwedanê.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan hevrê Sara Hogir Riha ku di nava şerekî dijwar de bi pêşengiya fedaî ya Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinên Azad re pêşengî kiribûn di 28’ê Tîrmeha 2023’an de ji aliyê dewleta Tirk a qatil-faşîst ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên hewayî yên dewletê de şehîd bûn!

Em sersaxiyê ji hemû gelê berxwedêr ên Cizîr û Rihayê re, di serî de ji malbatên wan ên bi qîmet re ku milîtanên hêja yên weke Ş.Sara û Ş.Bişeng mezin kirine û anîne têkoşîna azadiyê ya gelê me. Û ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistan, ciwan û jinên wê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyên me Bişeng û Sara yên ku ji roja tevlî nava refên azadiyê bûne û heta roja ku şehîd bûne di nava meşeke bê nefes û tevlîbûneke bê dudilî de, di tevahiya jiyana xwe de bi ronîkirina hesreta azadiyê di dilê xwe de bûne milîtanên Apoyî yên mînak. Herdu hevrêyên me bi fedekariyeke mezin û coşeke şoreşgerî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn; Ji wir heta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî bûne nûnerên payebilind ên milîtaniya modernîteya demokratîk. Di organîzasyona Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk û Konfederalîzma Jinên cîhanê de di asta pêşeng de cih girtin û kedeke giranbuha dan. Li dijî faşîzma dijmin li her qadê ku lê bûn bi lehengî, fedekarî û fedaî hemû gel, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re pêşengî kirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Bişeng Brûsk

Nav û Paşnav: Rojda Bîlen

Navê Dayikê: Gullî

Navê Bavê: Mehmet

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Lozan-Siwêsra-07-11-1988

Esil: Şirnex-Cizîr /Koçtepe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 2010-Eskişehir

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Sara Hogir Riha

Nav û Paşnav: Gulsun Silgir

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Wêranşar/ Riha- 29.08-1990

Navê Dayikê: Medine

Navê Bav: Seydi

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Mersin 2011

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Jina Pêşeng û Wêrek a Cizîrê: Bişeng Brûsk

Hevrêya me Bişeng di sala 1988’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de, xwedî li nirxên berxwedana Kurdistanê derketiye. Bi hêsta parastina nirxên birayê xwe yê mezin Ş.Brûsk û şehîdên ku di nava malbata wî ya mezin de bûn, mezin bû. Bi watekirina nirxên ku dipejirîne, karî arasteyî Kurdistanê bike û di şexsê xwe de polîtîkayên qirkirin-asîmîlasyonê yên dijmin pûç bike. Ji biçûkatiya xwe de ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hayedar bû, îradeya xwe ya Kurdewarî parast. Têkoşîna gelê me ya azadiyê û rastiya dijmin her tim bûye rojeva sereke. Ji bo beşdariyeke layiqî vê bibe her tim di nava lêgerîneke mezin de bû. Bi taybetî dema ku di salên zanîngehê de bi Ciwanên Apoyî û Tevgera Jinên Ciwan naskir, daxwaza wê ya tolhildana Cizîrê xurtir bû. Baweriya wî ya ku di pêşengiya PKK û PAJK’ê de jiyaneke nû ava bibe roj bi roj zêde bû. Di salên xwe yên li zanîngeha Eskîşehîrê de beşdarî çalakiyên ciwan û jinên ciwan bû, bi zanebûna wê de bû ku li dijî dijmin vejîn wê tenê bi têkoşîneke radîkal pêk were. Armanca wî ew bû ku ciwanên Bakurê Kurdistanê ji gund ber bi tax û bajaran bi rê ve bibe. Dizanibû çawa rola xwe bilîze tevî hewldanên dijmin ên ji bo pêşîgirtina li wî paşde gav neavêt. Weke şoreşgerekî profesyonel 2010’an de tevlî xebata Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bû, heta roja ku şehîd bû, bû navê beşdarbûn û serkeftinên girîng. Li ser her ciwan, jin û malbata ku pê re ket nava têkiliyê de şopek hişt û deriyên jiyana exlaqî û polîtîk li ber wan vekir. Li Bakur dizanîbû ku di perwerdekirin û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de roleke bi bandor bilîze, wan bikişîne nava refên berxwedanê yên li dijî dijmin û bibe riyek ku ciwanên Kurd biherikin nava refên gerîla.

Her ku çû bi hevrêtî, exlaq, dilsozî û helwesta xwe ya milîtanî rêz girt. Ji bo ku di paradîgmaya Rêber Apo de hîn bêhtir kûr bibe û li gorî wê bibe xwedî kesayeteke milîtan berê xwe da çiyayên Kurdistana azad. Di akademiyên jin û ciwanên azad ên li çiyayan de cih girt, nasnameya xwe ya milîtaniya PAJK û PKK’ê kûr kir û bû xwedî helwesteke fedaî. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve zêdetir xwe bi hêz kir. Tevlî dewreyên perwerdeyê yên Ş.Nûda Karker û Ocaga PKK’ê Ş.Sakîne Cansiz bû. Zêdetir bi Rêber Apo re bû yek, zêdetir li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê rawestiya û di sekna jina azad de bû mînak. Li her parçeyê ku bi taybetiyên xwe yên Kurdewarî û xwezayî bûye navê pêşketin, rêxistinbûn û çalakbûnê.

Hevrêya me Bişeng ciwan û jinên ciwan li cihê ku pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê hebû, arasteyî wan kir. Bi ruhê Leyla Qasim beşdarî çalakiyên ciwan û jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê bû û kedeke mezin da. Piştî pratîka xwe ya serkeftî li vir, bi salan pêşengiya xebatên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir. Bi sedan ciwan û jinên ciwan perwerde kir, li dijî rejîma Îranê hişyarî da û ber bi berxwedanê ve bir.

Ji bo tevlîbûna şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinê ye û ji bo perwerdekirina ciwan û jinên ciwan bi fikrê Rêber Apo, berê xwe da şoreşa Rojava. Hevrêya me Bişeng bi cesaret û kelecaneke mezin bû ruhê serhildêr ku li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo rûxandina Rojava, ciwan û gel hişyar kir. Piştî ku li qadên ku çûbû erka xwe bi serkeftî bi cih anî, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di salên xwe yên têkoşînê de karîbû meşa bê westan û bê rawest, paqij û bi coş mîna çemekî bidomîne. Bi Ş.Sara re di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

Hevrê Bişeng tê wateya helwesta jina şoreşger a mutewazî û hêja. Bi vê helwest û tevlêbûna pêşeng bû şûnwara Bêrîvan Cizîrê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku Ş.Bişeng radestî me kiriye heta serkeftinê bimeşînin.

Jiyaneke Manewî, Hişmendî û bi Kedê Hûnandî: Sara Hogir Riha

 

Hevrêya me Sara Hogir Riha; Li Rihaya ku Rêbertiya me jê re dibêje cihê lanet û pîroziyê ye, di malbateke welatparêz a ji koka pîroziyê mezin bûye de hatiye dinê. Kesayetiyeke wî ya ku girêdayî nirxên Kurdistanî ye û bi vê cewherê mezin dibe. Ji biçûkaniya xwe de dilsozî û hezkirina wî ya ji bo Rêber APO gav bi gav mezin dibû û dizanibû ku çawa di nava xwe de mezin bibe. Dizanibû ku rêya îdiakirina Rêbertiyê li ser bingeheke rastir bi têkoşîna aktîf e. Bandora birayê wî Ş. Hogir Riha ê ku di sala 1992’an de li Mêrdîn-Qoserê di şerê bi artêşa Tirk a faşîst re di dema pêvçûnekî de şehîd bû. Hevrêya me Sara her tim armanc dikir ku rojekê çeka birayê xwe rake. Di sala 2009’an de çû zanîngeha li Mêrsînê. Ji bo hîn bêhtir di xeta Rêbertî û şehîdan de tevlîbûneke rasttir raber bike, beşdarî çalakiyên ciwanên Apo’yî bû.

Ş.Sara ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê taybet li metropolên Tirkiyeyê bi rastiya wî ya sotîmendtir de dît û fêm kir ku yekane bersiva pêwîst tevlîbûna têkoşînê û asta milîtantiyê di xwe de avakirin e. Li ser van esasan di sala 2011’an de li Mêrsînê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Ji bo birêxistinkirina ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kedeke mezin da û di demeke kurt de bû pêşenga gelê xwe û jinan. Gelek caran ji aliyê dijmin ve hat binçavkirin û girtin, lê kesî nikarîbû kelepçeyê li daxwazên wî yên azadiyê bide.

Hevrêya me Sara di sala 2013’an de bi biryardariya ku bibe xwedî helwesteke milîtanî ya layiqî Sakîne Cansiz, di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst bi Komkujiya Parîsê re Têkoşîna me ya Azadiyê ya Jinan hedef digirt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi navê Sara, armanc kir ku tola Komkujiya Parîsê hilîne û di Têkoşîna Azadiya Jinê de bibe milîtanek pêşeng. Bi hilgirtina navê Hogir Riha xeyala xwe ya zarokatiyê ya ku bû layîqê şehîdan pêk anî.

Rêgeza ‘Jiyana min her tim şer bû’ ji xwe re esas girt û her tim rûmet û serbilindiya bûyîna jineke Apo’yî jiyan kir. Serbilindiya Apo’yî bûnê bi her hevalê ku pêre têkilî danîbû hîs kir. Ji bo ku paradîgmaya Rêber Apo hîn jêhatîtir têbigihê û bi beşdariyeke afrînertir layiqî navê Apo’yî bibe, xwe di akademiyên ciwanan de perwerde kir. Bi demê re xwe gihand asta perwerdekirina bi sedan milîtanên ku nû pêngava şoreşgeriyê avêtibûn.

Hevrê Sara ku weke milîtaneke jin a Apoyî li hemberî êrîşên dijmin ên pêş dikevin, xwest bersiva pêwîst bide, xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Hevrêya me yê ku bi taybetî xeyala xwe ya herî mezin li herêma Bakur gerîlatiyê kirin e, ji bo pêkanîna vê xeyalê israrek mezin nîşan da. Bi jêhatiya ku hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de bi dest xist, ji bo di sala 2015’an de Şoreşa Bakur bi rêxistin bike û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike, berê xwe da çiyayên Cîlo. Ş.Sara ku xwedî pratîkeke dijwar û hînker e, li çiyayên Cîlo weke ku ji nû ve ji dayik bû.

Bi salane li Herêmên Parastinê yên Medyayê li akademiyên Ş.Alî Çîçek û Ş.Leyla Şaylemez bi perwerdekirina bi sedan ciwanên şervan ve, darbeyeke mezin dijmin da û roleke xurt û bi bandor lîst.

Piştre jî ji bo gelê Botanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biparêze berê xwe dide Mexmûrê.

Hevrêya me Sara bi tevlêbûna xwe ya kedkar, manewî û exlaqî di her qada ku tevlî bûye de ji bo hevrêyên xwe, ciwan û jinên ciwan bûye çavkaniya îlhamê. Li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî a Mexmûrê xebatên ciwanan meşand û kedeke girîng da rêxistinkirina ciwan û jinan ku bi çandeke layiqî gelê Botanê bijîn.

Di sala 2019’an detevlî Akademiya Ş.Zeynep Kinaci a Jina Azad bû. Bi vê perwerdeyê re ji bo ku karibe barê li eniyên herî pêş ên Şoreşa Jinê rake, hişmendiya xwe ya li ser dîrok û azadiya jinê kûrtir kir. Perspektîfa Rêbertiya me ya ‘Dîroka jinê jiyana Sara ye’ ji xwe re esas girt û ji bo bi rastî bibe Sara her tim girîngiyê da perwerdeyê. Piştî perwerdeyê bi armanca birêxistinkirina jinên ciwan û ciwanan berê xwe da qada Rojhilat. Pêşengtî kir ku bi sedhezaran jin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nas bikin. Heval Sara her tim xwedî helwesteke bi biryar û bûye îrade û di qadên xwe de ji hevrêyên xwe re bûye rênîşan. Di têkoşînê de her tim bi baweriya ‘Hevrêtî tê wateya par girtina ji heqîqetê’ ve mezinkirina têkiliyên hevaltiyê esas girtiye. Ew xwediyê meşeke bê tirs û biryar bû. Bi saya rûyê xwe yê ken û bi kesayetiya xwe ya jidil di her hevrêyê ku pê re ket têkiliyê de şopeke kûr hişt. Hevrêya me Sara ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de bi hevrê Bişeng re şehîd bû; Di dîroka azadiya gelê me de bi helwesta xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna fedaî, hevrêtiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe yê bi rûmet girtiye. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê têkoşîna hevrê Sara bigihînin serkeftinê.

Ş.Bişeng û Ş.Sara heta kêliyên xwe yên dawî yên şehadetê di dil û ramanên xwe de azadiya fîzîkî ya Rêbertî û jiyana civaka demokratîk weke milyaketan pak kirin armanc û xeyal kirin. Meşaleyekk ku qet namire radestî me kirin û ev meşale her roj bi agirê tolhildana şehîdên me bilind dibe.

Em bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku xwedî li îradeya şehîdan derkevin û bi ruhê ciwanên fedaî yên Bîşeng û Sara tevlî têkoşîna tinekirina faşîzmê bibin. Rêya bersivdayîna şehîdan berdewamkirina xeyalên wan û têkoşîna ji bo bidestxistina armancên wan e. Weke şopdarên Sarayan û Bişengan, divê em mîrateya berxwedanê ya ku wan ji ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re dewr kirine, bi xurtî biparêzin. Erka me ya sereke ye ku em her roj bi li dijmin dayînê ve tola şehîdên xwe hilînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re û di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman re dixwazin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin, em ê bi bîranînên wan re girêdayî bimînin û bigihin armancên wan.

Bijî Serok Apo!

Bê Serok Jiyan Nabe!

Jin Jiyan Azadî!

Şehîd Namirin!”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrîkayê fosîlê dînozorekî ‘nedîtî’ hate peydakirin
Nûçeya Pişt re Halîde Turkoglû: Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nîşan da ku şervanekî leheng bû

Jêhat Bager ciwanekî Kurd bû ku ji dîrok, çand, zimanê xwe hez dikir. Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê li paytexta Yemen Sanayê xist

Îsraîlê yekemcar beriya ku êrîşê li Yemenê bike hişyariya 'veguhestina sivîlan' da û piştî demeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker topbaranê li rojavayê Eyn Îsayê dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?